PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Şahîya Newrozê li Ewrûpa

Kurdan cejna xwe bı gur û geşi piroz kırın

Newroz li çaralî Ewropayê bi şahîyên mezin hat pîrozkirin.
Komeleyên KOMKAR wek her sal îsal jî di serî da Almanya li gelek merkezên Ewropayê şahîyên pîrozkirina Newrozê li dar xistin. Newroz, sembola berxwedan û serkevtinê sal bi sal girsetir û mezintir tê pîrozkirin. Îsal Newroz li gelek deran bilî şahîyên salonan li derva jî hat pîrozkirin.Li gor agahdarîyên ku heta niha gihîştine me çalakîyên Newrozê li van deran çêbîne:

ELMANYA - WUPPERTAL:

İsal 17 partî û rêxistinên Kurd ji çar parçên kurdistanê li Elmanya Newroz bi hevra pîroz kirin. Şeva Newrozê di 31 Adarê da  li Bajarê Wûpertalê çêbû û bi destê komîteyeke miştêrek hat amadekirin. Ji pênc hezarî zêdetir Kurd di şevê da beşdar bûn û bi coşeke mezin cejna xwe pîroz kirin.

>Ew 17 Partî û rêxistinê ku Newroz bi hevra pîroz kirin ev bûn: PDK-İran, PRK(Rizgarî), PSK, PADEK, PİK, RSDK, ÎA, PDPKS, PYKS, PYDS (Yekitî), PHGK-S, PSK-S, PDK-S (El Partî), PDKS, PÇK-S, PDK-Bakûr, KTP. Her usa jî, PDK-Îraq û YNK jî piştgirîya vê pîrozbayîyê kirin.

>Di şevê da bi navê komîta hevbeş bi Almanî û Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî) di derheqa Newrozê da beyanek hate belavkirin.

>Di destpêka şevê da Koma Dîyar marşa neteweyî ya Kurd, Ey Reqîp xwed û bi hezaran beşdar jî tevlê bûn û bi hevra xwendin. Piştî wê hate dîyarkirin ku 31’ê Adarê roja dardakirina Serokkamarê Mahabadê Pêşawa Qazî Mihemmed e û her uza jî roja şehîdên Kurdistanê ye û dîsa hat dîyarkirin ku îsal di meha adarê da, ango çend roj berê du welatparêzên hêja, sîyasetmedar û nivîskar Nûrettîn Basût, û şair Seydayê Tîrêj çûn heqîya xwe, ji bona temamîya wan ji bo deqekê bêdengî çêbû û hurmet hate nîşandan. Di eynî demê da bi rîya dîyayê sûretên serokên şoreşên Kurd Peşawa Qazî, Şêx Saîd, Seyîd Riza, Mistefa Barzanî û Qasimlo li ser perdeyê mezin hatin nîşandan.

Nûnerên gelek partîyan û kesên navdar yên bîyanî û Kurd tevî şevê bûbûn, yan jî mesajên pîrozbayîyê şandibûn.

Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Necmeddîn Xulamî, Şêrîn, Biha Çeko, Yilmaz çelîk, Saîd Gebarî, Gulîstan, Ronî Can bi klam û stranên xwe, Necmî bi kemana xwe, koma muzîkvana bi her sê zarên Kurdî, şev geştir û xweştir kirin. Komên gavendê, Koma Dîyar, Azadî û Jîyan xemla şevê bûn bi sazbandîya xwe  şev xemilandin.

LI BAJARÊN DINÊ:

Roja 20ê Adarê li gelek bajarên Almanyayê Newroz li derva bi beşdariya bi sedan kurd û almanan hat pîrozkirin.Li bajarê Bremen şahiyek ji alîyê KOMKARê û Yekiti (Suriye) ve êvara 20ê Adarê hati çêkirin. Qasi 250 kes beşdarî şahîyê bûn, agirê Newrozê vêxistin û li ber dahol û zurnê govend gerandin û sloganên azadîyê bılınd kırın.

Her wê rojê li bajarê Bottropê jî him li hundir him jî li derva çalakîyên Newrozê pêkhatin. Li dor 400 kesî li dora agirê Newrozê û li ber dahol û zurnê govend gerandin. Fatê, Koma Bedil û Ozan Leyla bi stranên Kurdi Newroz geş kırın.

