"Partî
ji bo çi hene?."
Kemal Burkay
Partîya Sosyalîst a Kurdîstan
çend hefte berê Kongra xwe ya 6’an çêkir. Xuya ye hin kes
ji biryar û daxuyanîya Kongrê aciz bûne. Yek ji wan helbet
dewleta Tirk e û dijminên gelê Kurd û demokrasîyê ne. Piştî
daxuyanîya Kongrê dîsa di rojnamên Tirkan da xeberên şaş
û derew derketin li ser Partîya me ku çavkanîya xwe wek hercarê
dîsa MİT’a Tirk bû.
Yên dinê ku ji Kongra 6’an û biryar
û daxuyanîyên wê aciz bûn serkar û berdevikên PKK bûn. Rojnama
Ozgur Polîtîka di serenivîsa
xwe ya di quncika “Ufuktan” bi rik û hêrs êrîşî Partîya
Sosyalîst a Kurdistan dike. Dibêje ji rexnekirina PKK pê ve
tiştekî nakin, hêza wan tune û xelk li dora PKK ye. Sernavê
nivîsê jî ev e:
"Partî ji bo çi hene?"
Pirseke xweş! Madem ku ev
heval gelek caran vê gotinê dikin, dibêjin partîyên din ne
tiştek in, hêza wan tune û karekî nakin, tenê PKK rexne
dikin, hingê heqê me ye ku em jî bersîvê bidin û vê meselê
piçekî zelal bikin. Gelo rastî çi ye?
Herçî kesê ku famdar e, hayê xwe
ji sîyaseta Kurdistanê heye
û rastîyê venaşêre, ango xwedî vîcdan e, helbet baş
dizane kî çi dike û tiştê ku dike bi kêrî kê tê. Me jî
li ser van tiştan gelek caran qise kirîye û nivîsandîye.
Lê dîsa jî, zirara xwe tune, emê careke din li ser bisekinin.
Yê ku rast e û heq e divê
ji gengeşîyên han netirse.
Berî hertiştî, yê ku gunekarkirina
partîyên dinê ji xwe ra kirîye wek adet û usûl, heya dijminahî
û şerê wan ji xwe ra kirîye kar û mijûlî kî ye? Em in,
partîyên dinê ne, yan PKK bi xwe ye?
Herkes jî baş dizane ku, PKK
ta ji destpêkê, bi destê dewleta Tirk hatîye çêkirin ku berî
hertiştî şerê Partîyên Kurd bike, tevgera Kurd bi
destê wê bike rêyeke şaş. PKK çawa derkete meydanê
me li gotin û kiryarên wê nihêrî, ew tişt fêmkir û hîn
di wan salan da got. Lê helbet di dest da şop
û delîl hebin jî, arşîv
û raporên MİT’a Tirk di dest me da tunebû. Kesên wek
Ugur Mumcu ku evtişt dizanibûn, wan jî, ji bo ku dewleta
xwe rûreş ne kin, eşkere ne kirin. Lê tiştê
herî baş, piştî midetekî Ocalan bi xwe, dibe ku
di emrê xwe da cara pêşîn rast
qisekir û ew pêvendî eşkere kir. Got: “Min PKK bi destê
MİT’a Tirk çêkir. Sê salan nanê me, sîlehê me dewleta
Tirk da, heya parastina me bi saya wan bû. Tiştê ku ji
me xwastin emê şerê partîyên Kurd bikin li Kurdistana
Bakûr…” Ocalan ev tişt çend caran di
Med-TV’da got û di rojnama Ozgur Polîtîka da nivîsand. Ji
bona eşkerekirina vê rastîyê û cesareta wî, em spasî
wî dikin! (Herçî kesê ku çavkanîyên van gotinan mereq dikin,
bila li Ozgur Polîtîka, hejmara 29 Çileyê Paşîn, 1998,
li nivîsa Aydin Zafer binêrin.
Apo di rojnamê da bi vî navî dinivîsand. Her usa jî bila li
kitêba Apo, bi navê “Dewrîmîn Dîlî we Eylemî” ango “Zman û
Kirinên Şoreşê” binêrin; di wê da bi dehan nimûneyên
bi vî cureyî hene..)
Ocalan çima ev tişt bi destê
xwe kir? Dibe ku ji bo pesna xwe
bide, bêje ez çi mirovekî bi fen û fût im, jêhatî me, min
ji kîsî dijminê xwe partîyek han çêkir!. Lê bi raya min, ev
gotin ji ber hin xem û tirsan bû. Ji ber ku, Apo dizanibû
di nav Kurdan da raya gelek kesan ev e ku PKK bi destê dewletê
çêbûye. Hevalên xwe yên berê jî di derheqa pêvendîyên wî û
dewletê da gelek tişt
dizanibûn û gelek jî nivîsandin. Her usa jî, tirsî ku rojnamevanên
wek Ugur Mumcu ku di vî warî da gelek tişt dizanin, heya
berpirsîyarên dewletê bi xwe, dikarin rojekî hertiştî
eşkere bikin.. (Mumcu, mixabin tiştê ku zanibû eşkere
ne kir, dema ku xwast
eşkere bike jî, dibe ku ji ber vê sebebê, bi destê hin
hêzên tarî hate kuştin.) Lê li dawîyê, sebep çi dibe
bila bibe, Apo ev tişt bi xwe kir, wek karekî baş
û hêjayî pesindanê nîşan da..
