PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
Peyama Mesud Tek bo Celal Talabanî

Êrişê hov li ser Malbenda Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) li Baxdad
Gor nûçeyan, neyarên gelê Kurd êriş kirine ser Malbenda YNK li Baxdad. Gor nûçeyên gihiştî di encema vê êrişê da 3 kes mirine.
Sekreterê Giştî yê PSK Mesud Tek peyameka pişgirî û serxweşîyê şandiye bo Sekreterê Giştî ya YNK Celal Telabanî. Peyama Mesud Tek bi vî awayî ye:

Bo Sekreterê Giştî yê Yekitî Niştimanî Kurdistan Celal Telabanî,

Hêja Mam Celal,

Dijminê aramî û aşîtiyê, neyarên maf û azadîyên gelê Kurd, vê carê jî êriş kirine li ser Malbenda Yekitî Niştimanî Kurdistan li Baxdadê.

Êrîş li ser Malbenda YNK li Baxdadê, berdewamîya van êrîşan e, ku demek e li ser sazî û kesayetiyên Kurd têne kirin.

Bê guman armanca êrîşên weha, têkdana aramî ye li navçê, pêşî lê girtina ezmûna Kurdistana Başûr e, ku berhema sedanhezar şehîdan e.

Em piştrast in, ku ji ber hişyarî û yekitîya gelê Kurd û rêxistinên wî, dijminê gelê me nikarin di karên terorîstî da serkevin.

Em vê êrîşê hov bi tundî mehkum dikin.

Bi rêka cenabê te serxweşîya xwe pêşkeşê malbatên qurbanên vê erîşê dikin.

Û carekî din dîyar dikin, ku PSK piştgir û alîkarê xebata gelê me ye li Kurdistana Başûr.

Bi rêz û silavên dostî..

Mesud Tek

Sekreterê Giştî

01.06.04

 
PSK Bulten © 2003