Dîsa di 20ê Adarê da li bajarê Almanya'yê Nurnbergê ji alî PSK, YNK, PDK û Partiya Komünista Kurdistan (Irak), li navenda bajêr li meydanekê şahîya newrozê pêk anîn. Ji 500 kesî zêdetir beşdar hebûn û hunermendên mehelî stran gotin xelkê li ber dahol û zurnê govend gerandin û dilxweşî cejna xwe pîroz kirin.

Li bajarê Münihê li ser banga KOMKAR- Münihê û Komela çanda Kurdî, roja 20ê Adarê bi qasî dused kes civîyan û li derva agirê newrozê vêxistin û li ber dahol û zurnê govend gerandin û bi vî awayî Newroz pîroz kirin.

Li Hamburgê jî KOMKAR-Hamburg, Hevkar, Komciwan, KDP-Irak, ve PIKê bi hevra şahîya Newrozê amade kirin û Yekîtî (Suriye) jî ew destek kirin.Di vê çalakîya Newrozê da li ser 600î kes beşdar bûn, li derva agir dadan û fîşekên hewayî teqandin, hunermendên mehelî stran gotin û govend gerandin. Êvara 21ê Adarê jî çalakîya Newrozê di saloneke sergirtî da dewam kir hunermend Ciwan Haco bi muzîka xwe demeke xweş bi guhdaran da derbaskirin.

Roja 21ê Adarê li bajarê Almanyayê Wuppertalê jî şahîyeke pîrozkirinê pêk hat. 200 kes beşdar bûn, li derva agir hat vêxistin û beşdaran govend gerandin û li hundirê salonekê da jî çalakîya Newrozê dewam kir. Koma Nemrûd û Ozan Leylayê bi stranên xwe demek xweş dan derbas kirin.

Eynî rojê li Duisburgê, 500 kes li hev civîyan him li derva him jî li hundir Newroz bi stran û govendan pîroz kirin. Gelek hunermendên mehelî û komên muzîkê beşdarî çalakîya Newrozê bûn. Li vêderê jî agirê Newrozê hat dadan û şano (skeç) hatin pêşkêşkirin.

Li paytextê Almanya Berlinê, roja 23ê Adarê Newroz ji alîyê 1000 kesi ve hat pîrozkirin.Hunermend Gülistan Sobari, Awaz, Kemal Kahraman, Natalya û Koma Berfin bernama şahîyê da beşdar bûn. Şahiya pîrozkirinê ji alîyê KOMKAR-Berlin, PYDKS, Yekiti (Suriye), Xoybun û komela SOZIK pêk hat. Koma Dilan ya Folklorê û koma zarokan (Koma kulilkên Kurdistan) û Koma Tirej nimûneyên folklora me pêşkşê kirin û reng û awaz dan şehîya Newrozê..

Swîsre-Bern

İsal li Swîsrê Newroz bi destê “Navenda Hevkarî ya Kurdî li Swîsrê” hate pîroz kirin. Ev navend demekî berê bi destê çend rêxistinên welatparêz ji çar parçeyên Kurdistanê hatibû damezrandin. Şev di 6’ê Nîsanê da li bajarê Bernê çêbû. Ji 2000’î zêdetir kes tevî şevê bûn û salon seranser tijî bû.

Di şevê da hunermendên Kurd Şivan Perwer, celîl Aşîd, Salar, Fatê, İsmaîl Mamle, Nebez Baban û Koma Aşitî bi kilam û stranên xwe şev geş kirin. Heya derengê şevê govend hate kişandinê.

Şev bi gelek dar û dezge derbaz dibû. Lê komek hevalbendên PKK xwestin şevê xirab bikin. Berê slogan avêtin, piştra pêşkarî Şivan Perwer bûn. Komîta perpirsîyar bala wan kişand û ji wan xwest ku rehet bisekinin . Lê wan di helwesta şaş da berdewam kirin û xwestin êrîşî ser mêvanan û hunermendan bikin. Hingê parêzgerên şevî û mêvanan bi hevra ew avêtin der. Piştî wê jî şev bi dar û dezge heya derengî devam kir.

