Peyamê Mesud Tek Bo Fuad Mehsun
“Bi hilbijartina cenabê te, dilê gel û dostên me şad,
dijmin û nahezên me jî reş bûne”.
Sekreterê Giştî a Partîya Sosyalîsta Kurdistan Mesud
Tek, peyameka pîrozbayî şand bo Fuad Mehsun û dilxweşîya
xwe derbareyê hilbijartina wî wekî serokê Encumenê Niştimanî
Îraqê dîyar kir. Peyama Mesud Tek bi vî awayî ye:
Bo Fuad Mehsun, Serokê Encumenê Niştimanî
Îraqê,
Dostê hêja,
Hilbijartina cenabê te wekî Serokê Encumenê Niştimanî
Îraqê, serbilindîyek e ji bo hemû Kurd.
Em piştrast in, ku bi hilbijartina cenabê te, dilê
gel û dostên me şad, dijmin û nahezên me jî reş
bûne.
Hilbijartina kurdeke tekoşer, jêhatî û xudantecrubê
ji bo postê Serokê Encumenê, gaveke giring e, di xebata cigîrbûna
demokrasî, federasyon û pluralîzm li Îraqê da.
Ez bi navê hemû endam û alîgîrên partîya xwe, di vê karê
pîroz da serketina cenabê te dixwazim.
Bi silavên dostî...
Mesud Tek
Sekreterê Giştî
05.09.04
|