PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Peyama  Mesud Tek bo Mesud Barzanî

Sekreterê Giştî ya PSK Mesud Tek li ser bûyera 4’ê Gulanê, peyameka sarxweşiyê şand Serokê Partiya Demokrata Kurdistan-PDK Kak Mesud Barzanî û bi navê endam û alîgîrê partiyê, serxweşiyê pêşkeşê Kak Mesud Barzanî û malbata şehîdên kareseta 4’ê Gulanê kir.

Peyama Mesud Tek bi vî awayî ye.

Bo Kak Mesud Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistan-PDK

Serokê hêja,

Me bi xemgîneyaka giranê va bihîst, ku di encama êrîşeka terorîstî li ber bingeheka partîya we li Hewlerê, dehan Kurd, ku hatibûn bona berevaniya welatê xwe, navê xwe bidine nivisîn, şehîd û birindar bûne.

Vê carê jî armanca terorîstên dij însanîyet û azadiyê, xirab kirina aramî asayiş e, pêkanîna alozî û tevlihevî ye li Kurdistana Başûrê.

Lê belê hewl û cehda terorîstên neyarên Kurd û Kurdistanê bê sûd dibe. Em pişt rast in, ku hişyariya gel, yekitî û hevxebata hêzên Kurdistana Başurê rê li ber teroristan digre û nahele, ku dijminên gelê Kurd bigihije armanca xwe.

Ez bi navê hemû endam û aligirên partîya xwe, serxweşîya xwe pêşkeşê we û bi rêka cenabê te malbata şehîdan dikim, saxiya birindaran dixwazim.

05.05.2005

Mesud Tek
Sekreterê Gîştî 

 
 
PSK Bulten © 2005