Ji xwe PKK piştî ku çêbû,
dewletê çi jê xwast bi cî anî. Şerê partîyên Kurd (PSK,
KUK û yên dinê) kir ku berî PKK çê bûbûn û ji bo hişyarkirin
û rêzkirina milletê Kurd kar û xebat dikirin. Heya şerê
çepê Tirkan kir. Li Soregê (Sîwerek), Wêranşarê û li
cîyên dinê eşîr berdane hevdu. Teroreke mezin kir. Apo
bi xwe jî eşkere
dibêje: “Piştî ku PKK çêbû sê salan, dewletê çi ji me
xwast me bi cî anî!” Belê, bi alîkarîya dewletê Apo ev tişt
kirin, di Kurdistanê da tevlihevîyeke mezin çêkir û nav û
dengê wî û ya partîya wî hat bihîstin.
Yek ji maneyên cûnta eskerî ku
di 12 İlonê da dest
da ser hukim, ev terora PKK bû. Ango "dewleta kûr"
ji PKK çi hêvî dikir, bi vî awayî bi dest xist.
Ango jîyana sîyasî ya Apo û ya
PKK bi vî awayî dest pê dike.. Ger meriv vê yekê nezane û
nede ber çav, nikare ji nav van tiştan derkeve û fêm
bike: Gelo, ewqas şaşî û xirabîyên ku PKK di van
22-23 salan da kir ji bo çi bû û çima tevgera Kurd li Bakûr
îro hat giha vê netîceya xirab?.
Belê, çiqas tiştekî ecêb e
ku (bi rastî, ji bo kesên ku vê dewletê baş dinasin û
hayê wan ji fen û fûtên zordestan heye
ne ecêb e) dewleta Tirk PKK bi destê xwe çêkir û derxist meydanê.
Bona vê yekê, PKK jî bibê nebê sîyaseta xwe li ser bingehê
dijminahî çêkir li himber partî û rêxistinên Kurd yên welatparêz.
PKK li dervayî xwe herkes wek dijmin hesiband, partîyên Kurd
û heya hevalên xwe ku car bi car di sîyaseta PKK da ketin
şikê û ew rexne kirin.. Serda jî gelê Kurd piçûk dît
û dijminahîya gel kir. Bê sebep ne bû ku, Apo di kitêba xwe
ya pêşîn bi navê “Kurdîstan Devrîmînîn Yolu” (Rîya Şoreşa
Kurdistanê) da Kurd gelek gunekar kirin, li wan heqeret kir,
tiştên ku berî wî hatibûn
kirin hemû înkar kir û usa nîşan da ku wekî dîroka Kurdan
bi wî û partîya wî dest pê dike. Ma îro jî ne usa ye?.
Sîyaseta PKK Piştî 12 İlonê
çi bû? Dîsa bi vî rengî berdewam kir.. PKK piştî ku dest
bi şerê çekdarî kir di sala 1984 da, çima êrîşên
xwe bir ser jin û zarokên gundîyan, miellîman, mirovên bê
gune û bê parastin? Çima li der welat êrîş bire ser partî
û komeleyên Kurdan, komele şewitandin, civînên sîyasî
û çandî wek şevên newrozê belav kirin, heya şoreşgerên
Kurd û Tirk kuştin ku dijî sazûmana
zordest û faşîst a Tirkîyê li der welat ber xwe didan.
PKK çima li welatên Ewrûpa teror kir? Rêxistineke ku bi navê
rizgarkirina welat û milletekî derkeve meydanê van tiştan
dike, yan sîyaseteke bi aqil dajo ku bikare li himber dijminê
xwe bereyeke (cepheyeke)
fireh ava bike?.
Lê PKK bi kirina van tiştan
gelek kêfa sazûmana Tirk a zordest anî. Di welat da gelek
eşîrên Kurd aciz kir, êşand û kire bin perê dewletê.
Di navbera rêxistinên Kurd da dijminahî çêkir, rê li ber bereyeke
netewî girt. Bi van kiryarên şaş raya giştî
ya Tirk jî kirê dijminê Kurdan. Ew Tirkên demokrat, çep û
pêşverû ku berê ji tevgera Kurd ra dost bûn, piştgirîya
gelek daxwazên Kurdan dikirin, li kirinên PKK nihêrîn û jê
sar bûn. PKK bi terora ku li welatên Ewrûpa kir, li wir jî
dostê Kurdan ji Kurdan sar
kirin.
Gelo PKK ewqas şaşî
ji nezanî û dînîtîyê kir, yan, çawa Kurdên Sûrîyê digotin
“miellîmên wanên berê û yên teze” ev rê wek bername û planekê
hazir kiribûn û danîbûn pêş wan?.. Şikê me tune
ku sebebê esasî ya duduyan bû.
Belê PKK
di Kurdistanê da şer derxist ku 15 salan ajot. Lê ev
şer bi rastî ji bo rizgarîya Kurdistanê bû, yan jî -gor
dil û daxwaza dewleta Tirk- ji bo valakirina Kurdistanê bû?
Bi raya me, nîyet çi dibe bila bibe, tiştê ku jê hasil
bû ya duduyan e. PKK şer derxist,
lê ji bo ku bi ser nekeve, çi lazime kir! Bi kiryarên şaş
(bi şaşîyên zanetî) raya giştî ya Kurdan ji
xwe sar kir, pêşî li bereyeke netewî girt, li welatên
derva xelk êşand, bû sebebê windakirina dostê Kurdan.
Ango, ger ji bo serketina vî şerî şansek hebaya
jî, di rûbarî van kirinên şaş da bi ser ne diket..
