Me
Nûrettîn jî winda kir!
Xebereke reş ya din hat. Me hevalekî delal,
sosyalîst û welatparêzekî hêja, mirovekî gihîştî û naskirî,
rêvebirê rojnama Dema Nû û yek ji endamê Komîta Sereke ya
HAK-PAR’ê, Nurettîn Basût jî winda kir.
Nûrettîn 5’ê Adarê li İstembolê di qezayeke trafîkê
da jîyana xwe windakir. Dîbêjin bi erebeyekê ji İstembolê
diçû ber bi Gebzeyê, di rê da qontrola dîreksîyonê windakir
û erebe kete binê qamyonekê. Qontrola erebê çawa û çima windakir,
gelo li pişt vê qezayê dezgeyek heye yan tune, mixabin
di derheqa vê yekê da zêde agahdarî li ba me tune. Lê piştî
qezayên ku bi dû hev tên ser hevalên me, bibê nebê şik
jê çê dibe..
Bi bihîstina vê xeberê malbata wî, nas û dostên
wî, hevalên wî pir êşîyan, ketin xemgînîyeke mezin. Dest
û pî li me sar bûn. Kes ne li benda mirineke han bû. Nûrettîn
mirovekî jîr û hezkirî bû, di nav kar û xebatê da bû. Tiştekî
usa ne dihat bîra kesî.
Lê dil çiqas razî nebe jî rastîya jîyanê ev
e. Mirin carina bi nexweşîyekê, carina bi destê dijminekî,
carina jî bi şiklê qezayekê tê. Me di van salên dawî
da di qezayên trafîkê da hevalên delal windakirin: Yavuz Koçoğlu,
Enîs Eren, Cemal Sevîn, Bozan Erdem –tevî jina xwe Emîne û
keça xwe Berîvan… Mixabin hîn êş û birîna ku wan çêkir
teze bû û di serda mirina Nûrettîn hat..
Di rojeke han da nivîsandin li ser hevalekî han gelek zehmet
e. Meriv nizane ji çi dest pê bike, çi bêje..
Nurettîn Kurdekî Serhedê bû ku di sala 1952 da li Girîdaxê
(ku yek ji warê şoreşên kurdistanê bi nav û deng
e) hatibû dinyayê. Xwend, bû mamoste û di salên 1970’yî da
li Grîdaxê dest bi mamostetîyê kir. Mamosteyekî pêşverû,
welatparêz û endamê TOB-DER’ê bû. Bi weşana Rîya Azadî
di sala 1975 da bû hevrê û hevalekî Partîya Sosyalîst a Kurdistan.
Ew û hevalên xwe li Girîdaxê di şerê dijî faşîzmê
da berxwedan û qehremanîyeke mezin nîşan dan, hêza faşîstan
li heremê şikandin. Gridax bû qeleyeke xurt ji bo şoreşgerên
Kurd.
Di vê berxwedanê da Nûrettîn bi dilsozî, mêranî
û zanîn derket pêşîyê. Di organîzekirina Partîya sosyalîst
a Kurdistadan da û di xurtkirina bîr û bawerîyên welatparêzî
û sosyalîstî li heremê roleke mezin lîst. Bona vê yekê gelek
caran hat girtin, bû hedefa êrîşên faşîstan.
Di kongreya pêşîn ya PSK da (1980) ji
du delegeyên Girîdaxê yek Nûrettîn bû.
Piştî 12 İlonê tevî gelek heval û hogirên me dîsa
hat girtin, bi rojan îşkence dît. Di hepsa Erzurumê da
berxwedana wî û ya hevalan bi awayekî giştî nav û deng
da. Di mehkemê da doz û dewaya milletê Kurd û bîr û raya Partîyê
bi mêranî parast. Cezayên giran danê û ji heyşt salan
zêdetir di hepsê da ma. Dema derket kar û barên girantir girt
ser pişta xwe û xebata xwe bê westan ajot. Bona vê yekê
dîsa bû hedefê eza û tedaya sazûmana zordest û zulimkar, di
derheqa wî da gelek dawa hatin vekirin û ceza danê.
Di hilbijartina sala 1991 da (20’ê Çirîya Pêşîn) li
Girîdaxê, bi şiklekî “serbixwe” namzedê sosyalîst û welatparêzan
bû.
Ji mîtînga Patnosê
- 1991 |
Di avakirina HEP û DEP’ê da, DDP’ê û DBP’ê
da, di qiyadê van partîyan da cî girt.
Nurettîn yek ji avakirên KURD–KAV’ê bû.
Ji destpêkê vir da karê Dema Nu bi rêva dibe
û tê da dinivîse.
Li vê dawîyê ji bo yekitîya hêzên welatparêz
kar û xebateke hêja kir û di avakirina HAK-PAR’ê da roleke
baş lîst, di Meclîsa Giştî û Komîta Rêvebir da cî
girt.
Em ji kar û xebatên wî, ji berhemên wî kîjanê
bêjin, kîjanê nebêjin. Ew stûnek bû di karê rêxistinî da,
ku tim kar û barên giran digirt ser milê xwe. Di fidakarîyê
da nimûne bû û tim hêvî da der û dora xwe.
Belê, tevgera kurd lawekî xwe yê mezin winda
kir ku cîyê xwe bi hêsanî tijî nabe.
Em ne li benda mirina wî bûn. Nurettîn hîn
dikaribû gelek kar û xebatên mezin bike. Di vê qonaxa teze
da ku Kurd bi helwesteke teze, bi dilfirehî û dûrbînî li hev
dicivin, yekitî pêk tînin, da ku tevgera kurd ji vê neqeba
teng derbazkin, rîya azadî û rizagarîyê vekin, hewcedarîya
me bi hevalekî wek Nurettîn zêdetir bû. Mixabin qezaya bêbext
û mirina bêwaxt ew ji nav me bir û karê wî nîvçe hiştin.
Lê dîsa jî, tesellîya me ev e ku, Nûrettîn li ser pîyan çû.
Bi camêrî, bi serbilindî.. Di rojên teng da, di şevên
tarî da ku, gelekan xwe şaşkirin, sist bûn, dev
ji dijmin berdan êrîşî dostan kirin, yan vekişîn
mala xwe, Nûrettîn tucar sist nebû, bê hêvî ne bû û li pêş
rêza berxwedanê meşa xwe ajot.
Ji mîtînga Patnosê - 1991
|
Wî bi şeref û serbilindî, bi rûyekî sipî
xatirê xwe ji jîyanê xwest..
Bona vê yekê, di rûpelên berxwedanê da, di dîroka milletê
Kurd da cîyê wî tim wê hebe.
Carina gotin têrê nakin ji bo eşkerekirina
hîsên mirovan. Êşa me mezin e. Lê dîsa jî serê me hemûyan
sax be hevalno! Serê jina wî û zarokên wî, serê nas û dostan
û serê milletê Kurd sax be!
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan
6 Adar 2002
|