PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Şahîyên Newrozê di Nîsanê da

Şahîyên Newrozê li der welat di meha Nîsanê da jî berdewam kir.

Roja 7’ê Nîsanê li Elmanya, bajarê Esenê di şahîya Newrozê da 10 hezar Kurd beşdar bûn. Rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê ev şev bi hevra hazir kiribûn. Ango Hevkarî ( PSK, PDK-Iraq, PDK-Îran, YNK, PDK-Bakûr, PDK-S) û Palatforma Netewî ya Kurdistana Bakûr ( PSK, HW, PADEK, ÎAK, PÎK, PRK-Rizgarî, PŞ-Kawa, RSDK) bi havra çêkiribûn.

Ji ber vê yekitîyê di nav Kurdan da dilxweşîyeke mezin çêbû û Kurd ji çaralî Elmanya hatin salona mezin tijî kirin. Şev bi serfirazî û kêfxweşîyeke mezin derbaz bû.  Mamoste M. Emîn Bozarslan di şevê da beşdar bû û peyîvî. Ji bîyanîyan û ji Kurdan gelek mesajên pirozîyê hatibûn şandin. Hunermendên hêja Şivan Perwer, Ciwan Haco, Nasir Rezazî, Huseyîn Omerî, M. Kemal Kahraman, Ayvaz tê da beşdar bûn û civîn bi saz û stranên xwe şên kirin. Komên KOMKAR’ê govend kişandin. Kurdistan-TV û Kurd-Sat’ê û gelek radyo û rojnameyan dîdem û nûçeyên şevê gihandan guhdar û sêrkarên xwe.

Eva nimûneyeke gelek baş bû di warê yekitîya Kurdan da. Dil hêvî û daxwaz dike ku ew berdewam bike û ne tenê di warê şahîya Nwrozê da, lê di berxwedana Kurd da bi her awayî.

Her di eynî rojê da (7’ê Nîsanê) li bajarê Munîhê jî cejna Newrozê hat pîrozkirin. Li wir jî PSK, PDK-Îran, Yekitî-Sûrî û PŞ-Kawa newroz bi hevra pîroz kirin. Herçiqas li Esenê newroza mezin jî hebû, dîsa 1200 kes di şevê da beşdar bû û salon tijî kir.

Komkar-Franse di 8’ê Nîsanê da li Parîsê, Komkar-Swîsre jî di 21’ê Nîsanê da li bajarê Lozanê newroz bi şahî pîrozkirin.

Di derheqa van şevana da ji bo zêdetir agahî binêrin rojnama Dema Nû, hejmar 3. 

 

 
PSK Bulten © 2001