PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Peyama Mesud Tek bo mekteba sîyasî ya YNK

Sekreterê Giştî ya PSK Mesud Tek, li ser êrîşa terorîstî li bajara Silêymaniye, ku bûye sedema şehîd û birîndar bûna gelek pêşmerge, peyameka serxweşiyê şande mekteba Sîyasî ya Yekitî Niştimanî Kurdistan. Peyema Mesud Tek bi vî awayî ye:

Bo mekteba Siyasî Ya Yekitî Niştimanî Kurdistan-YNK

Hevalên hêja,

Dijminê aşiti û azadî, neyarên gelê Kurd, nahezên federasyon, parlamento û hikumeta kurdistana Başurê, erîşeka terorîst kirine li ser endamê we Mela Baxtiyar û vezareta Peşmerge û bûne sebeba şehîd bûna hinek peşmergeyên gernas.

Bê guman armanca terorîstan, tirsandina gelê Kurd û dirust kirina tevlihevî û ne aramî ye.

Em bi tundî vê êrîşa terorîstî mehkum dikin û piştrast in, ku teroristan nagêjin armancên xwe yên kîrêt. Ji ber ku yekiti û yekhelwestiya hêzên welatparêzên Kurdistana Başurê nahele, ku dijminên Kurd û Kurdistanê, neyarên aşitî û demokrasiyê serkevin.

Ez bi navê PSK, serxweşiya xwe pêşkeşê we û bi rêka we pêşkeşê malbatên şehîdan dikim, saxî û silametiya birîndaran dixwazin.

26.10.05

Mesud Tek
Sekreterê Giştî 

 
 
PSK Bulten © 2005