Li dawîyê 40-50 hezar însanê me, piranîya wan xort, jîyana
xwe winda kirin. Çar hezar gund û bi dehan bajar ser û bin
bûn, hilweşîn û hatin şewitandin. Gelek cîyên Kurdistanê
bi temamî yan jî nîv-nîvê
vala bûn. 4 mîlyon însanê me ji welatê bav û kalan barkirin
çûn, li dora bajarên mezin, li xerîbîyê bê mal, betal, birçî
û perîşan bûn. Li himber ewqas bedêleke giran jî tiştek
bi dest ne ket, bostek erd rizgar ne bû û Kurdan tu heqekî
piçûk ne standin; heya
yên di dest da hatin windakirin. Li Tirkîyê bi awayekî giştî
hêzên demokrat windakirin, hêzên kevneperest, mîlîtarîst û
şovîn gelek xurt bûn.
Bi kurtî, bîlanço ji bo Kurdan
felaket e. Ji bo xebatkar û hêzên demokrat ên Tirkîyê jî usa
ye. Yên ku ji vî şerî qezenç kirin tenê hêzên kevneperest
û şovîn in, dijminên gelê Kurd û dijminên demokrasîyê
ne; çete, diz û talanker in.
Nuha em vegerin ser pirsa berê,
sernavê nivîsa Ozgur Polîtîka: "Partî ji bo çi hene?"
Gelo PKK ji bo vî tiştî
hebû? Ji bo ku şêre partîyên Kurd bike, ji bo provakasyonê,
ji bo ku maneyan hazir bike ji derba eskerî ra, ji bo ku Kurdisanê
vala bike, ciwanên Kurd di rêyeke şaş da bi usûlê
Keşîş Gapon telef bike, hêza tevgera Kurd belav
bike û bi vî awayî şoreşa Kurd beravêtî bike?..
Belê, ya
ku PKK kir ev bû. Va ye hertişt li ber çavan e.
Gelo, berpirsîyarên PKK ji vî
halî gelek razî ne? Ger ew razî bin jî, kesên ku dixapin û
bi dû wan diçin pir bin, ma ev yek sezayê pesn û sena ye?
Dema kesê ku dane ser rêyeke şaş pir bin, divê em
jî ji rîya xwe vegerin û
tevî karwana wan bin? Yan jî, ger em hindik in, divê li himber
îxanet û prowakasyonê bêdeng bimînin; ango heqê me tune qisebikin?.
Lê tiştê ku PKK kirin ma
tenê ev in?
Dema Apo li Şamê bû ji bo
Kurdên Sûrîyê çi digot: “Sûrîye ne welatê Kurdan
e. Ev Kurd ji Bakûr hatine. Ezê dîsa wan vegerînim cîyê berê!"
Ev gotin bi kêrî kê tên û dijî
kê ne? Berî hertiştî ev gotin ne rast in. Kurdên Cizîrê,
yên Çîyayê Kurd û Kobanî bi sedan sal e, dibe ku bi hezaran
sal e li vir dijîn. Evder welatê wan e. Heya Kurdên Şamê,
Misrê û Yêmenê jî ta ji dema Selahaddîn li wir in. Lê em bêjin
ku ev Kurd ji bakûr, ji jorî xetê hatine. Lê kêmayî bi dehan,
be sedan sal e li vir in. Zevîyê mînan û xeta hesin gund û
bajarên van Kurdan, malbat û eşîran parçe dike. Ew plana
ku cardin van Kurdan koçber bike vegerînê Bakûr, ew ya kê
ye, ne ya hêzên Şovîn e li Sûrîyê? Çawa dibe yekî Kurd,
ku doza rizgarîya Kurdistanê û milletê Kurd dike vî tiştî
dibêje?.
Lê PKK bi van gotinan nema, dijî
Kurdên Sûrîyê teror jî kir, dijî kurdên ku gor PKK ne kirin
yan jî sîyaseta wê rexnekirin.
Lê sîyaseta PKK li himber Kurdistana
Başûr?
Piştî Şerê Xalîcê ji
bo Kurdistana Başûr jî firsendeke teze çêbû. Di sala
1991 da beşeke mezin ya Kurdistana Başûr rizgar
bû, li wir hukumet û parlameneke Kurd saz bû. Parlamena Kurd
di sala 1992’yan da daxwaza federalîyê kir û bi yekalî êlan
jî kir. Vê yekê tevî Îraqê, dewletê dinê ku Kurdistan di nav
xwe da parçe kirine, ango Tirkîye, İran û Sûrîye jî gelek
aciz kir û ev hemû hatin ba hev, li rê û çareyan gerîyan
ku çawa pêşî lê bigrin. Li Tirkîyê kemalîstên şovîn
ku dijminahîya milletê Kurd ji xwe ra kirine wek adet û hin
çepên şaş jî bi navê “dijî împeryalîyê” li himberî
federasyona Kurd û Ereb derketin û ev sazîya Kurd li Başûr
wek “İsraîla Duwem” bi nav kirin.
Di wan rojan da PKK çi bike baş e? PKK jî, bi îşareta
Apo, ev daxwaza federasyonê li Başûr wek bûyereke kevneperest
nîşan da û êrîş bire ser Kurdên Başûr, şerê
PDK û YNK kir. Di şer da şikesteke mezin xwar, soz
da ku cardin têkilî karê hukumeta Başûr
nebe, hurmeta wê bike û serêşîyeke din çêneke. Lê piştra
li ser gotina xwe nema û dîsa dest bi êrîş û xirabîyan
kir.
