Pirsa Iraqê û Helwesta
Kurdan
Kemal Burkay
Ji 11 İlonê vir da, ne tenê Afganîstan,
pirsa Îraqê jî cardin li rojewê ye, germ e.
Gelo Amêrîka êrîşî Iraqê bike, yan na?
Gelek kes dibêjin ku wê sedî sed bike. Ji vê saetê şunda
Amêrîka saddam li ser hukim nahêle. Lê kîngê bike ew ne xuyayî
ye. Dibe ku piştî çareserîya pirsa Afganîstanê, dibe
ku berî wê..
Hin kes jî, dibêjin, Amêrîka bi êrîşa
ser Iraqê hemû welatên ereb digre himberî xwe û êttifaqa îro
xirab dibe. Amêrîka vê şaşîyê nake.. Lê ewê bi laf
û gefan Saddam bitirsîne û daxwazên xwe pê bide qebûlkirin.
Da ku rê bide heyeta Yekitîya Milletan, ku cardin bikeve Iraqê
û li çekên nukleerî, kîmyewî û bîyolojîk bigere.
Lê tiştê ku xuya dike, li Amêrîkê mêyla
şer xurttir e. Him di nava gel da, him jî li hukumetê.
Bi raya me jî, Amêrîka zû an dereng êrîşeke mezin bibe
ser Iraqê û sazûmana Saddam biruxîne.
Helbet Amerîka îro jî li êttifaqekê digere,
lê êttifaqeke fireh şert nabîne. Heya wek berê ewqas
guh nade ray û helwesta hin “dostên” xwe yên berê, wek Pakîstan,
Suudî û Misrê… İro li Amêrîkê dijî Suudîyan jî deng bilind
dibin. Hin kes dibêjin: “Em êdî piştgirîya sazûmanên
kevneperest û dîktatorî wek Pakîstan û Suudîyê nekin. Amêrîka
ji hevalbendîya sazûmanên han zirar dike. Xelkê ku dijî wan
e, ji ber vê yekê, dijî me jî derdikeve. Kevneperestî û fanatîzma
ku ew diçînin û geş dikin îro berê rima xwe dide Amêrîkê…”
Eva guhartineke teze ye. Bi rastî jî êdî ne
dema şerê sar e. Hewcedarîya Amêrîkê wek berê bi sazûmanên
han ne maye. Ew êdî ji bo Amêrîkê ne “alîkar” in, lê zêdetir
“bar” in…
Xuya ye, statuko wek berê namîne, li Rojhilata
navîn û li Asya Başûr û li der û dorê gelek kevir wö
ji cîyê xwe bilivin..
Tirkîye jî bona vê yekê di tirsê da ye. Dibêje
ev agir Tirkîyê jî wê bikişîne nav xwe.. Bona vê yekê
jî Tirk naxwazin Amerîka êrîşê Iraqê bike.
Dema Amêrîka ji bo ruxandina hukma Saddam êrîşê
bibe ser Iraqê wê çi biqewime?
Xuya ye, Amêrîka eskerê xwe yê bejî raste rast nake şer,
mîna Afganîstanê. Jîyana eskerê Amêrîkê şêrîn e, bi qîmet
e!. Amêrîka wê dîsa ji ezmanan bombebaran bike, hêza Saddam
ya heyî sist bixe û bi destê hinekan êrîşê bibe ser Bexdayê.
Hukumeta Amêrîkî nuha van hisêban dike.
Gelo ew hêzên bejî kî bin? Ew jî Kurdê Başûr
in û eskerê Tirkîyê ye. Amêrîka dixwaze bi destê van hêzan
sazûmana Saddam biruxîne.
Baş e, ev hêzana ji vî karî ra çiqas hazir
in?
Usa xuya ye ku Tirk ji vê êrîşê ra ne
hazir in. Tirsa Tirkan ev e ku piştî Saddam Iraq parçe
be û dewleteke Kurd, qe nebe federasyonek jê derkeve..
Bona vê yekê jî, Amêrîka nuha bi rîya hin rojnamevan
û burokratên berê wek Wîllîam Safîre (ji New York Times) û
James Woolsey (serokê CIA yê berê) hin pêşnîyaran ji
Tirkan ra dibe û dibêje: “Em bi hevra sazûmana Saddam biruxînin,
tu jî Kerkûk û Musûlê bistîne, yan jî ji niftê para xwe..
Netirse, em rê nadin dewleteke Kurd a serbixwe. Serda jî,
em dikarin Tirkmenan bikin pardarê sazîya teze ( ger ew sazîyeke
federal yan otonom be) û Tirkîye bila jê ra bibe garantor…”
Hin Tirk li himber van loqmeyên (parîyên) şîrîn
kêfxweş dibin û xeyalê wan ê salan geş dibe… Lê
piranîya hêzên berpirsîyar, wek hukumet û leşker, dîsa
jî ditirsin.. Ji ber ku, dema Başûrê Kurdistanê bistînin,
di pirsa Kurd da barê wan girantir dibe.. Heqê Kurdên Başûr
(federalî yan otonomî) nas bikin nabe, nekin ew jî nabe; hingê
heremê çawa qontrol bikin?.
