PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Gelê Kurd Newroz bi şahî pîroz kir.

Li çar parçeyê Kurdistanê û li çarkoşeyê dinyayê gelê Kurd cejna xwe Newroz bi şahîyek mezin, bi dil û can  pîroz kir û hîn jî dike. Kurd jin û mêr, xort û kal û zarok bi rojan e li kûçe û kolanan in; bi al, destmal û cilên rengîn; bi govend û stran û hella hella. Li serê çîyan, li gund û bajaran agirê Newrozê bilind bûn.

Li Kurdistana Başûr, li Dihok, Hewlêr û Silêmanî, li hemû bajarên dinê li herema Azad, Newroz di rewşa serbestîyê da pîroz bû. Li serê çîyan agir pêketin û tarîya şevê xemilandin. Li gund  û bajaran klam û stranên Kurdan bilind bûn.

Neqwroz li hemû İranê cejn e. Lê li Kurdistana Rojhilat, ji Makû heya Sinê bi rengekî din, bi kêf û şahîyeke mezin tê pîrozkirin. Ji ber ku ew ne tenê cejneke adetî ye, lê her usa jî nişana berxwedan û azadîyê ye ji bo Kurdan. Îsal jî usa bi şahîyeke mezin hat pîrozkirin.

Li Sûrîye, li mintiqa Kurdan, li Qamîşlî, Hesîçe, Kobanî û Çîyayê Kurd, her usa jî li Heleb û Şamê Kurd îsal jî bi deh hezaran derketin çolê û cejna xwe bi serbestî pîroz kirin.

Li Kurdistana Bakûr, wekî eyan e, sazûmana zalim û zordest bi salan Newroz qedexe kir. Bi esker û polêz ajote ser Kurdan, heya jin û zaro gulebaran kir, kûçe û kolan di nav xwînê da hiştin, zulm û tedaya ne dîtî li me kir. Lê vê zulma har û hovane pere ne kir. Kurdan bi camêrî ber xwe dan, agirê newrozê venemirandin. Ew wek agirê dilê wan bû bo azadî û serbestîyê.

Li dawîya dawî sazûmana hov  neçar ma, sîyaseta xwe guharî. Derî piçek vekir. Lê ev guhartin ne ji dil û ne bi şiklekî demokratîk bû. Vêcar jî xwest Newrozê bide ser rêyeke şaş. Hewl da wê wek cejneke Tirkan nîşan de, bi çîrokên xwe yên nijadperest girêde. Xwast bi vî awayî mana û naveroka Newrozê xirab bike, vê çekê berxwedanê ji dest Kurdan bigre.

Lê van fen û fûtan jî pere ne kir. Kurd bi hezaran, bi sed hezaran, wek aveke xurt, wek lehîyekê herikîn, ji qul û qelîştokên dîwarên vê sazûmana zordest derbaz bûn, kûçe û kolan tijî kirin; bi alên rengîn, bi destmalên kesk û sor û zer xemilandin; bi kilam û stran, bi def û zirne û govend şên kirin. Li bajarên Kurdistana Bakûr wek Dîyarbekir, Wan, Ruha û yên dinê û li bajarên Rojhilata Tirkîyê, wek Enqere, Edene, İzmîr, Mêrsîn û yên dinê, ku ew jî ji nuha va nîv-nîvê bûne wek bajarên Kurdan…

Helbet, li Kurdistana Bakûr ji bo Newrozê jî şerê Kurdan û dewlata Tirk ya har û hov hîn xilas ne bûye. Hîn dewleta Tirk dudil e. Pîrozkirina Newrozê hîn jî bi destûra walî û polêzan e û li gelek bajaran, wek İstembolê hîn destûr nadinê. Hîn esker û polêz bi dû Kurdan dikeve, lê dide, wan digre û agirê Newrozê vedimirîne.

Her usa jî cîyê ku destûr didin jî, dîsa gelek tişt ji bo kurdan qedexe ye. Ango wek axaftina Kurdî, heya kilam û stranên Kurdî, pankart û sloganên Kurdî… Ango di warê Newrozê da jî hîn gelek bend û asteng hene li pêş Kurdên Bakûr.

Helbet bi dil û daxwaza van har û hovan nabe. Divê Kurd ber xwe bidin û sînorê heq û serbestîyên han jî fireh bikin.

Li der welat jî, li çarkoşeyê dinyayê ku Kurd lê ne, bi taybetî li welatên Ewrûpa, Amerîka, Kanada û Awustralya, li Libnan, Rusîya, Ermenya û Gurcistan Kurdan cejna xwe bi şahîyek mezin pîroz kirin.

Dorberên PKK dixwazın şahîyên Newrozê, bi taybetî yên li Kurdistana Bakûr û li der welat wek malê xwe nîşandin. Dibêjin gelê Kurd isal nîşan daye ku ew bi sîyaseta PKK ra ye û piştgirîya “komara demokratîk” dike. Bi wê jî namînin, dîsa dev dirêjî xelkê dikin.

