PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Mesaja Burkay:

Newroza sala 2002 Pîroz be!

Mêr û jinên Kurdistanê
Milletê me yê ezîz!

Va ye gor salname me Kurdan saleke teze dest pê dike û em Newrozeke din bi þahî pîroz dikin. Bi bihara teze jîyan careke din geþ dibe û tevî wê kel û hêvîya dilê me jî bo rojên azad gur û geþ dibe.

Li Kurdistana Baþûr, di beþa azad da Milletê Kurd bîhna azadîyê distîne û bingehê sazîyên netewî sal bi sal diþidîne, xurt dike. Daxwaza me ev e ku, gor daxwazên hêzên welatparêz yên vî parçeyî û gor daxwaza gelê me, li Baþûr tevayîya erdê Kurd rizgar be, li Iraqê sazîyeke federal û demokrat çêbe, li ser wekhevîya herdu gelan, Kurd û Ereban..

Di parçên dinê da mixabin hîn rewþa milletê Kurd ne guharî. Em dîsa hêvî û daxwaz dikin ku di parçên dinê da jî bo milletê Kurd guhartinên baþ rojkî berê pêk bên û temamîya Kurdan ji bend û qeydên bindestîyê xilas bin, dawîya zulm û tedayê, koçberîyê bê û Kurd dest pê bikin welatê xwe yê delal avakin, jîyaneke teze sazbikin, bikaribin bigihîjin karwanên milletên medenî...

Xebata milletê me ji bo vê armanca pîroz li hemû parçeyan her berdewam e.

Xwîþk û birano, di dinyayê da guhartinên mezin çêdibin û ev pêlên guhartinê bibê nebê li qiraxên welatê me jî bixin. Ev sazûmanên dagirker yên kevn û pûç bibê nebê wê hilweþin. Zengil ji bo wan lêdixe!

Bes em bi hêvî bin, em kar û xebata xwe bê westan bimeþînin, da ku bikaribin van sazûmanên kevnare û zordest rojkî berê biruxînin, ji vê rewþa xirab rojkî berê xilas bin.

Van du-sê salên dawî ji bo tevgera Kurdistana Bakûr him bûyerên xirab him jî yên baþ çêbûn. Di vê navberê da hin kesê ku bi navê rizgarîyê û bi daxwaza dewleteke serbixwe Kurd kiribûne þerekî 15 salan, piþtî ku bi rê olaxên þaþ welat ser û bin kirin, hêz û hebûna gel di van rêyên þaþ da telef kirin, piþtî wê bi girtina “serokên xwe” dev ji doz û dewayê berdan, daxwazên milletê Kurd yên bingehîn dan alîyekê û bi gotinên xwe, ketin xizmeta dewleta Tirk!..

Eva rûreþîyeke mezin e ji bo wan kesan...

Dewleta Tirk dixwaze bi rîya wan kesan tevgera Kurd bi tevayî teslîm bigre û agirê berxwedanê vemirîne.

Lê milletê Kurd tucar vê rûreþîyê qebûl nake û ji doza xwe ya heq venagere. Kar û xebata milletê Kurd ji bo azadî û rizgarîyê tucar nasekine.

Kurd di derheqa planên dewleta Tirk û di derheqa rola van kesan da hiþyar in. Di van du-sê salan dawî da Kurdên welatparêz û azadîxwaz nêzî hev dibin û ji bo pûçkirina van planên xirab û ji bo jîyandina doz û dewayê kar û xebat dikin. Li nav welat û li der welat yekitîya hêzên welatparêz çêdibe.

Eva büyerekî teze ye, pîroz e ku hêvî dide kesên welatparêz û ewrên reþ belav dike..

Divê her Kurdekî hiþyar, dilsoz û serbilind, her Kurdekî ku qîmetê dide azadîya gel û welat, her usa jî jîyaneke delal dixwaze ji bo xwe, ji bo zarok û nebîyên xwe , divê piþtgirîya vê kar û xebatê bike, tevî vê meþê bibe.

Xwîþk û birayên delal, Tirkîye îro ji qonexeke gelek mihîm derbaz dibe, li ber deverê ye. Ewê bikeve Yekitîya Evrupa yan na?

Dema bikeve Yekitîya Ewrûpa divê xwe biguhure. Berî hertiştî divê Şertên Kopenhagê bi cî bîne. Ango bibe civateke demokratîk. Guhartineke han tesîra xwe wê li rewşa Kurdan jî bi xurtî bike. Pirsa Kurdî bi temamî çareser nebe jî, Kurd hin mafên piçûk, wek xwendin, radyo û televîzyon bi destxinin. Her usa jî, astengên li pêş azadîya ramanî û rêxistinî rabin û rîya sîyasetê vebe.

Yan jî Tirkîye wek xwe bimîne, bi zor û zulma xwe, bi vê sazûmana kevnare û zordest.. Hingê Tirkîye wê ji karwana Ewrûpê dûrkeve, ji meşa pêşveçûnê qut be. Ev yek ji bo Tirkan jî, bo Kurdan jî xirab e.

İro li ser vê yekê gengeşîyeke mezin heye. Li alîyekê hêzên demokrat, pêşverû û aşitîxwaz, li alî dinê hêzên kevneperest, zordest û şerxwaz...

Dawî çi be, ne xuyayî ye. Dibe ku di dema nêzîk da kevneperest û şovîn bikaribin pêşî li guhartinê bigrin, rê nedin demokratîyê. Lê ji bo dema dirêj tu şansê wan tune.

Ew nikarin heta hetayê pêşî li guhartinê bigrin. Ev sazûmana kevnare ger xwe teze neke, li dawîya dawî wê biruxe û xwedî û parêzgerên xwe jî di bin da bihêle. Ew dawî ne dûr e..

Bi gotineke din, ev dema pêşîya me, çend sal zû yan jî dereng, guhartineke mezin wê bîne, rîya azadî, demokratî û aşitîyê wê veke li welatê me jî.

Di vê yekê da tu şikê me tune.

Em newroza sala îsal jî bi vê bîr û bawerîyê, bi hêvîyeke xurt pîroz dikin.

Mêr û jinên kurdistanê, Newroza we pîroz be!

Daxwaz dikim ku sala teze ji milletê Kurd ra azadî û bextewarî bîne!

Bijî berxwedana milletê kurd ji bo azadî, demokratî û aşitîyê!

Bijî newroz!

Kemal Burkay
Sekriterê Partîya Sosyalîst a Kurdistan

Adar 2002

 
PSK Bulten © 2002