PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Partî girtin ji bo demokrasîyê ye!"

Rojnama "Mîlllîyet" ji bo biryara Mehkema Qanûna Esasî vê sernivîsê bi kar tîne: "Partî girtin ji bo demokrasîyê ye!"

Wekî tê zanîn, Qanûna Esasî û Qanûna Partîyên Sîyasî ya Tirkîyê bend û qeydên usa xirab li pêş partîyan danîne ku, heya nuha bi dehan partî bi destê Mehkema Qanûna Esasî hatin girtin. Di vî warî da Tirkîye wek goristana partîyan e. Piranî partîyên çep û yê ku bi destê Kurdan avabûne û li ser pirsa Kurd disekinin tên girtin. Lê carina yên îslamî jî ber dikevin. Yek ji wan Partîya Refahê bû. Nuha jî Partîya Fazîletê li pêş mehkemê ye..

Lê êdî hukumet jî ji girtina ewqas partîyan aciz bûye, dibîne ku partî girtin ne çare ye û serda jî bi girtina wan serêşîyên teze çêdibin. Bona vê yekê, hukumet nuha dixwaze sînorê girtinê piçek teng bike, qe nebe Fazîletê li der bihêle.. Bona vê yekê middetekî berê di bendê 103 yê Qanûna Partîyên Sîyasî da hin guhartin çêkirin û girtina partîyan piçek zehmettir bû. Lê ev guhartin bi êtiraza dozgerê giştî çû pêş Mehkema Qanûna Esasî. Vê mehkemê jî çend roj berê biryareke ecêb da, got: “Ev guhartin girtina partîyan zehmettir dike, bona vê yekê jî li Qanûna Esasî nayê! Dema ji bo demokrasîyê xeter bin, divê partî bêne girtin!"

Baş e, xeter çi ye, pîvana wê çi ye? Ew jî ma ye ser kêfa dozger û dadger! Vê mehkemê çend partîyên çep û yên ku Kurdan ava kiribûn (wek HEP, DEP, DDP û DKP) girtin, ji ber ku behsa Kurdan kiribûn… Xuya ye li vî welatî behsa Kurdan jî xeter e ji bo demokrasîyê!

Gelo, meriv behsa gul û bilbilan bike, tu dibê ne xeter e?!.

Belê, ev jî Mehkema Qanûna Esasî ye ku biryarên usa dide. De tu were li vî welatî behsa edaletê bike, behsa heq û huqûqê bike!

Lê divê meriv şaş nebe, li berîyeke bê av û bê baran sincê keran dibe, ne dara çinarê.. Ev mehkeme jî gor dereca vî welatî ye û gelek lê dişkê…

 
PSK Bulten © 2001