Eva ne rast e û yek ji hezar derewên wan e. Ger gelê Kurd bı sîyaseta PKK’ê ra be, xuya ye teslîm bûye û êdi tiştekî naxwaze. Lê şukur ne usa ye. Ji bona wê ye ku Apoyê İmraliyê gelek caran acizîya xwe ji hevalên xwe ra nîşan dide û dibêje: “Hûn gor min nakin!..”

Na, hevalê wî bê lam û cim gor wî dikin, lê milletê Kurd guh nade wan û gor wan nake.. Ew şahîyên Newrozê, ew alên rengîn ji nîşan didin ku di dılê Kurdan da teslimbûn tune, lê agirê azadî û serbestîyê heye. Xelk bi van hestan dibeze meydanan, dengê xwe û destê xwe bilind dike.

Xelkê ku meydanan tijî dıkın hemû ne dost û hevalbendên wan in. Ew dostê gelek hêz û partiyên Kurd in, piranîya wan jî ne bi tu partîyekê ra ne. Ew însanê welatparêz in.

Hevalên me, yên Partîya Sosyalîst jî, li welat û li der welat, lı gelek cîyan tevî şahîyên Newrozê bûn, agirê Newrozê geş kirin.   

Li Bajarê Wanê:

Li Kurdistana Bakûr li gelek bajaran dost û hevalbendên Partîya Sosyalîst di şahîyên Newrozê yên miştêrek da cîyê xwe girtin û bi serê xwe jî hin çalakî darxistin. Yek ji wan li bajarê Wanê bû. Şeva 21’ê Adarê qasî dused xort di kolaneke bajêr da agır dadan, govend kişandin ü kilam gotin. Xortan ew şîarên (sloganên) jêrê bi dengekî bilind gotin:

“Bijî Newroz, bijî Kurdistan!”

“Bimre koletî, bijî azadî!”

“Bijî Partîya Sosyalîst a Kurdistan!”

Li Elmanya:  

 Îsal li Elmanya, rêxistinên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê biryar dan ku Newrozê bi hevra pîroz bikin. Bona vê yekê KOMKAR’ê ku hersal li Elmanya li gelek bajaran Newroz bi serê xwe pîroz dikir, îsal tevî rêxistinên dinê pîroz kir. Li Hamburg, Duîsburg, Wuppertal, Bottrop, Nurnberg, Mûnîh û li hin bajarên dinê Kurdan li derva, li kûçe û kolanan, bi meş pîroz kirin.

Kurdê Elmanya 7’ê Nîsanê jî li bajarê Essenê şeveke merkezî amadekirine û cejna xwe bi  hevra wê pîroz bikin. Di şevê da Şivan Perwer, Nasir Rezazî, Şêrîn, Ciwan Haco, Seîd Yusif û gelek hunermend û komên din beşdar dibin.

Li Swêde:

Li Swêde hersal di bin banê Federasyona Komeleyên Kurdistan, Kurdên çar parçeyan Newrozê bi hevra pîroz dikin. İsal jî usa bû.

Êvara 21’e Adarê bi banga Komela Sponga dora 2000 Kurd li hêla Rînkeby û Tensta civîyan, agir dadan, govend girtin, klam û stranên xwe gotin. 24’ê Adarê, roja şemîyê jî li Solna Centrumê şeva Newrozê çêbû û qasî sê hezar Kurd tê da beşdar bûn û cejna xwe pîroz kirin.

Li Londonê

Li Payîtextê Îngilistanê Londonê (Londra) Newroz di 18’ê adarê da hat pîrozkirin. Şev bi destê KOMKAR’ê hatibû hazirkirin û li salona tîyatroyeke dîrokî, li Hackney Empire hat çêkirin. Di şahîyê da Ji du hezarî zêde kes beşdar bû. Ji ber ku salonê têrê ne kir, bi sedan kes jî mixabin şunda vegerîyan.

Cîgirê Serokbajarê Londonê Lee Jasperde û mebûsê LP (Partiya Karkeran) Davit Lammy jî di şevê da beşdar bûn û peyîvîn, piştgirîya xwe nîşandan.

Li Holande, Denmark û Avusturya

Li Avusturya Newroz roja 23’yê Adarê, li Hollandê û Denmarkê di 24’ê Adarê da bi civînên mezin hatin pîrozkirin û Kurdên ji çar perçeyan tê da cîh girtin. Li Holandê şev li bajarê Den Hag’ê çêbû û dora 1500 kesî tê da beşdar bûn. Li Kopenhagê jî dîsa zêdetirî 1500 Kurd di şevê da beşdar bûn.

Lı  welatên dınê jî, wek Fransa û Swisre, KOMKAR’ê hazırî  kırîye ku dı destpêka Nîsanê da Newrozê pîroz bike.

Ev Newroz bi xweşî û geşî derbaz bû, heya newrozeke din!

 
PSK Bulten © 2001