Peyama Mesud Tek Ji Bo Celal Talabanî
Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Mesud Tek peyemeka pîrozbayî şande Celal Talabanî bona
hilbijartina wî ji bo postê Serokkomariya Ireqa Federalê.
Peyama Mesud Tek bi vî awayî ye:
Bo Serokkomara Iraqa Federal Celal Talabanî,
Serokkomara Hêja,
Hilbijartina yek jı tekoşer û serkirdeyeke Kurd
ji bo Serokkomara Iraqa Federal wekî dilê hemu Kurdan, dilê
me jî şad kir.
Ez bi navê hemu endam û alîgîrên partiya xwe germtirin pîrozbayi
û piştgiriya xwe pêşkeşê cenabe te dikim û
piştrast im, ku hilbijartina cenabê te ji bo Serokkomarîyê,
zaminê avakirina Iraqeka federal û demokrat e.
Bi hêviya saxî û serketinê...
07.04.2005
Mesud Tek
Sekreterê Giştî
|