Rêxistinên Kurdan hevalbendên PKK gunekar kirin ji ber xirabîyên wan ku di şevê da kirin. Navenda Hevkarîyê jî, piştra beyanek derxist û tê da beyan kir ku, ev yek ne cara pêşîn e.  Hevalbendên PKK tim jî ji kar û xebata rêxistinên dinê aciz dibin û xirabîyên han dikin. Lê ev yek navê kurdan xirab dike û bi kêrî dijminên Kurdan tê. Got, divê ew kes dev ji van kiryarên xirab êdî berdin.

STOKHOLM-Swêd:

Cejna NEWROZê ya 2002a li paytextê Swêd Sokholmê bi awakî girsî û bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Êvara 21ê Adarê bi qasî 3000 kes li çolê kombûn û agir dadan û bi kêf û şahî Newroz pîroz kirin. Ber dahol û zurnê govend gerandin, hunermend Hesen Melle û koma xwa ya sazbendan bi stranên govendê reng dan êvara Newrozê.
Ev serê çend salan e ku Komela Kurdan a Spangayê, vêxistina agirê Newrozê li çolê kirîye adet û hersal bi hezaran kurd derdikevin çolê û agir dadidin. Lê beşdarîya şahîya îsal ji ya her salî mezintir bû.
Dîsan li Stokholmê di roja 23ê Adarê da şahîyek jî li hundir çêbû. Bi qasî çar hezar kesî beşdarî şahîyê bûn. Di salona mezin da cî nema gelek kes li ser pîyan bername temaşekirin. Bi bernameyeke kulturî ya zengîn şahî hatibû amadekirin. Hunermendên naskirî yên wek Feqiyê Teyran, Hesen Şerif, Kemal Mihemed, Ziyad Essad, Hesen Melle, Xeyro Melle û Hozan Cano bi kilam û stranên kurdî şeveke xweş dan derbaskirin.
Ji gelek partiyên siyasî, dezgehên demokratik mesajên pîrozbahiyê hatibûn şandin. Bi vî awayî kurdên li Stockholmê careke din li Newrozê û herweha li doza azadiya gelê kurd xwedî derketin û bi kêfxweşî cejna xwe pîroz kirin. Ev şahî ji alîyê Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê hatibû amadekirin.

LONDRA (10 Adar)
Roja 10ê Adarê şahîyek ji alî KOMKAR-Îngiltere hatibû amadekirin. Bi qasî 1200 kes beşdarî şahîyê bûn. Hunermend Şivan Perwer, Fatê, Koma Bedil, Erdal Erzincanli, Grup Anatolia û koma muzîkê ya KOMKARê bi stranên xwe û koma govendê ya bi navê Hêvî jî govendên hêlên cuda bernameyeke zengin û xweş pêşkêş kirin. Mesaja sekreterê giştî yê PSK Kemal Burkay û ya PDK-Bakur hatin xwendin, parlamenterê Partiya Karkeran ya Îngîliz Ceremy Corbyn Ingilîz gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe da dîyar kir ku bi dil û can piştgirîya tevgera azadiya gelê kurd dike.

KOPENHAGEN/ DANÎMARKA
(20 û 23ê Adarê)
Roja 20ê Adarê li Paytextê Danîmarkayê Kopenhagenê Newroz li meydaneke bajêr bi vêxistina meşalên agir û bi dahol û zurne û govendê dest pê kir. Meydan bi plaqatan hatibû xemilandin. êvarê jî li saloneke mezin da hat pîrozkirin. Şahîyên Newrozê ji alîyê komiteyeke mişterek ya 10 partî û rêxistinên kurd ve hatibû organîzekirin. Di serî da PDK-Iraq, Yekîtî û Insîyativa Kurdên Danîmarkayê ji bo Kurdistana Başur biryara pîrozkirina Newroza muşterek biryardar bûnê, dûra 7 rêxistinên din jî ku di nav wan da PSK, PDK-Îran, PDK-Bakur hebûn, wek piştgir di komîtê da cî girtin.
Dîsa bi amadekarîya vê komîtê şahîyek jî di roja 23ê Adarê da li saloneke mezin çêbû. Jimara beşdaran bi qasî 1000 kesî bû û di bernameyê da hunermendên naskirî wek Ciwan Haco, Qadir Esad, Fatê, Nûrettin Çiçek, û Koma Wan-ê bi stranên xwe yên delal şevaheng geş kirin.
Serokwezîr Anders Fogh Rasmussen, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Sosyalist Holger K. Nielsen, Sekreterş pêwendîyên navnetewî ê Partiya Sosyal Demokrat Erik Boel, Sekreterê Giştî yê Lîsteya Yekbûyî Helge Bo Jensen, ji Parita Sosyal Liberal Ole Olsen ve parlamenterê Partiya Konservativ Gitte Seeberg bi şandina pîroznameyên xwe piştgirîya xwe nîşandan.

