|
PIŞTÎ
DEH SALAN KURDISTANA BAŞÛR
Kemal Burkay
|
Xwendevanên delal, ev nivîsa dirêj di
derheqa gera me ya Kurdistana Başûr da, piştî vegera
me ji welat hat nivîsandin û di meha adar û nîsanê da (2004)
beş bi beş di malpera me da (www.kurdistan.nu)
derket. Zimanê wê, çawa li jêr jî hatîye gotin bi Tirkî bû.
Lê min teze firsend dît û piçek dereng be jî ew kire Kurdî,
ji bo xwîşk û birayên me yên parçên dinê ku bi Tirkî
nizanin.
Bi hêvî û daxwaza ku bala we bikişîne
û hûn tamakê û feydekê jê bigrin!
13 Tebax 2004
Kemal Burkay
Beşa 1.
Jİ SER AMMAN Û BEXDAYÊ BER Bİ
KURDİSTANA BAŞÛR
Mehek bû ji gera xwe ya Kurdistana Başûr vegerîm. Gera
me nêzî mehkî (ji 11’ê Çileyê Paşîn-8 Sibat) ajot. Ji
bo nivîsandina li sir vê gerê dereng mam. Min tenê di derheqê
rewşa sîyasî da bi navê ”Gelê Kurd Dest ji Federesyanê
Ber Nade” nivîseke dirêj nivîsand û ew jî him di malpera me
da (www.kurdistan.nu), him jî di rojname Dema Nû da hat weşandin.
Ev serlêdanên ku me wek heyeta partîyê bi cî anîn, ew jî bi
destê hin hevalan ku di heyeta me da bûn bi germagerm hatin
rêkirin û di malpera me da cî girtin. Ne hewce ye ez careke
din dûr û dirêj behsa wan bikim. Ez di vê nivîsa xwe da zêdetir
behsa hin tiştan bikim ku gor min balkêş bûn û dixwazim
bi we xwendekarên delal ra parva bikim.
Tiştên ku min dîtin û bala min kişandin ezê beş
bi beş biweşînim. Beşa yekem bixwînin, ger
bala we kişand û kêfa we pê hat, yên piştî vê jî
bixwînin.. Dibe ku ew ji bo we jî hêsantir e; nivîsên dirêj,
ger babet balkêş û ziman şîrîn be jî carina mirov
jê bêzar dibe..
Ez di sala 1992 da, piştî şoriş û azadbûnê
jî çûbûm Kurdistana Başûr û min wê demê jî ger û dîtinên
xwe bi navê “Gav bi Gav Kurdistana Azad” û di rojnama hefeteyî
Azadî da, bi Kurdî û beş bi beş nivîsandibûn. Hingê
min navekî dinê (Ali Decleli) bi kar anîbû. Lê vêcar bi zmanê
Tirkî dinivîsim, ji bo xwendevanên min ên ku Kurdî nizanin.
Da ku hin dost û hevalên me yên Tirk bikari bin tê bigihîjin
û carê jî ji me Kurdan bibihîsin, gelo li vî parçeyî welatê
me, li Kurdistana Başûr çi dibe çi nabe?.. Her çiqas
ev nav, ango Kurdistan, bi hezaran sal e ku navê welatê me
ye û hemû dinya pê dizane, lê dîsa jî zmanê rojname û têlevîzyonên
wan lê nagere bêjin Kurdistan, dibêjin “Bakûrê Iraq!..”
Ji ser dîtina min a Kurdistana Başûr a dawî deh sal
derbaz bûbû. Cara pêşîn di sala 1981 da çûbûm wan der
û dorên ser sînorê Iraq û Îranê, Navzeng û Tûjala, ku di destê
Pêşmergeyên Kurdan da bûn. Cara duduyan di sala 1992’yan
da çûm, ku beşeke mezin ya Kurdistana Başûr êdî
azad bû, sê mehan li wir mam. Cara sisêyan jî di payîza sala
1993’yan da çûm û nêzî salekî li wir mam. Dema di Tîrmeha
1994 da ji wir vegerîm ne dilşa bûm, ji ber ku di meha
gulanê da di navbera du partîyên mezin, PDK û YNK da şer
dest pê kiribû û hîn berdewam bû. Ji bo sekinandina şer,
kar û xebata ku me û partîyên welatparêz yên dinê kiribûn
tu netîce ne dabû.
