Beyana PSK
PAKÊTÊN VALA û QANÛNA POŞMANÎYÊ
Hukumeta AKP (Partîya Edalet û Pêşveçûnê) jî wek yên
berî xwe, “pakêtên demokratîyê” ji parlamenê derbaz dike.
Dÿbêje evana ji bo endametîya Yekitîya Ewrûpa ne.. Him berdevikên
hukumetê, him jî di çapemenîyê da hin rojnamevan, wek her
timî, gelek pesna van gavên teze didin di rîya demokratîyê
da...
Lê bi rastî, ev tiştê ku dibêjin dîsa ne gavên mihîm
in û berê tiştekî nagrin, tu pirsan çareser nakin. Wek
nimûne: Hukumet dixwaze benda 8. ya Qanûna Dÿjî Terorê (TMK)
rake û hin kes, bi taybetî esker dij derdikevin. Hingê Wezîrê
Edaletê cemîl Çîçek dibêje: “Metirsin, bi rabûna vî bendê
kêmasîyek çênabe, di Qanûna Cezayê da bendê 312 heye û cîyê
vêna digre!..”
Wezîr rast dibêje! Ne tenê bendê 312 ya Qanûna Cezayê, lê
gelek bendên din di vê qanûnê da, di yên dinê da, bi taybetî
di Qanûna Esasî da heye ku pêşî li azadîya ramanî digre
û rê dide ku kesên xwedî bîr û bawerîyên “ne baş” bêne
derdestkirin, zindanîkirin û bêdengkirin...
Xuya ye bi van “pakêtan” tiştek naguhure. Ev guhartina
bendê 8 a TMK jî wek xapandineke ji bo raya giştî..
Yek ji hazirîya hukumeta AKP jî, derxistina “qanûna poşmanîyê”
ya nu ye. Dibêjin ew ji bo çekdarên PKK-KADEK´ê ne û armanc
daxistina wan ji çîyê ye û wek ef e. Ewê xizmeta avakirina
aşitîyê bike di civakê da.
Lê di rastîyê da, ew qanûna teze jî, wek yên berî xwe, xizmeta
tu armanceke baş nake û tenê hîle û dafik e, ji bo kesên
serê çîyê.
Ev qanûn jî, qasî ku eşkere bûye, ji wan kesan dixwaze
ku werin teslîm bin, curm û guneyên xwe bêjin, hevalên xwe
bidin dest. Himber van tiştan jî cezayê wan dîsa ef nabe,
lê biçek tê daxistin..
Ango dewleta Tirk dixwaze bi rîya vê qanûnê cardin endam
û çekdarên PKK bîne ber lêngê xwe, serçokî bike..
Behsa heq û azadîyên Kurdan ji xwe nayê kirin.
Ev yek jî nîşan dide ku di mesela Kurdan da di navbera
sîyaseta AKP û yên berî wê da tu ferq tune. Tiştê ku
ew dike û dixwaze bike dîsa xapandineke bu raya giştî
ya hundur û der.
Bi raya me ev Qanûna Poşmanîyê ya teze jî berê tiştekî
nagre. Çÿma di van rojana da cardin dest avêtinê, ew jî malûm
e. Piştî Şerê Kendavê ya dawî li İraqê û Kurdistana
Başûr rewş gelek guharî. Sazûmana Tirk kete tengasîyê.
Tÿrsa wê ew e ku hêzên PKK jî wek yên Micahîdînî Xelk sîlehên
xwe teslîmî hukma Başûr bikin û li wir bimînin. Hingê
ew maneya “terorê” ku bi salan e bûye benîşta devê dewleta
Tirk, wê nemîne û Tirkîye mecbûr be eskerê xwe ji Başûr
vekişîne.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, careke din bangî karbidestên
Tirk dikin ku dev ji van dafik û lîstikan berdin, bo çareserkirina
pirsa Kurd û bo demokratîyê gavên rastî bavêjin.
Yek ji wan gavan derxistina efekî giştî yê bê şert
û şûrt. Lê ew têrê nake. Divê hemû astengên li pêş
azadîya ramanî û rêxistinî jî bêne rakirin û heqên Kurdan
yên esasî bêne naskirin.
Bona vê yekê jî divê berî hertiştî Qanûna Esasî ya teze
û demokratîk bê çêkirin û tê da nasnama Kurdan bê qebûlkirin.
Divê bo naskirina heqên esasî yên kurdan gav bêne avêtin.
Berî hertiştî xwendina ji dibistanê heya zanîngehê, weşana
radyo û TV ya bê qeyd û sînor, û avakirina partî û komelên
Kurdan bi serbestî.
Ev Kurdên ku di dema şerê qirêj da ji welatê bav û bapîran
bi zorê hatin derxistin û koçber bûn, ku bi mîlyonan in,divê
bikaribin bi serbestî vegerin ser axa xwe û zirara wan bê
dayîn, birînên wan bêne dermankirin.
Di dema şerê qirêj da her usa jî aborîya Kurdistanê
ser û bin bû. Divê bo avakirina welatê me û jîndarkirina rewşa
aborî projeyên aborî bên serrastkirin.
Aşitî bi vî awayî tê Tÿrkîyê û Kurdistana Bakûr. Wekî
din çi bê kirin vala ye. Dewleta Tirk bi van kirinên derewîn
nikare Kurdan û dinyayê bixapîne. Bi hîle û dafikan tu pirs
çareser nabin, lê her diçin mezin dibin, girantir dibin.
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
22 Gulan, 2003
|