Ev sîyaseta PKK ku dijî hukmeke
federal bû li Kurdistana Başûr, bi kêrî kê hat? Bi kêrî
milletê Kurd, bi kêrî hêzên pêşverû? Tenê mirîdên çavgirtî
û kesên ehmeq bi van gotinan bawer dikin. Sîyaseta PKK ne
bi serê xwe bû. PKK bi daxwaza wan dewletan şer derxist,
ewên ku Kurdistan di nav xwe da parçe kirine. PKK bi wan gotinên
li ser şoreşgerî û pêşverûtîyê jî dixwast vê
sîyaseta şaş veşêre.
Ocalan, di wan rojan da ji rojnamên
Ereban ra usa digot: “Ev sazîya li Kurdistana Başûr wek
xençerek e di pişta Ereban da, ezê pêşî lê bigrim!”
De keremkin, serokekî Kurd, heya
tu welatparêzekî Kurd vî tiştî dibêje?. Piştî bindestîya
sedsalan, piştî berxwedaneke bê westan û bedêleke gelek
giran ku beşekî Kurdistanê azad bûye, milletê Kurd li
wir piçek bîhna xwe stendîye, meriv cejnê dike. Lê Ocalan
û partîya wî cejn ne kirin, wek dijminê milletê Kurd kirin.
Ji ber ku Apo ji menfeeta xwe ya şexsî pêve tiştek
ne da ber çavê xwe. Partîya ku wî jê ra rêberî kir, tucar
ne bû partîyeke Kurd, bendê wê tim di destê xelkê da bû.
Partîyeke han xurt bûye, ne bûye
kara Kurdan tê da çi ye? Heya meriv dikare bêje ku, partîyeke
han xurt be, zêde xelk bide dû, ev ji bo Kurdan xetereke mezintir
e.
PKK li Başûr bi salan dijî
Partî Demokratî Kurdistan şer kir. Di vê yekê da para
şaşîyên YNK jî hebû, ji ber ku xwast PKK dijî reqîbê
xwe bi kar bîne. PKK di sala 1995 da dijî dewleta Tirk careke
din bi yekalî şer sekinand, lê dest bi “şerê brûskê”
kir dijî PDK. Piştra jî navê wê danî “Hereketa Welatê
Rojê”, ango navekî şairane.. Her roj di Med-TV da pesna
xwe da, ka wê rojê çiqas pêşmerge kuştîye! Tu eleqeyê
vê kirinê bi mafê gelê Kurd, yan jî bi pêşverûtîyê tunebû.
Ev şer li ser daxwaza
dijminên milletê Kurd, lê bi destê PKK dihate kirin.
Di wê demê da pêvendîyên me û PKK
piçek nerm bû. Çi ji destê me hat me kir, da ku tesîrekê li
ser PKK bikin, ew şerê Kurdên Başûr neke. Lê ew
hêzên ku dixwastin di navbera Kurdan da şer derxinin
tesîra wan girantir bû. PKK jî ya wan kir. Me di wê demê da
her usa jî him şaşîyên PKK rexne kir, him jî çiqas
ji dest me hat, me hewl da ku şer di navbera Kurdan da
bisekine. Min di wan rojan da di Med-TV da, di programeke
zindî da qise kir û êrîşa wê
ya ser PDK bi xurtî rexne kir.
Bi vî awayî PKK li Başûr jî
roleke xirab lîst. Li wir bû sebebê tevlihevîyê. Mane û firsend
da destê Tirkîyê ku têkilî karê vî parçeyî bibe. Bû asteng
li pêş xelkê ku birînên xwe derman bike. Nuha jî eynî
tiştî li mintiqa Yekitî
(YNK) dike.
Sebebê vî şerî ku PKK nuha
li başûr dike çi ye?
PKK van çend mehên dawî îddîa dike
û dibêje ku dijî wê komployeke mezin heye di bin serokatîya
Amêrîkê da. PDK û YNK hazirî dikin êrîş bibin ser PKK
ku wê ji ortê hilînin û PSK jî di nav vê
komployê da ye!..
PKK di derheqa vê yekê da bi rîya
Medya-TV û rojnama Ozgur Polîtîka û bi hemû îmkanên xwe şemate
û propagandeyeke mezin dike. Lê ev gotin yekcar ne rast in.
PKK derewan dike. Bi xwe bûye haletê komployê û hin tiştan
hazir dike, lê dixwaze xelkê
bixapîne. Mesele ev e:
Piştî ku Avdilla Ocalan hat
girtin, careke din kete xizmeta dewleta Tirk û PKK jî bi dû
wî çû. PKK dijî dewleta Tirk şer bi yekalî sekinand,
dev ji hemû daxwazên Kurdan berda, bû parêzgerê îdeolojî û
sîyaseta dewleta Tirk, ya kemalîzmê û dewleta unîter.. Ocalan
nuha wek Ecewît û yên dinê, Kurdan jî beşek ji milletê
Tirk dihesibîne. Berxwedanên Kurdan yên berî xwe wek kevneperestî
nîşan dide û gunekar dike. Ew van tiştan hemû di
bin perdê “projeya aşiti û komara demokratîk” vedişêre
û dixwaze Kurdan vêcar jî bî vê çîrokê bixapîne.