NEMSE (Avusturya)
Roja 22ê Adarê lii paytextê Nemsê Viyana'yê li ser banga PSK, PDK-Îraq, PDK-Îran, YNK, Yekîtî (Surîye) 600 kes kom bûn û bi kêfxweşîyeke mezin Newroz bi hevra pîroz kirin. Şeş rêxistinên demokratîk jî destek dan pîrozkirina vê şahîyê. Hunermend Fatê, Qadir Elyasi û Emir Hasan bi stranên xwe reng dane pîrozkirina Newrozê.

FRANSE
Lı payîtextê Fransê Paris'ê da KOMKAr-Franse, Însîyatîfa Kurd a Franse, Mala Çanda Kurd û Komela Mezopotamya di roja 24ê Adarê da bi hevra Newroz pîroz kirin. Qasî 1000 kes tevî şevê bû. Hunermend Şıvan Perwer, Omer Gundî, Şêrîn, Suzan, û Ozan Cîhan bi kilam û stranên xwe Newroz geş kirin. Komcıwan-Franse jî bi bi govend û lîstikên Kurdî cıvîn rengîn kir.

HOLLANDA
KOMKAR -Hollanda û Komela Xanî bi hevra li Den Haagê li Meydana Mandela û di salonekê da, roja 20ê Adarê Newroz pîroz kirin. Di şahîyê da 500 kes beşdar bûn wan li ber dahol û zurnê govend gerandin. Agirê Newrozê hat vêxistin, helbest hatin xwendin stran hatin gotin. Li ser navê rêxistinên amadekar yek gotar hatin pêşkşêkirin. Û beşdaran bi hevra şîv xwarin. Cejn bi kêfxweşî û serfirazî derbas bû.

Li Atîna agirê Newrozê!...

Çar partîyên Kurdan (PSK, PDK-İran, PDK-Bakur û Yekîtî (Sûryê), di 30’ê Adarê da, li paytextê Yunanîstanê şahîya Newrozê pêkanîn. Nêzîkî 800 Kurd û Yunan beşdarê sahîyê bûn. Endamê Komîta Merkezî ya Partîya SÎNAPÎSMOJÎ P. Trîgazîs, di şevê da axaftineke dirêj kir û careke din pîştgirîya partîya xwe û gelê Yunan li gelê Kurd anî ziman. Berpîrsê Komîta Çavnêrîya Navnetewî a Yekîtîya Milletan, gelek nunerên sendîka û sazîyên Yunanî jî bi beşdarbûna xwe va piştgirîya xwe nişan dan.

Koma Niştîman, bi govend û stranê xwe va rengeke xweş da şevê. Hunermendê Kurd Feqîyê Teyran jî beşdarê şahîya Newrozê bû. Beşdaran bi kilama Feqîyê Teyran, hatin çoşê û gelek caran keyfxweşîya xwe nîşan dan.

Newroza îsal careke din jî îspat kir, ku Kurd dev ji doza xwe bernade, dijî polîtîkayên teslîmbûnê xebat û yekîtîya xwe xurttir dike. Herwekî tê zanîn Serokê PKK Abdullah Ocalan, piştî girtina xwe gelek tişt diji partî û rêxistin û hukumeta Yunanî gotibû û ev yeka jî dilê dostê Kurdan sar kiribû. Lê kar û xebata Kurdên din û pêkanîna şahîya Newrozê dilê dostên Kurda hêdî hêdî germtir dike.

 
PSK Bulten © 2002