Peyama Newrozê
Gelî xwişk û birayên hêja,
Li seraserê Kurdistanê, em cejna xwe yê netewî di hel û merceka
taybet û hestyar da pîroz dikin.
Pêla guhartin û berxwedana sîvîl û demokrat bi ser navçeyê
Rojhilata Navîn, Afriqayê Bakûr û welatên Kendavê yên Ereb
da girtiye û tirs û lerzekî mezin xistiye dilê rejimên diktatorên
wan herêman.
Pêla guhartinê her usa tirs û lerza dewletên dagirkerên Kurdistanê
pirtir kiriye. Diktatorên navçe û dewletên dagirkarên Kurdistanê
bi hemu hêz û teqetên xwe ve bona peşi lê girtina pelên
guhartinê hewl didin.
Lê bele dîrok şahid e, ku hemu kar û hewl û cehda dagirkeran
badilhewa ye. Ew nikarin pêşiya xebata aşiti, azadi
û demokrasiyê bigrin, nikarin bibine asteng li ber çerxa zamanê,
ku berê wê hertim ber bi pêş e.
Gelî hêzên welatparê û demokrat,
Evîndarên azadî û aşitiyê,
Herwekî ji bo me hemu eyan e Newroz her usa sembola yêkitî
û berxwedan e, mizgîniya serketinê ye.
Werin em xebata sîvîl, aşitîxwaz û şiveyên din
yên serdemî bikine hevîna berxwedana xwe,
Werin ji bona bi dest xistina mafen xwe yên demokratîk û
netewî, ji bona jiyaneka azad û bextewar milên xwe bidine
hev, kar û xebate bikin, daku bikarin mizgîniya serketinê,
mizgîniya Kurdistana azad û demokratê bidine şehidên
xwe.
Gelî xwişk û bira,
Bi van hestan Newroza we pîroz dikin.
Hemu rojên we Newroz Newroza we pîroz be!
Adara sala 2011
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
|