PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Pîroz be!

Ferhad CAN

Tiştê ku pîroz dikim, ne cejn e. Newroz û 1 Gulan derbaz bûn çûn. Van rojana cejneke olî jî tune. Lê ez tiştekî teze pîroz dikim, avakirina Platforma Kurdên Ewrûpa.

Belê, kar û xebata nêzî sê salî, ya bi sebr û berxwedan, li dawî berhemên xwe dan. Li der welat Kurdên welatparêz nêzî hev dibin, ji bo kar û xebata miştêrek yekitîyan ava dikin. Di roja 20-21’e tîrmehê (2002) li Stokholmê sê grûbên rêxistinên Kurd, yên sîyasî, rewşenbîrî û komelên demokratîk, hatin ba hev, ji bo hemahengîya (koordînasyona) kar û xebatên xwe Platforma Kurdên Ewrûpa ava kirin.

Xebera vê yekitîyê û daxuyanîya PLATFORM’ê di vê hejmara rojnamê da heye. Li binê daxuyanîyê jî rêxistinên ku hatine ba hev.

Ji vê beyanê jî xuyayî ye ku sê grûb rêxistinên Kurd hatine ba hev. Yek ji wan komele û sazîyên demokratîk in ku li Ewrûpa, li welatên cuda cuda ava bûne. Wek Federasyona Swêdê ku qasî ji 30 komeleyan pêk tê. KOMKAR Elmanya ku federasyon e û li gelek bajarên mezin xwedîyê nêzî 30 komeleyan e. Komelaya Mafên Mirovan (ÎMK) û gelek komele û sazîyên dinê li welatên cure cure.. Van komele û sazîyan di van du salên dawî da li gelek welatan, Li Koln, Stokholm û Parîsê civîn çêkirin, ji bo kar û xebata miştêrek li hev kirin û li dawî, DEMKURD avakirin.

Koma dinê “İnîsîyatîfa Kurd ya Ewrûpa” ye. Di van sê salên dawî da ji bo yekitîya Kurdên rewşenbîr, hunermend û sîyasetmedar li Ewrûpa kar û xebateke baş hat kirin. Li Stokholmê, Kolnê û li cîyên dinê gelek civîn çêbûn, li dawî, li gelek welatên Ewrûpa înîsîyatîf hatin avakirin. Li dawî ev înîsîyatîf hatin ba hev û İnîsîyatîfa Kurd ya Evrûpa çêkirin.

Grûba dinê partîyên sîyasî ne ji Kurdistana Bakûr. Ji xwe plotfermeke Partîyên Kurdistana Bakûr (PNK-Bakûr) di berê da hebû. Ev partî, helbet, qe nebe hinên wan, him li welat û him li der welat kar dikin.

Bi vî awayî gelek rêxistinên Kurd ku di warê sîyasî, civakî, çandî û rewşenbîrî da li Ewrûpa Kurdan temsîl dikin hatin ba hev û biryar dan ku kar û xebata xwe koordîne bikin û bona vê yekê Platforma Kurdên Ewrûpayê ava kirin..

Armanc û dîtinên vê platformê ji beyana wê ya pêşîn xuyayî ye. Ev platform him ji bo çareserîya pirs û problemên Kurdên li Ewrûpa mijûl be, him jî bibe dengê Kurdan li derva.

Di beyanê da tê gotin ku, Kurd yek jî milletekî Rojhilata navîn yê mezin in, lê bindest in. Ji Kurdan ra azadî divê. Divê milletê Kurd qedera xwe bi destê tayîn bike, li ser axa xwe azad bijî, karê welatê xwe bi destê xwe bi rêva bibe.

Heya Kurd azad nebin li heremê aşitî û demokratî çênabe.

Tê gotin ku pirsa Kurd îro bûye pirsa Ewrûpayê jî û divê Ewrûpa li ser vê pirsê bi Kurdan ra, bide û bistîne.

Tê gotin ku Platform piştgirîya İraqeke demokratîk û Kurdistana Federe dike li Başûr.

Platformê daye pêş xwe ku di seranserî Ewrûpayê da gelek çalakîyan bike, beyanan derxe, civînan pêk bîne, karê dîplomatîk bike, da ku deng û daxwazên Kurdan bide bihîstin.

Avabûna Platforma Kurdên Ewrûpa bûyereke pîroz e û wek mizgînî ye, ji bona vê yekê em hemû rêxistin û kesên ku di vê kar û xebatê da para wan heye bi dil û can pîroz dikin.

Ji Kurdan ra yekitîyek han lazim bû. Ev Platform di demeke usa da çêbû ku Dewleta Tirk dixwast bi destê hinekan pirsa Kurd betal bike, dengê Kurdan vemirîne. Wekî Pirsa Kurd tune, ew bûyereke terorê bû û pişta wê hate şikandin, êdî Kurd tiştekî naxwazin, tenê saxîya dewleta Tirk dixwazin…

Helbet rastî ne usa ne. Pirsa Kurd pirseke 40 mîlyon însan e, pirsa millet û welatekî mezin e.

Lê millet divê hişyar be, xwe rêz bike û daxwazên xwe bilind bike, bide bihîstin.

Milletekî belavela û bêdeng nikare heqên xwe bistîne.

Van sê salên dawî ku bi destê hinekan tevgera Kurd hate şikandin û bêhêvitî û bêzarî çêbû, lê rêxistin û rewşenbîrên Kurdan cardin xwe tevdan, gel hişyar kirin, rîya yekitî û berxwedanê nîşan dan.

Nuha li ser vê rîya teze vaye Kurd tên ba hev, yek dibin û careke din dengê xwe bilind dikin.

Dîsa, ev yekitî di demeke han da çêbû ku di Rojhilata Navîn da bûyerên mezin diqewimin û tesîreke mezin li ser hal û rewÆa Kurdan jî wê bikin. Divê Kurd di demeke han da yek bin, hayê wan ji hevdu hebe, rayeke wan ê miştêrek hebe, dengê wan bilind be.

Kar û xebata ji bo yekitîyê helbet ne tenê li Ewrûpa ye. Li welat jî bûyerên baş çêdibin. Li welat jî Kurdên welatparêz ji dorhêlên sîyasî yên cure cure tên ba hev, bi hevra kar dikin. HAKPAR nimûneyeke baş e, teze ye ku hêvî dide gel.

Ev tevdan û ev yekitîyên teze nîşan didin ku li welat û li derwelat ji bo Kurdan tiştên baş jî çêdibin.

Lê eva hîn destpêk e. Ji bo yekitîyê gavekî baş û pîroz hatîye avêtin. Nah şunda jî divê kar bête kirin. Her karekî piçûk û mezin hêvîya gel û yekitîya hêzên welatparêz wê xurttir bike. Ev yekitî wek topa berfê her biçe mezin be..

Bi van bûyerên delal li welat û li derwelat xuya dibe ku, kar û xebat di avê da naçe. Karekî baş wê berhemên xwe bide.

Ji bo bêzarî û bêhêvîtî sebep tune ye. Divê em Kurd bi hêza xwe bawer bin, rêyeke rast daynin pêş xwe û bimeşin. Ev rîya yekitîyê ye.

Armanc azadîya gel û welatê me ye.

 
PSK Bulten © 2002