pirrengî û pirdengî
Ferhad CAN
AKP herçiqas partîyeke Ýslamî ye, ne wek Ýslamîyên Ýranê
û yên Pakîstanê ye. Di wan da gelek guhartin çêbûye û ew jî
balansên vî welatî û vê civakê didin pêþ çavan. Ew jî baþ
zanin ku, nikarin berê Tirkîyê ji Ewrûpa vegerînin, nikarin
sazûmaneke þerî ava bikin. Hewcedarîya wan jî bi demokrasîyê
heye..
Xuya ye Tirkîye di navbera Ýslam û modernîzmê da, di navbera
îslam û demokrasîyê da konsensusekê bibîne. Dostên Tirkîyê
(Amêrîka û Ewrûpa) jî ji vê yekê hiþyar in. Herçî xwedî îzan
baþ dibînin ku êdî wek Kemalîstan jî nabe, wek Ýslamîya radîkal
jî..
Bila demokrasî hebe û tê da pirdengî û pir rengî…Di civakeke
han da bawermend jî rehet dikin, yê din jî.. Tirkîyeyeke han
dikare bibe nimûneyek baþ ji bo hemû Ýslama alemî. Ýslam hewcedarê
reform û guhartineke han e.
Tirkîye nuha hatîye ser vê deverêyê. Gelo bikaribe bandûra
Kemalîzmê biþkîne yan na. Emê bibînin. Lê dîrok êdî vê yekê
jê dixwaze. Kemalîzm êdî waxta xwe tijî kirîye û zengil ji
bo wê lêdixin.
Helbet, dema sazûmaneke þerî jî nîne. Dema demokrasî û plûralîyê
ye.
Di qonaxa teze da pirsa Kurd çawa çareser be? Gelo hukumeta
teze di vî warî da gavên baþ wê bavêje? Hîn ji bo vê yekê
zû ye ku meriv bêje erê yan na. Lê xuya ye, sistbûna Kemalîstîyê
û xurtbûna plûralî û demokrasîyê -ger bibe- bi tena xwe jî
bo Kurdan baþ e.
Lê helbet Kemalîzm di rojekê da tesîra xwe winda nake, ewê
ber xwe bide. Burokrasîya sîwîl û eskerî îro jî li ber guhartinê
astengeke mezin e. Ew di warê sîyasî û aborî da xwedîyê gelek
îmtîyazan e û naxwaze wan winda bike.
Zabit û borokratên mezin, tevî meeþên xwe yê bilind xwedî
lojman, erebe, þofêr, cîyên kêyf û tatîlê û tiþtên dinê ne.
Bi taybetî leþker bi rîya OYAK'ê bûye xwedîyê holdîng û þîrketên
mezin, ku hatina xwe gelek e û beþ û salmeyan jî nadin. Hema
hema nêvîyê botça Tirkan diçe eskerîyê. Tevî wê jî gelek fon
û fond (wakif-xêyrat) hene ku hatina wan hemû ji ordîyê ra
serf dibe. Xuya ye destê wan ji vê seltenetê nabe.
Her usa jî di warê sîyasî da hukumdarê rastî ew in. Navê
wan "dewlet"e.. Sîyaseta hundur û der ne bi destê hukumet
û parlamenê, lê bi destê wan tê rastkirin. Sazîya Ewleyî ya
Netewî (MGK) ku giranîya xwe di dest paþayan da ye, serê her
tiþtî ye.
Ev burokrasî xwe wek xudîyê welat û mezinê welat, xelkê jî
piçûk dibîne. Bi raya wan xelk nezan e, ne gihîþtîye, nikare
rîya xwe rast bike. Ger ew nebin welat û millet, Komara Tirkîyê
tim di xeterê da ye. Kurd dikarin welat parçe bikin, Ýslamî
dikarin sazûmana laîkî û þoreþên Atatirk xirab bikin.. Ji
xwe cîranên Tirkîyê û dinya mayî jî dijminê Komara Tirkîyê
ye!..
Bona vê yekê ew Esker û borakratên kemalîst dewlet û millet
tim "diparêzin." Carina bi rîya tank û topan û sungîyan dest
datînîn ser hukim, parlamen û hukumeta heyî jî belav dikin…
Di vî welatî da gor gotinê ev pêncî salî zêde ye ku demokrasî
heye! Ango 3-4 salan da carê hilbijartin çêdibin, hin partî
tê da cî digrin û li dawîyê parlamen û hukumet çêdibe.