Ocalan ji PKK xwast ku hêzên xwe
yên eskerî bi temamî bibe dervayî sînorên Tirkîyê û PKK daxwaza
wî bi cî anî. Heya ku efeke giştî dernekeve zehmet bû
ku ew bi temamî sîleh berdin û teslîm bin. Ger Ocalan ev yek
bixwasta jî zehmet bû ku gotina xwe bide kirin. Ji ber ku
herkes ewqas heps û ceza nade ber çavan. Sala çûyî dema bi
navê “heyeta aşitî” xwastin grûbên fireh bînin teslîm
bikin, him li serê çîyê, him jî li Ewrûpa kêm kesan bi gotina
wan kir, tenê du grûbên piçûk
hatin teslîm bûn. Ocalan bi xwe jî naxwaze ku di vê qonaxê
da gerîlla û PKK bi tevayî belav be. Ji ber ku ew, gerîlla
û rêxistinê ji bo jîyana xwe wek sîgorta dibîne, di saya wan
da bi dewletê ra li ser jîyana xwe bazarî dike. Sibe ceza
dardakirinê rabe jî, Ocalan vêcar ji bo kar û xebata ji bo
serbest hiştina xwe
dîsa hewcedarî wan be, ne ji bo tiştekî din..
Dewleta Tirk jî helbet van tiştan
dibîne, dizane ku tesîra Apo li ser rêxistina xwe gelek mezin
be jî, sînorên xwe hene. Naxwaze gelek zorê bide Apo û êtibara
wî daxe pênc qurişî. Hingê nikare vî şêxî gor dilê
xwe bi kar bîne. Lê dewlet hîn jî hewcedarî Apo ye, dikare
bi rîya wî gelek tiştan bike. Ji bo dewletê hêzên PKK
li der sînor bin çêtir e. Ger bikaribe wan dijî Kurdên Başûr
bi kar bîne, ew ji bo dewletê deh carî çêtir e. Hingê dikare
him li Başûr
tevlihevîyê çêke, hukma Kurd li wir jar û sist bixe, têkilî
karê başûr be, him jî hêza PKK li wir telef bike û jê
xilas be. Bi vî awayî dijminahîya nava Kurdan zêde be.
Belê, projeya dewleta Tirk ji
bo Başûr bi vî rengî ye. Dewleta Tirk dixwaze şerê
PKK û partîyên Başûr derxe. Ocalan jî ji vê yekê ra dibêje
erê. Xeyalên wî îro jî hîn mezin in. Xuya ye hin kes dîsa
di guhê wî da dikin pistepist û çavê wî dibiriqin.. Dibêje,
tiştê ku min ne karî li Bakûr bikim, ezê li Başûr
bikim, bibim hukumdarê wir.. Ji
xwe ji canê xwe û menfeeta şexsî pêve tu tişt ne
di bîra wî da ye!
Bi vî awayî PKK, gor senaryoya
dewleta Tirk karê bi rêva dibe ku bi destê generalan tê nivîsandin
û bi rîya Apoyê İmralîyê digihîje wan. Ev senaryo di
Kongra PKK ya 7’an da bû biryar. Ew biryara têkilbûna karê
başûr e, biryara şer e. PKK piştî Kongra 7’an
ev çîroka komployê derxist ji bo ku raya giştî bixapîne.
Medya-TV û rojnama Ozgur Polîtîka di vî warî da wek def û
zirnê bi kar tên, serê xelkê bi van deng û derewan gêj dibe.
Ew “projeya
aşitîyê di navbera Kurdan da” jî dîsa ji bo qanekirina
raya giştî ye. Ango dibêjin, PKK aşitîyê dixwaze,
lê “komplokaran” carê sond xwarine ku PKK ji ortê hilînin,
bona vê yekê PKK çi bike bê feyde ye, wan şer li ser
me ferz kirine!..
Belê, tîyatroya ku PKK
dilîze ev e. Bi rastî senaryoyeke gor hosteyan e. Xuya ye
PKK di vî warî da êdî bûye pispor. Miellîmên wan jî hosteyên
baş in. Ordîya Tirk di vî warî da gelek pisporên esker
û sîwîl bi kar tîne..
Lê rêxistin û rewşenbîrên
Kurd jî ne di xewê da ne. Ew fermanên ku Ocalan rojê carê
bi rîya awûqatên xwe dişîne li ber çavan in. Ew rêxistinên
başûr bi neheqî gunekar dike, PKK kişî ser wan dike.
Him jî venaşêre ku ev tişt bi kêrî dewleta Tirk
û heya bi kêrî Bexdayê tê. Yên ku mana van gotin û kirinan
fêm neke,
xuya ye ehmeq e. Serda jî, hin kesên ku beşdarî kongra
7’an bûn û ev plan bi çavê xwe dîtin û bi guhê xwe bihîstin,
lê dilê wan bi vê bêbextîyê razî ne bû, ji PKK dûrketin û
ev plan eşkere kirin…
Malûmatên ku vê dawîyê gihîştin
me jî nîşan didin ku, yê ku berê êrîş kirîye PKK
ye, ne YNK. Ango PKK di Kongra 7’an da bo şer biryar
girt, piştî wê bo ku raya giştî bixapîne propagandeyeke
xurt kir, nuha jî dor hatîye êrîşê..
Ev hemû jî baş nîşan
didin ku, PKK îro jî di xizmeta Tirkîyê da û di xizmeta hêzên
dagirker yên dinê da ye û
dijî Tevgera neteweyî ya Kurd bi kar tê. Eva îxaneteke teze
ye ji bo PKK. Eva xeleka dawî ya zincîra îxanetê ye ku ji
salên 1976-77 dest pê dike û heya îro tê.
