Tirkîye
dîsa ya xwe dike!
Tirkîyê, Ji bo Yekitîya Ewrûpa, dereng be jî “Bernama Netewî”
hazir kir. Bona vê yekê hazirîya hukumetê birin ber Sazîya
Ewleyî ya Mîllî (MGK) û wê jî di civîna xwe ya dawî da şiklê
dawî dayê. Ango “Bernama Netewî” derket, lê ne wek biryara
hukumetê, wek ya MGK’ê..
Ango ew sazîya ku bi ser hukumetê
û parlamenê ra ye û bona vê yekê jî Yekitîya Ewrûpa dibêje,
tiştê usa nabe, divê şikl û rola vê sazîyê bê guhartin,
ew bibe sazîyeke şêwrê. Lê, çi xerîb e ku, Tirkiye ji
bo endametîya Yekitîya Ewrûpa çi dikare bike û çi nikare,
dîsa wê biryar da!.
Ji xwe, piranîya siyasetmedarên Tirk jî di warê demokratiyê
da wek generalan difikirin; di navbera wan da tu ferqî tune.
Tirkîye di vê “Bernama Netewî” da guh nade şert
û daxwazên Yekitîya Ewrûpê ku di “Pelgê Şirîkatîyê” da
jê xwestibû. Bi taybetî di warê şertên sîyasî da. Tirkîye
dîsa ya xwe dike. Wek nimûne:
1- Tirkîye di warê weşan û xwendinê da astengên li pêş
zmanê dayik ranake û dev ji sîyaseta xwe ya hişk bernade.
Dibêje: “Zmanê resmî û ya xwendinê Tirkî ye û ev yek ne asteng
e li pêş bi karanîna zman, zarava û devikên dinê bi serbestî.”
Ango dewleta Tirk dil nake ku di rewşa heyî da tu guhartin
bike û heya heqê radyo û têlevîzyonê û ya xwendinê bide 20
mîlyon Kurd..
2- Di warê azadîya ramanî û bîr û bawerî da jî helwesta hukumeta
Tirk dîsa wek berê ye. Ew dîsa bi navê parastina “yekitîya
welat û millet, laîsîsm, komara demokratîk û dewleta ûnîter”
hezar astengî derdixe pêş azadîya ramanî. Ango ewê ji
nuha şunda jî bi navê van qeyd û şertan dîsa rê
li ber azadîya ramanî bigre û rê nede ku kes vê sazûmana neheq
û sîyaseta hukumetê rexne bike.
Hukumeta Tirk dil nake heya bendê
312 ya Qanûna Cezayê rake, yan biguhure, ku astengeke mezin
e li pêş azadîya ramanî. Hemû astengên dinê jî, di Qanûna
Esasî û di yên dinê da diparêze.
3- Di rol û giranîya MGK da tu guhartin nayê kirin! Biryarên
wê heya nuha çawa hukumet û parlamen girê dida, nuha şunda
jî wê dîsa usa be.
Bi kurtahî Tirkîye,
Şertên Kopenhagê bila li wir bimîne, ew tiştên sivik
ku Yekitîya Ewrûpê jê dixwast, heya wan jî bi cî nayne. Ka
gotibû, ez Pelgê Şirîkatîyê qebûl dikim û bi vî şertî
tevî civîna bilind a Nîce bûbû. Lê ji navberê sê meh derbaz
ne bûn û Tirkîyê gotina xwe ji bîr kir..
Ev “Bernama Netewî” ku Tirkîyê hazir kir û dide Yekitîya
Ewrûpê, cardin nîşan dide ku tu dil û daxwaza dewleta
Tirk tune di warê demokrasîyê û mafên mirovî da gavekî ber
bi pêş bavêje. Ew dibêje: “Rewşa min cuda ye û divê
hûn min bi vî şikli qebûl bikin!” Ango bi hemû kêmasî,
pîsî û xirabîyên xwe..
Ji xwe me di destpêkê da gotibû ku Tirk wê şertên Pelgê
Şirîkatîyê bi cî neynin, wan bitewînin, çepeçûlkî bikin
û tê da tam nehêlin. Ango dîsa ya xwe bikin.
Himber vê yekê YE wê çi bike?
Ewê yan gor prensîbên xwe pêvendîyên endametîyê bi Tirkîyê
ra bicemidîne û alîkarîya dravî ku bi cîanîna Şertên
Kopenhagê va girêdayî ye, bide sekinandin, yan jî dîsa li
himber vê helwesta bêperwa tiştekî neke, prensîp û şertên
xwe dayne bin lingan.. Ewrûpîyan heya nuha ji bo “jeostratejîya
Tirkîyê” û ji bo mafên xwe, ev prensîp gelek sist kirin, dibe
ku nuha şunda bi temamî dev jê berdin…
Em hêvî dikin ku YE bi prensîp be, li ser gotina xwe bimîne.
YE heya nuha li himber Tirkîyê helwesteke gelek nerm girt,
rîya endametîyê jê ra vekir, heya Şertên Kopenhagê jî
heya derecekî sist kir. Lê Tirkîye dîsa jî gav navêje. Ger
nîyeta Tirkîyê bi rastî heye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa,
divê kesî zêde nexapîne, bi gotinên pûç mijûl neke û reformên
ku jê tê xwestin rojkî berê bi cî bîne. Lê Tirkîye ger dixwaze
bi halê xwe yê heyî, ango bi vê sazûmana hov, bi zulm û zordestîya
xwe bibe endamê YE, hingê Ewrûpî jî divê bêjin na.
Ji bo Kurdan hertişt eşkere ye. Dewleta Tirk dîsa
heqê me nade û sîyaseta xwe ya zordestîyê bi rêva dibe. Ew
dîsa dijî demokrasîyê, aşitîyê û çareserîyeke makûl e.
Hingê tevgera milletê Kurd jî ji bo azadî û serbestîyê bibê
nebê wê berdewam be. Berxwedana dijî vê sazûmana zalim û zordest
wek şîrê dîya me ji me ra helal e.
Em hêvî dikin ku YE vê sazûmana har û hov negre nav xwe. Dema
bigre, hingê dibe terefek dijî Kurdan, çawa NATO piştgirîya
Tirkîyê kir dijî milletê Kurd. YE ger dibe terefek, divê bibe
alîkarê Kurdan, ne alîkarê dewleteke zalim û zordest.
Berpirsîyarên dewleta Tirk heya
nuha ji vê sîyaseta xirab tu xêr ne dîtin û nah şunda
jî nabînin. Wan bi van şaşîyan welat kirin nav kirîzeke
mezin a sîyasî û aborî, ketin nav herî hezazekê ku nikarin
jê derkevin. Ne tenê Kurd, lê Tirk jî gelek êşîyan. Dema
ew dev ji vê sîyaseta şaş bernedin, welat û milletê
xwe wê bikin nav bela û tofanên mezintir..
Milletê
Kurd yek ji milletên herî kevn û mezin e di Rojhilata Navîn
da û tucar bend û qeydên bindestîyê qebûl nake. Ewê dawîya
dawî van zincîran wê bişkîne û bibe endamekî azad di
nav koma milletan da. Tu hêzek nikare pêşî li vê yekê
bigre.
Em xwedî doz û dewayeke bi heq in. Em berî hertiştî bi
azadîxwazîya milletê xwe, bi tekoşerîya wî û bi hêz û
berxwedana wî ya bê sînor bawer in.
Emê welatê xwe azad bikin û tê da bi serbilindî bijîn.
Serok û serkarên dewleta Tirk ên zordest jî, hemû dinya jî
vê yekê wê bibîne!
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdîstan
21 Adar, 2001
|