Lê kî tê bila bê, hukum di dest hêzên dewletê da ye. Bi taybetî
divê hukumet û parlamen gotin û daxwazên esker bide ber çavan..
Pirî caran jî mecbûr e wek wan bike. Ger neke derbên eskerî
çêdibin û esker bi xwe raste rast tê ser hukim û sîwîlan diþîne
hepsê, carina jî darda dike!
Bona vê yekê, demokrasî di vî welatî da sosret e.
Gelo vêcar çi be?
Meriv dikare bêje ku vêcar piçek guhartin heye. Berî hertiþtî
ne dema þerê sar e ku leþker bi piþtgirîya Amêrîkê û Ewrûpê
serî hilde, darbe bike û hukum bigre dest xwe. Ango rewþa
dinyayê ji bo derbên eskerî ne misaîd in.
Rewþa hundur jî gor berê gelekî guharîye. Çawa me di nivîsa
berê da jî gotibû, ew sîyaseta Kemalîstî êdî kevn bûye, nikare
bersîva dema teze û civaka teze bide. Sîyaseta ku li ser Kemalîzmê
û þovînîyê ava bûbû ne karî pirsên gel û welat çareser bike
û sal bi sal gel û welat xiste tengasîyeke mezin. Leþker jî,
herçî dinê jî dibînin ku bi adet usûlên berê nikarin welat
îdare bikin û ji bin vî barî derkevin. Gel êdî guhê xwe nade
wan û guhartinê dixwaze.
Gel azadî û demokratî dixwaze. Li welat û bi der û cîranan
ra aþitî dixwaze. Nan û kar dixwaze.
Xelk ji hukumetên berê û ji gotinên berê bêzar bûye, li rêyekî
digere. Bi vê lêgerînê, sê sal berê bi dû Ecewît û partîya
guran (MHP) ket. Nuha jî berê xwe daye AKP'ê..
Gelo AKP dikare bersîva van tiþtan bide, ango pêþengîya guhartinê
bike?
Meriv nikare bêje erê. Ji ber ku AKP ne xwedîyê bernameyeke
usa radîkal e. Ne bi alîyê îdeolojîk, ne jî sîyasî. Di vî
warî da hazirîyeke wan ê baþ tune.
Serokê AKP, Recep tayîp Erdoxan ne xwedîyê tecrubeyeke mezin
e, di sîyasetê da ne pijîye.
Vê partîyê ger ewqas ray stendîye ne di saya bername û projeyên
baþ, ne jî di saya huner û hostetîya wan e di warê sîyasetê
da. Xelk ji yên berê revî û berê xwe da wan.. Ango ew serketina
wan ne usa heqkirî ye..
Dîsa jî, ji ber ku xelk ji wan guhartinê dixwaze, divê hin
tiþtan bikin. Bi taybetî di warê demokratîyê da. Wan bi xwe
jî ji vê sazîya kemalîst û mîlîtarîst gelek kiþandîye û gelek
bi kêrî wan tê ku sînorên heq û azadîyan bê firehkirin, tesîra
kemalîzmê û mîlîtarîzmê kêm be, li welat sazîyeke pirdengî
û pirrengî, sazîyeke plûral çêbe.
Çawa me li jorê got, þertên derva jî bo guhartineke han misaîd
in.
Her usa, ger bi her awayî gor dilê me nebe jî, di bernama
AKP'ê da behsa hin guhartinên baþ heye. Yek ji wan çêkirina
qanûna esasîya teze ye. Yeke din cî anîna Þertên Kopenhagê
ye. Ger ew xwedîyê gotina xwe bin, dikarin qanûna esasîya
teze li bi þiklekî demokratîk derînin, her usa jî Þertên Kopenhagê,
ne bi þiklekî derewîn, lê bi rastî bi cî bînin.
Ger bixwazin van tiþtan û gelek tiþtên dinê dikarin bikin.
Pir nabore, emê bibînin, AKP bikare vê hunerê nîþande yan
na. Ger bikaribe bo wê jî bo gel û welat jî baþ e. Ger nekaribe,
halê wê ji yên berî wê xirabtir be..
* Dema Nû hejmar 42
|