PKK rêxistineke han e û ji bona
vê yekê heye! PKK bi vê sîyasetê dikaribû heya kîderê biçe?
Heya cîyê ku îro hatîye..
Ev hemû ji bo tevgera Kurd bûyerên
gelek tûj û tahl in; lê rastî ev e. Ev lîstikeke gelek mezin
bû li ser tevgera Kurd. Tevger bi destê PKK kirin
rêyeke şaş û dawî ew dîdema îro ya xirab e. Dibe
ku dîtin û qebûlkirina rastîyê ji bo wan kesan gelek zor e,
ewên ku bi PKK xapîyane, hêvîya xwe pê girêdane, bi vê hêvîyê
bi salan bi dû PKK bezandine, di vê rê da gelek bedêlên giran
dane. Lê divê ew ji me neqehirin,
ji bo ku em rastîyê li ber çavan radixin.
Tirs û reva ji rastîyê bê feyde
ye..
Me tiştê ku dibû û tiştê
ku wê bibe ta ji destpêkê dît û got. Ev wezîfeyek bû ji bo
me wek rêxistineke welatparêz û kesên welatparêz. Gelo îro
jî ne wezîfe ye ku em şaşî û xirabîyên ku dibînin
bêjin?.
Sernivîskarê Ozgur Polîtîka li
cîyê ku me gunekar bike, çima van tiştan nabîne? Ger
dibîne çima eşkere nake? Sernivîskarî ji bo çi ye? Ger
ew mirovekî rewşenbîr e, rewşenbîrî ji bo çi ye?..
Lê Rojnama Ozgur Polîtîka? Ew ji bo hişyarkirina Kurdan
dertê, yan ji bo xapandina wan?..
Em dev ji borîyê berdin, em bêjin
Apo rast nabêje, PKK bi destê dewleta Tirk çênebûye! Em bêjin
PKK bi rastî jî ji bo rizgarkirina Kurdistanê bi rê ketîye,
hemû tiştên ku kirîye ji bo wê ye, lê dibe ku hin şaşî
kirine, ew jî ne ku xwastîye, lê ji ecemîtîyê bûye... Yan
jî em bêjin PKK bi destê dewletê çêbûye, lê piştra di
saya zîrekîya Apo û taktîkvanîya wî ya bê hempa da ji destê
Tirkan derketîye, vegerîye dijî wan.. Lê nuha li kîderê ye?
Lê tiştên ku Apo roja hate girtin got û tiştên ku
roja li İmralîyê mehkema wî dest pê kir li himber kamerayên
têlevîzyonan got?. Wek nimûne, ma ev gotina jêrîn bi serê
xwe têrê nake ji bo wan kesan ku dixwazin rastîyê bibînin:
"Ez wek neferekî di xizmeta
dewleta Tirk da me û bi vê yekê serbilind im!.."
Lê ew mesajên ku Apo bi destê awûqatên
xwe dişîne û Serokatîya Konseya PKK jî bê lam û cim bi
cî tîne?.. Evana hemû teslîmbûneke gelek eşkere nîşan
nadin ku kesên xwedî doz û dilsoz jê fedî dike? Ger ji bo
van kesan doz û dewayek hebû,
ev ne îxanet e li wê doz û dewayê?.
Lê mixabin xelkê me yê Kurd ev
tişt baş fêm ne kir. İmkanên di destê me da
jî têr ne kir ku em bikaribin xelkê hişyar bikin. Serda
jî, rêxistinên dinê di vî warî da yan bi xeterê ne hesîyan,
yan jî berpirsîyarîya xwe bi cî ne anîn. Heya gelek kesên
ku bi îddîayên mezin derketibûn meydana sîyasetê ev xeter
yan ne dîtin, yan jî guh nedanê, li himber wê helwesteke baş
ne girtin. Hinekan oportunîstî kirin, piştgirîya rastî
û heqîyê ne kirin, lê kî xurt dîtin
çûn cem wî.. Ewê ku di quncika sereke ya Ozgur Polîtîka da
dinivîse, şik tune ku ew jî yek ji wan kesan e. Li yekî
bom ne çûye, ez bawer im ku rastîyê dibîne, lê ne ewqas dirist
e ku bêje. Mixabin, ew di vî warî da tenê nîne. Li meydana
sîyasetê mirovên
oportunîst, karîyerîst, nexweşê ekranan, yê quncikan
û pelên hêcîrê bê hed û hesab in… Ez behsa wan kesan jî nakim,
ku di sî-çil salê dawî da, ji ber eza û tedayê, ji cefaya
xurbet û xerîbîyê, ji derdê debarê çavtirsîyayî bûne, bê hêvî
û bêzar bûne, kişîyane quncika xwe, wek sêrkarekî ji
kar û xebatê dûr in, bûne wek xilte bi kêrî tiştekî nayên…
Sernivîskarê Ozgur Polîtîka li
cîyê ku wek rewşenbîrekî, wek welatparêzekî li cem kesên
rast û dirist be –xuya ye hingê ne dikaribû bibe sernivîskarê
OP!- lê me gunekar dike, ji ber ku em xirabî û sextekarîyan
derdixin meydanê. Dibêje “li cîyê ku PKK rexne bikin, li karê
xwe binêrin”. Gelo, karekî me jî hişyarkirina gel nine?
Karekî me jî ne ev e ku fen û fûtên dewleta dagirker û rê
û sîyasetên şaş di tevgera Kurd
da eşkere bikin û ji milletê Kurd ra rêyeke rast nîşandin?.
