PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
“Ohaa!” dirêj bû..

Wekî eyan e, “Ohaa!” navê şiklê îdara dewleta Tirk e li Kurdistanê.

Berê “Ohal” bû, lê sal bi sal dirêj bû û bû “Ohaa!”

Dewleta Tirk 23 sal berê, sala 1978 li Kurdistanê û li hin bajarên mezin ên Tirkîyê îdara orfî êlan kir. Du sal piştî wê, 12 Îlona sala 1980 esker dest danî ser hukim û di temamîya Tirkîyê da îdara orfî çêbû. Çend sal şunda ev îdara şidandî hêdî hêdî ji ser bajarên Tirkîyê rabû û ma li Kurdistanê. Ya Kurdistanê jî piştra bû “Ohal”. Ango rewşa taybetî, yan jî rewşa giran ku heq-huqûqê xelkê mintiqê hate rakirin, Kurdistan gor kêfa walî, esker û polêze dewleta Tirk hate îdarekirin.

Dewleta Tirk di van salan da dijî Kurdan şerekî qirêj bi rêva bir, her texlî xirabî kir û di saya “huquqa” Ohalê da xelk û hêzên demokrat bêdeng kir.

Ohal, van salên dawî li ser hin bajarên Kurdistanê hat rakirin, lê lir ser hinan (Dîyarbekir, Şirnax, Hekkarî û Dêrsîm) hîn berdewam e. Dewleta Tirk çend roj berê, Ohal çar mehê din dirêj kir.

Lê cîyên ku Ohal hatîye rakirin jî tu tişt ne guharîye. Li wan deran jî dîsa huqûq tune, qanûn tune, zulm û zordestîya dewleta Tirk berdewam e.

Ango 23 sal derbaz bûn, lê di helwesta dewleta Tirk da tu tişt ne guharî.

Xuya ye ev dewlet nikare Kurdistanê bi şiklekî normal îdare bike. Nikare bi rindî, bê ço, bê zor û zulm, wek merivan îdare bike. Ev dewleteke hov e, har e, barbar e; jê ra îdareke han divê.

Ev gotina “ohaa!” li welatê me ji gayên cot ra tê gotin, lê li karbidestên vê dewleta hov gelek dişkê.

Ji xwe li welatê me dema yek bêedebî û ehmeqîyekê bike, jê ra dibêjin “ohaa!”

Ohaa, efendîno, ohaa!..

Cîyê we li Yekitîya Ewrûpa hazir e, ohaa!

 
PSK Bulten © 2001