Pirsa Çeçenan û Kurdan ..
(*)
Ferhad CAN
Çend sal berê Çeçenên çekdar ku welatîyê Tirkîyê bûn, li
Behra Reş keştîyeke Tirkan revandin, çend roj medyaya
Tirkîyê û ya dinyayê mijûl kirin. Piştra teslîm bûn,
bi cezayekî piçûk xilaskirin û piştra hatin berdan.
Dîsa du sal berê li Suudî Erebîyê teyarekî Uris revandin,
meriv kuştin.
Salek berê li İstembolê di ser Swîssotel'ê da girtin,
gelek kesên beyanî rehîn girtin.
Çend roj berê jî va ye dîsa yek ji wan li İstembolê
bi klaşnîkof di otêla The Marmara da 13 kes rehîn girt...
Ji xwe kirinên wan li Rusîya, girtina li ser nexweşxaneyan,
bombekirina avahîyan û kuştina gelek xelkê sîwîl malûm
e..
Lê li himber ewqas kirinan jî ne medyaya Tirk ne jî dewleta
Tirk, kesî ji wan ra ne got terorîst.
Gotin: "Eva ne terorîstî ye. Dijî wan şer heye
û brayên me yên Çeçen dixwazin dengê xwe bidin bihîstin.."
Nesîhet li wan kirin, gotin: "Baqil bin, tiştê
hanê li Tirkîyê ne kin, zirara me heye, turîst nayêne welatê
me!."
Lê tim, ne bi terorîstî, bi qisûrên piçûk ew gunekar kirin,
dan mehkemê û bi cezayên piçûk ew ceza kirin, piştra
jî berdan..
Gelo ev Çeçen çi dixwazin? Ma Uris hebûna wan nas nake?
Zmanê wan qedexekirî ye? Nikarin bi zmanê xwe kilaman bêjin?
Welatê wan dagirtî ye?
Na, Çeçenîstan bi alîyê Uris wek dewleteke federal tê naskirin.
Sînorên xwe, ala xwe, payîtextê xwe heye. Parlamen, hukumet
û serokkomarê xwe heye.
Zmanê xwe li welatê xwe zmanê resmî ye. Çeçen di mektêbên
xwe da dixwînin. Radyo û têlewîzyon bi zmanê wan e.
Baş e, Çeçen çi dixwazin? Dewleteke serbixwe, cuda..
Ne tenê dewleteke cuda, eger sedem ew be, dîsa heqê wan
e ku jî Uris cudabin, bi serê xwe bin. Heya Uris û ew çend
sal berê li hev hatin ku heya du salan vê meselê jî çareser
bikin; ango piştî du salan ku Çeçenan xwest bila cuda
bin..
Lê hin Çeçenan li benda du salan jî ne man û dest bi şer
kirin. Armanca wan ne tenê avakirina dewleteke cuda ye, her
usa jî dewleteke İslamî ye li ser esasê şerîetê.
Wek ya Talîbanên Efganî, wek ya Suudî.. Her usa jî dixwazin
"şoreşa İslamî" li der û dorê xwe
belav bikin, li Daxîstanê û li welatên dinê..
Ka Tirkîye laîkî diparast? Ka hukumet û dewleta Tirk, leşkerê
wan, memkemên wan ên bilind, partîyên wan ên sîyasî, medyaya
wan bi piranî dijî dewlet û sazîyeke şerîetperest bûn?
Ka ji bona vê yekê wan gelek partî girtin, bi darê zorê hukumeta
Erbakan êxistin û dixwazin rê li ber hinekê din jî bigrin
û ji sibê heya êvarê, li ser parastina "sazûmana laîk"
şemateyê dinê dikin?..
Xuya ye ew sazûmana şerî li Tirkîyê naxwazin, lê li
Çeçenyayê çima nebe!
Ev çi îşe, çi durûtî ye? Şerîata Çeçenya bê zirar
e, lê bi kar e! Çeçen dijî Uris şer dikin, rîya niftê
digrin, eva baş e! Bi vî awayî rîya niftê vedigere ser
Tirkîyê, xeta Baku-Ceyhanê..
Çeçen dikarin ji bo dewleteke cuda him jî şerîetperest
serî hildin, sîwîla bikujin, keştîyan û balafiran birevînin,
di ser otêlan da bigrin, mirovên bê gune bikujin, heya gelek
ji van tiştan Li Tirkîyê û li welatên dinê bikin...
Lê "dewleta Kurd tucar nabe!"
Lê heqê Kurdan tune ku heya bi şiklekî federal, yan
jî otonom xwe îdare bikin!
Mektebê Kurdan tucar nabe!
Yên ku xwendina Kurdî dixwazin, ji bo vê yekê arzûhalan
didin, ew terorîst în, divê ji mekteban bên avêtin, divê bên
girtin û cezayên giran bidine wan...
Radyo û têlewîzyona Kurdî tucar nabe! Yên ku kilamên Kurdî
dibêjin divê bi kêmayî sê sal û nîv ceza bigrin!
Heya navên Kurdî nabin. Eva dijî çanda milletê Tirk e û
wek parçekirina welat û millet e!..
* * *
De li himber vê helwestê keremkin bifikirin.. Eva çi aqil
e, çi vîcdan e?..
Eva çi zulm e, çi teda ye?..
Di pirsa Boşnakan da, Çeçenan da, Turkmenên îraqê da,
Tirkên Qibrisê da pîvan û standardên Tirkan cuda ye, di pirsa
Kurdan da cuda ye..
Heqe gelên hemû dinyayê ji bo azadîyê heye, yê Kurdan tune!
Heqê hemû gelên dinyayê heye li ser axa xwe azad bin, di
aşitîyê da bijîn, ji berhemên welatê xwe feyde bistînin;
lê yê Kurdan tune!
Hemû gelên bindest dikarin ji bo azadîyê şoreşê
bikin, heqê Kurdan tune bikin..
Heqê Kurdan tune heya bi zmanê xwe bixwînin, kilamên xwe
bêjin û navên Kurdî li xwe bikin...
Zulm û tedayeke han, bêvîcdanîyeke han li tu derê dinyayê
ne hatîye dîtin.
Ma em Kurd vê neheqîyê, vê koletîyê qebûl dikin? Me heya
nuha ne kir, û nah şunda jî nakin. Helbet rojekî emê
dawîya zor û zulma van har hovan jî wê bînin.
------------------------------------------
(*) Ji Dema Nû, hejmar 29 hatîye girtin
|