Lê ger nivîskarê Ozgur Polîtîka
piçek dilpak bûya, dikaribû sîyaseta PSK ku 26 şeş
sal e bi rêva dibe fêm bike, kar û xebata wê bibîne û her
usa jî li ser bifikire, PSK di vê dema dirêj da di navbera
du agiran da ma, ya dewletê û ya PKK, lê çawa karî li ser
pîyan bimîne? Ne tenê kar û xebata me ya 26 salan –me hesabê
van salan daye û dikarin bidin- lê kar û xebata me ya du salên
dawî û Kongra me ya 6’an li ber çavan e. Ger sernivîskarê
Ozgur Polîtîka piçek dilpak bûya, dikaribû sîyaseta ku PSK
di vê Kongrê da daye pêşîya
xwe û hedefên ku ji gelê Kurd ra nîşan daye, berhemdarî
û dûrdîtina wê bibîne.
Di sîyasetê da ji ber çav derbazkirina
rewşê û nirxandineke rast serê hertiştî ye. Sîyaseta
ku meriv bide pêşîya xwe rast be, ew jî nîvê serketinê
ye. Em di wê bîr û bawerîyê da ne ku, PSK berî Kongra xwe
ya 6’an, di van du salên dawî da tiştên ku bûn bi awayekî
rast ji ber çavan derbaz kir, sîyaseteke rast ajot û bi biryar
û daxuyanîya Kongrê jî ev sîyaset şidand. PSK teslîmbûna
Ocalan û partîya wî bi gotinên
gilower û ne zelal veneşart, tiştê bûyî eşkere
li ber çavan raxist. PSK lîstik û planên dewleta dagirker
dît û ji bo pûçkirina wan, ji bo ku Kurd bê hêvî nebin, di
dema teze da tevgera Kurd yekitîya xwe pêk bîne û di rîya
xwe da bimeşe, tiştê ku divê
bê kirin jî nîşan da. Pêşnîyarên PSK zelal in, herkes
dikare bi rehetî fêm bike.
Em dibêjin rewş guharî, heya
ku guhartineke dinê ya mezin çênebe, ne PKK ne jî rêxistineke
din dikare ji nu va dest bavêje sîlehan. Ew firsend tune.
Dest bavêje jî şansê serketinê
tune. Lê li himber vê yekê divê meriv bê hêvî nebe. Ji bo
rêxistineke wek PKK ev dawî ne ecêb e, lê gelek normal e.
Berxwedan helbet divê ne sekine,
karê me şoreşger û welatparêzên Kurdan jî ev e.
Divê em kar û xebata xwe gor dema teze, bi rêxistin
û metodên teze bi rêva bibin.
Di welat da ji bo tevgera Kurd
partîyeke legal û fireh divê. Partîyeke han ku hemû welatparêzên
Kurdan yên ku lîstik û planên dewleta Tirk dibînin û ne bi
sîyaseta PKK ya teslîmbûnê ra ne –çi sosyalîst, çi lîberal,
çi îslamî- di nav refên xwe da bicivîne. Partîyeke han dikare
hêvî bide gel, bibe navendeke xurt û ji sîyaseta Kurd ra rê
veke. Helbet gelek astengên destûrî jî li
pêşîya vê partîyê wê hebin; lê meriv dikare gor rewşa
heyî bi bernameyeke nerm dest pê bike û li himber çetinahî
û astengan ber xwe bide. Di vî warî da gelek tecrubeyên Kurdan
û nimûne hene.
Li der welat jî potansîyeleke Kurdan
a mezin heye. Ev potansîyel
divê gor maf û daxwazên milletê Kurd li ser xeteke welatparêz
bê ser hev, ne li ser xeta PKK ya teslîmbûnê, ku PKK îro dixwaze
Kurdan bikişîne nav. Ger rêxistinên sîyasî û demokratîk,
piçûk-mezin û kesên rewşenbîr bi berpirsîyarî hereket
bikin, çi dikeve ser milê wan pêk bînin, dikarin vê potansîyela
mezin bi kar bînin û dengê Kurdan li der welat bi xurtî bidin
bihîstin, bi vî awayî ji bo çareserîyeke heq roleke baş
bilîzin, bi taybetî di vê pêvajoyê da ku Tirkîye hazirî dike
bikeve Yekitîya Ewrûpa.
PSK
van tiştan dibêje. Lê tenê bi gotinê namîne, li nav welat
û li der welat, tevî wan kes û dorhêlên ku wek me difikirin
kar û xebat dike. Ev çend civînên sala dawî ku li welatên
Ewrûpa çêbûn, ji bo vê yekê nimûne ne.
Xuya ye PSK tenê bi rexnekirina
şaşîyên PKK ne
mijûl e, gelek kar û xebatên dinê jî dike. Kesê ku dixwazin
bibînin, dikarin bibînin.
Ango PSK jî bona van tiştan
heye. Divê hin kes jî rastîyê bibînin û bi dengekî bilind
bêjin. Divê hin kes jî lîstik û dafikên dewleta Tirk, rewşa
PKK, ango çi dibe çi nabe lê pêş çavê xelkê eşkere
bikin.Divê hin kes jî bi pêşîyê kevin û ji milletê Kurd
ra rastîyê nîşandin. Tiştê ku me kir û em dikin,
çiqas ji dest me tê ev e. PSK bona vê yekê ye ku 26 salan
e li ser pîyan e.
