PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Komîteya Navendî ya PSKê: “Yekitî û Yekhelwesta Hêzên Kurdistanî Zaminê Serketinê ye”

Komîteya Navendî ya PSKê peyameke pîrozbayî şande hêzên Kurdistana Başur PDK, YNK, Yekgirtiya İslamî, Yekitî Neteweyî Demokratî Kurdistan-YNDK, Partiya Komunîsta Kurdistan-PKK û partîya sosyalîsta Demokratîka Kurdistan, ku di hilbijartinên Iraqê da hevkarî çêkiribûn. Peyama Komîta Navendî ya PSKê bi vî awayî ye:

Hevalên hêja,

Em gelek dilxweş in, ku di prosesa hilbijartina Meclîsa Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê û Encumena Kerkukê da lîsteya hevbeş ya hêzên Kurdistanî, serketineka mezin bi dest anîye.

Encamên hilbijartinê nîşan dide, ku di warê pirsgirêka neteweyî da, yekitî û yekhelwesta hêzên Kurdistanî zaminê serketinê ye. Yekdengî û yekhelwesta hezên welatparêz ne tenê deskevtîyên me yên netewî desteber dikin, her usa ji bo çespandina wan di çarçeweya Iraqek Federal da jî, merceke serekî ye.

Em piştrastin, ku rêxistina we her li ser vê rêbazê berdewam dibe.

Em carekî din piştgirîya partîya xwe li helwesta we yên netewî û demokratîk, eşkere dikin û serketina we dixwazin.

Komîta Navendî a
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

 
 
PSK Bulten © 2004