PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Oxir be camêro!

Oxir be camêro!
Hatin heye, çûyîn heye...
Oxir be Nûro, Nûrî abî, kekê Nûreddîn
Oxir be!

Gelo kê ecele kir ecel zû ani?
Dijminê hêvîşkestî û tirsonek?
Yan trafîka wek wan ya xûnxar?..
Ez nizanim...
Lê, zû bû kekê min, çûyîna te
Zehf zû bû...

Tê bêjî qey çiyayê Agirî hemû li ser pişta te bû,
Gola Wanê nav zikê te da pît girêdayî,
jo bo ku neyar nerevîne û nebe...

Gelo Evdalekî Zeynê maye
çend gotinên kurmancî bilûrîne?
Gelo çemê Mûradê pê hesîya?
Bila ji kulla dilê kurda ra bisekine, şevekê nekişe
Bila Sîpan xêlîya reş girêde
Panos û Erdîş li ber bigrîn,
Deşta Zêdka û Milazgirê agir pê keve,
bişewite bi tevî berfa zivistanê.
Bila Xalis û Ferzende,
Broyê Heskê Têlî, Şêx Zahir û Nadirê Paşê
careke din axîn bikişînin,
Bila Seyîdxanê Kerr destê xwe bibe ber guhê xwe
Em çawa li ser wî distirên
Ew jî carekî li ser Nûro bistire,
Bila bûka kurda li Bazîdê
careke din bibêje “Ez nemînim”

Lê bila ji Kemal Burkay ra nebêjin
hevalê te, stûna mezin, Nûroyê Serhedî êdî tune.
Ji havalan ra nebêjin ew mêrê roja teng
li hember zilma romê hergav bi ceng
îro tune li meydana camêran.

Oxir be camêro!
Hatin heye, çûyîn heye...
Oxir be Nûro, Nûrî abî, kekê Nûreddîn
Oxir be!

2002-03-05

Azad Nûbar

 
PSK Bulten © 2002