Em bên ser pirsa pirî û hindikîya
hevalbendan. Berdevikên PKK
dibêjin xelk li dor me ye. Lê piştgirîya xelkê tim nikare
bibe pîvana rastî û şaşîyê. Ev piştgirî di
hin hal û mercan da dikare ji sîyaseteke rast ra jî bê nîşandan,
ji yeke şaş ra jî. Ger pîvana esasî ev bana, Humeynî
wê biba serokê
herî rast û herî baş ji bo İranê, ji ber ku piştgirîya
xelkê ji wî ra gelek fireh bû. Lê em baş zanin ku, dijayetîya
xelkê İranê li himber sazûmana Şahî ya zalim, ji
ber ku rê li ber hatibû girtin, kete xeteke şaş
û yekî wek Xumeynî derxiste pêşîyê. Lê
Xumeynî, piştgir û hevalbendên wî çiqas pirbin jî, bi
bîr û bawerîyên xwe mirovekî Dema Navîn bû û mirovên han tucar
nikarin İranê yan jî welatekî din bikin welatekî himçax,
azadî û bextewarîyê bînin ji xelkê xwe ra.
Li pişt Saddam jî piştgirîya
xelkê heye. Lê meriv nikare li vê piştgirîyê binêre û
bêje sîyaseta Saddam rast e. Li Afganîstanê xelk bi dû Talîbanan
diçe. Em ewqas dûr jî neçin, li Tirkîyê îro di warê sîyasetê
da piştgirîya herî mezin ji MHP û DSP ra ye. Yek partîya
faşîst û nijadperestan e, ya
din jî ferqê xwe jê ne maye. Li Kurdistanê terîqetên ûsa hene
ku –wek terîqeta Nûr û ya Neqşîyan- endam û hevalbendên
wan ji me jî, ji PKK jî zêdetir in.
Ger xelkê rîya rast bi rehetî bidîta,
ger pirî caran bi destê zordest û fêlbazan ne hatana xapandin
û berê xwe ne dana rê û hedefên şaş, halê Rojhilata
Navîn jî, ya dinyayê jî bi vî rengî ne dibû..
PKK bi xwe jî wek terîqeteke sîyasî
ye, heya sêlinga “terîqet, sîyaset û mafyayê” ye, ku gor rewşa
Kurdistanê çêbûye. Serokê PKK wek şêxekî ye. PKK ew kirîye
pût. Piştgirîya ji bo PKK ne li ser bingehê hişyarîya
hevalbendan e, lê li ser bawerîya mirîdên çavgirtî ye. Pêvendîyên
PPK him di nav rêxistinê da, him jî bi rêxistinên dinê ra
li ser esasên demokratîyê çênebûye, li ser tirsê û zorê çêbûye,
wek yê mafyayê.. Sîyaset,
ango pirsa Kurd jî rengekî dide vê rêxistina terîqet û mafyayê,
heyecanekê dide hevalbendan.. Tu eleqeyê vê rêxistinê bi himçaxîyê
û modernîyê tune.
Piştgirîya hevalbendan jî
piştî bûyerên dawî roj bi roj kêm dibe. Ev piştgirîya
heyî jî çiqas ji dil e, xwedê dizane. Gelek kesên ku îro hîn
tevî civîn û çalakîyên PKK dibin, dema bi tena xwe diminîn,
yan pişta xwe li hev vedigerînin, gelo di derheqa Apo
û PKK da çi dibêjin? Hayê serkarên PKK helbet ji van tiştan
heye, ji ber ku wan di nav rêxistinê
da herkes ji herkesî ra kirine muxbîr..
Nivîskarê Ozgur Polîtîka bi hêza
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê henekê xwe dike, dibêje hûn
ne zêdeyî hezar kesî ne. Ferz bike ku em ewqas in. Li himber
ewqas lîstikên dewleta Tirk û hella hellaya PKK û di rewşeke
hanê da ku pir kes wek mode cîyê xwe li ba xurtan digrin,
dîsa jî ger me wek hezar kesê bi bîr û bawer, hişyar
û dilsoz, yekitîya xwe parastîye û ewqas rê hatine, xuya ye
emê bi serkevin! Ji ber ku li welatekî ku pusule winda û rê
şaş kirîye, di mij û
dûmaneke usa da pirî caran deh merivê han jî nayêne dîtin…
Lê ger em bi ser nekevin jî, ger
hêza me têr neke ku pêşî li şaşî û xirabîyê
bigrin û zordestî, nezanî û ev mêrata xirab ya hezaran salan
zora me bibe jî, qe nebe me wek merivên xwedî namûs û şeref
ber xwe da, me li ber tu zordestekî serê xwe danenî. Li himber
gel û dîrokê serê me bilind e.
Em ji demeke usa derbaz dibin,
gelek kesên ku xwe sîyasetmedar û rewşenbîr dihesibînin,
li ber xurtan û li ber piranîyê secde dikin. Lê nabêjin û
nafikirin, ew hêz xizmeta çi û ya kê dike. Bi vî awayî ew
kes, bi dil yan jî bê dil be, zirarê didine doza milletê Kurd.
Hesabên wan şaş e, hêzeke mezin jî di rêyeke şaş
da nikare tiştekî baş bike. Dema ew vê rastîyê fêm
bikin û ji kiryarên xwe yên îro poşman bin û fedî
bikin jî, êdî wê dereng be, ewê nekaribin zirarên ku dan doza
milletê Kurd bi şunda vegerînin..
|