Dema Kerkûk û Musûlê bistînin, gelo hemû Ereb
nabine dijminê Tirkan? İran û Ûris ji vê yekê ra çi dibêje?.
Tirk dibînin ku parîyê pêşkêşkirî
gelek xweş in, lê dibe ew parî jarî bin, di gewrîya wan
da bimînin…
Ez di cîyê serokê Tirkan da bim, lingê xwe
navêjim nav vê hezazê… Çûn rehet e, lê vegerîn zehmet e!..
Her çi be jî, ew ne karê me ye; Tirk çi dikin
xwe dizanin. Lê gelo sîyaseta Kurdan di vî warî da çi ye û
divê çi be?.
Helbet, divê em kêfxweş bin ku li heremê
statûko hilweşe, sînor bilivin. Ger sazûmana Iraqê hilweşe
û sazûmaneke demokrat û federal ava be, feydeyê Kurdan tê
da pir e. Lê dewleteke serbixwe? Helbet ew baştir e,
lê zehmet e. Dema ev firsend hebe Kurd çima bêjin na?!. Lê
di roja îro da, hukma Saddam biruxe jî, dewletên der û dorê
(tevî Iraqê, İran, Sûrîye û Tirkîye jî) rê nadin ku dewleteke
Kurd ya serbixwe avabe. Lê êhtimala dewleteke federal zêde
ye û ew jî ji bo Kurdan gaveke mezin e.
Lê plana Amêrîkê çi ye û pê bawerî dibe yan
nabe, divê Kurd baş bizanin. Ger Amêrîka ji bona ruxandina
hukma Saddam Husên ji Kurdan alîkarî dixwaze, divê Kurd jî
bizanin ku çi bi destê wan dikeve û garantîya wê çi ye?. Amêrîka
ruxandina Saddam dixwaze, lê piştî wê çi dixwaze? Çima
daxwaza Iraqeke demokrat û federal eşkere nake?.
Ango divê Kurd bi tedbîr bin.. Dema lingê xwe
davêjin pêşîya xwe jî bibînin. Dema muxalefeta Iraqê
(Kurd û Ereb) li ser sazîyeke demokrat û federal sîyaseta
xwe yek û zelal bikin û Kurd bawer bin ku Amerîka bi hemû
hêza xwe alîkarîya wan dike û wan diparêze, hingê dikarin
xeterê bigrin ber çav, bar hilgirin û şer bikin.. Lê
dema evtişt tunebin, Kurd çima xwe biêşînin?.
Saddam li cîyê xwe bimîne û rewş bi vî
halî bimeşe jî rewşa Kurdên Başûr ne xirab
e.. Bila welatê xwe avabikin, karê welatê xwe bi serbestî
bi rêva bibin û dezgeyê heyî xurt bikin, bişidînin.
Bi taybetî, divê Kurdên Başûr di vî warî
da ji Tirkîyê tiştekî hêvî nekin. Hêza eskerî ya Tirkîyê
di şerê dijî Iraqê da bi kêrî Amerîka bê jî, bi kêrî
Kurdan nayê. Dema Tirk şer bikin, ne ji bo Kurdan, lê
jî bo xwe şer dikin. Dema Tirk bikevin Musûl û Kerkûkê
ev rewşa îro ya Kurdên Başûr xirab dibe. Tirk çi
bela derînin, meriv nizane.
Yek ji wan belayên muhtemel ew e ku, pirsa
Tirkmenan derxinin pêşîya Kurdan, wan bikin pardarê sazîya
heyî û bi rîya wan ji Kurdan ra gelek serêşîyan derînîn.
Ya duwemîn ew e ku Tirk, dema bi leşker û polêzên xwe
Kurdistana Başûr dagrin, dikarin azadîya heyî jî ji dest
Kurdên başûr bigrin, wek Kurdistana Bakûr li wan bikin..
Hingê Kurd divê yan serê xwe li ber wan daynin, yan jî, dijî
Tirkan bikevin şerekî teze. Ango, destkevtîyên wan ji
dest biçe, aşitî li heremê wê nemîne, welat cardin ser
û bin be û xwîna Kurdan birije..
Ango ji bo Kurdan tiştê herî xirab têkilîya
Tirkîyê ye, dagirtina Musûl û Kerkûkê ye bi destê Tirkan.
Divê Kurd tucar vî tiştî nexwazin û jê ra razî nebin.
Amêrîka û hevalbendên xwe yên dinê, ger bi
rastî dixwazin hukma Saddam biruxînin, divê Iraqeke demokrat
û federal bi şiklekî eşkere daynin pêşîyê,
li ser vê esasê bi hêzên muxalîf ra êttifaqa xwe daynin, him
piştgirîyeke xurt bidine wan, him jî bar hilgirin ser
milê xwe.
|