PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Hevdîtina Burkay û Partîya Çep a Swêdê

Sekriterê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan, Kemal Burkay, tevî Şoreş (ji rêxistina Swêde) roja 19 ya Çirîya paşîn-2002, li Stokholmê, Li Parlamena Swêde Partîya Çep (Vänsterpartîet) zîyaret kir. Di vê hevdîtinê da ji Partîya Çep kesên jêrê hazir bûn:

Lars Ohly, Berdevkê Pêvendîyên Karên Derva.

Hans Arvidsson, Sekriterê Sîyasî yê Grûba Partîya Çep di Meclîsê da.

Ann-Marie Ogalda, Sekriterê Sîyasî yê Grûba Partîya Çep di Meclîsê da.

Sermin Özürküt, Ji Komîsyona Pêvendîyên Karên Derva. (Eslê xwe Tirk e.)

Hediye Güzel, Sekriterê Çapemenîyê yê Grûba Parlamenê.

Heval Burkay di vê hevdîtinê da li ser pêvendîya Tirkîyê û Yekitîyê Ewrûpa sekinî, bi kurtahî behsa bûyerên ku di van du salên dawî da çêbûne kir di warê mafên mirovî û pirsa Kurd da. Burkay, da xuyakirin ku, herçiqas Tirkîye dibêje ku Şertên Kopenhagê yên Sîyasî bi cî anîye, lê eva ne rast e, di vî warî da tiştekî berbiçav ne hatîye kirin. Piştra, heyeta Partîya Çep di derheqa hilbijartina dawî û hukumeta teze da, dîsa di derheqa pirsa Iraqê û rewşa Kurdan da raya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê pirsîn û heval Burkay jî raya xwe ji wan ra got.

 
PSK Bulten © 2002