PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Pîrozname: Ji Hizba Demokrata Kurdistana Îranê re

Ji bo 59 salalîya Komara Kurdistanê 

Îsal 59 sal li ser damezrandina Komara Kurdistanê  derbas bû. Di 22 yê çileya pêşîn, li esmanên Kurdistanê de sterkek geş û şewqdar hilat. Serokê Hizba Demakrata Kurdistanê, pêşewayê nemir Qazî Muhammed ala azadî û bextewerîyê li bajarê Mehabadê li meydana  Çarçirayê bilind kir û Komara Kurdistanê îlan kir.

Komara Kurdistanê tîşkên xwe avêtibû ser hemû beşên Kurdistanê û bûbû hêvîyek mezin bo hemû netewa Kurdistanê. Her çiqas umrê Komarê kurt bû jî, lê gelê kurd yekem car azadîyê tem kir û yekem car li jêr komarek demokratîk de xwe bixwe îdare kir.

Pêvîste bê gotin ku ji bo gelê kurd serbilindîyek mezine ku di wê demê de xwedîyê zana û ronakbîrekî mezin, wek damezranê Komara Kurdistanê û serokê wî pêşewayê nemir Qazî Muhammed bû.

Gava qala Komara Kurdistanê dibe, yekser Barzanîyê nemir tê bîra meriv. Wek tê zanîn Barzanî di avabûna Komara Kurdistanê de rolekî mezin lîstîye. Her li wir dereca generalîyê girt û bû fermandeya hêza giştî yên pêşmegeyên Kurdistanê. Beşdarîya Barzanî da xuyakirin ku Komara Kurdistanê, bi rastî jî sembola hevkarî, hevderdî û yekitîya netewa kurd bû.

Loma jî em wek PSK, di pîrozkirina salvegera 59 salîya komara Kurdistanê de, em carek di jî damezranê Komara Kurdistanê û serokê wî pêşewayê nemir Qazî Muhammed û serok Mistefa Barzanîyê nemir bi bîr tînin.

PSK- Komîteya Derveyê Welat

 
 
PSK Bulten © 2004