“Dilê Me Jî Wekî Hemû Kurdên
Dilsoz Şad e”
Sekreterê Gîştî a PSK Mesud Tek, peyameka pîrozbayî
şand bo Kemal Burkay, ku li İtalyayê, “Xelata Premio
Cremona” vergirtiye. Peyama Mesud Tek bi vî awayî ye:
Hêja Kemal Burkay,
Me bihîst, ku cenabê te, bi helbestê “Hêlîn” ve, “Xelata
Premio Cremona”, ku ji alîyê beledîya bajarê Cremona li welatê
Îtalyayê tê dayîn, vergirtiye. Ev yeka dilê me jî wekî dilê
hemu Kurdên dilsoj û xemxurê edebîyata Kurdî xweş kir.
Cenabê te, bi vergirtina vê xelatê ve, bona bîrûrayê cihanê
careke din nişan da, ku gelê Kurd çawa bona azadîya welatê
xwe şerker e, amade ye hemû cure fidakarî bike, lê her
usa jî xweyîyê şaîr, nivîskar, wênekêş, heykelsazên
jêhatî ne.
Em bawer in, ku “Xelata Premio Cremona” wê bibe sengerek
bona nasandina edebîyata Kurdî di warê navnetewî da.
Ez bi navê hemu endam û alîgirên partîya xwe, pîrozbahîya
xwe peşkeşê cenabê te dikim. Ez bawer im, ku hemu
Kurdên dilsoz serbilind e, ku helbestvanên Kurd li derwayê
welat, li İtalyayê, ku welatê ronesans û pêşketinê
ye, xelat vergirtiye.
Em emrekî dirêj bo cenabê te dixwazin.
19.05.2004
Mesud Tek
Sekreterê Giştî
|