Hingê wek çûna min vegera min jî ji ser çemê Dîclê ra bi
veşartî û gelek bi xeter û serencam derbaz bûbû. Di vegerê
da li ser Cizîreke Dîclê da em ketin dafika eskerê Tirk û
mecbûr man şunda vegerin. Bextê me hebû –yan jî bextê
neyarê me tune bû- ku di nav me da kes nehat kuştin û
birîndar jî nebû. Mehkî şunda em dîsa bi wê rê, lê vêcar
bê şer û dafik karîn derbaz bin..
Piştî vê, carê jî di sala 1998 da me xwast wek heyeteke
aşitîyê dîsa ji Ser Sûrîyê û bi destûr derbaz bin biçin
Kurdistana Başûr. Lê em qasî mehkî li Sûrîyê, bajarê
Qamîşlo li benda destûrê man û destûr derneket û em şunda
vegerîn.
Belê, ev der bi bakûr û başûr, bi rojhilat û rojavayê
xwe welatê me ye, lê em nikarin bi azadî biçin wan deran.
Çawa ku nikarin li wan deran bi azadî bijîn…
Şah çû, Saddam çû,
Roj wê bê axa û paşa jî
biçin…
Cîyê ku me nekarî em ji ser Enqerê, Tehranê û Şamê biçin,
vêcar, piştî ruxana sazûmana Saddam Huseyn, em bi ser
Amman û Bexdayê ra çûn. Waxtekî ew rê jî bo me girtî bû. Lê
dinya ye, seyr e, nuha ku ji bo Saddam û mirovên xwe kuna
mişk hesret bûye û ew zîndanan şên dikin, rîya Bexdayê
ji mixalîfên wî û Kurdan ra vebû ku ji destê van zaliman zulm
û tedayeke mezin dîtibûn û ji welatê xwe hatibûn qewirandin.
Gelo ji bo çûna Kurdistana Bakûr û Rojhilat jî divê çi biqewime
da ku em bikaribin bi serbestî biçin wir? Dibe ku ji bo vê
yekê jî em li benda ruxana van sazîyên faşîst û kevneperest
bimînin bi destê hin hêzên mezintir.. Çima nebe? Ewên mezin
û xurttir, carina dibe ku hêzeke biyanî be, ango “di heqê
bêdîn da bêîman tê…” Carna jî gel bi xwe vê hêzê di xwe da
dibîne, dawîya zalim û zordestan bi destê xwe tîne. Saddam
çû. Şahê Îranê berî wî çûbû. Roj wê bê ew meleyên ku
îro xelkê Îranê ji jîyanê bêzar dikin, û ew axa û paşayên
Tirkîyê ku jîyana delal ji me ra dikin wek barekî giran, ew
jî bibê nebê wê biçin, bi vî awayî yan bi awayekî din…
Di berbanga berîyê da mij
Wekî xwendevan jî dizanin, ji bo balafırên (teyareyên)
medenî hîn xeter heye, balafirgeha Bexdayê jî bo wan hîn venebûye.
Bona vê yekê em bi rîya Urdunê çûn Kurdistana Başûr û
hatin. Em çar kes bûn: Serkriterê teze yê partîya me Mesûd
Tek, Sîdar, Unal û ez..
Cara pêşîn bû ku me Urdun didît. Lê bi rastî nikarim
bêjim ku me dît jî. Em bi şev daketin balafirgeha Ammanê
û li wir zêde ne man, wê şevê bi jîpeke mezin ku şofêrê
xwe yekî Ereb bû, rasterast derketin rê ber bi Bexdayê. Vegera
me jî dîsa bi vî şiklî bû. Ango mer firsend ne dît ku
vî bajarî di ronahîya royê da bibînin.
Min gelek mereq dikir, gelo li berîya Urdunê berbang çawa
ye û roj çawa hiltê. Lê piştî ku em ji Ammanê derketin,
pir ne borî mijeke xurt di ser me da girt û heya nêzikî sînorê
Iraqê ajot. Di vê navberê da roj jî hilatibû û gelekî bilind
bûbû.
Piştî zivistan û berfa Skandînavyê daketina berîya Urdunê
di bin rojê da -ji deman hîn çile be jî- li mirov gelek xweş
tê.
Berî ku bigihîjin sînor, em di bajarakî piçûk da sekinîn
û me piçek vêsa xwe girt, çay vexwar û bo xwarin û vexwarinê
hin tişt kirî. Berpirsîyar û hevalên PDK ku li Ammanê
li benda me bûn, gotin ku, ji ber sebebên parastinê divê di
alî Iraqê da em li tu cî ne sekinin, heya ku em gihîştin
Hewlêrê.. Ji xwe li ser vê rîya dirêj, herçiqas hatin û çûn
gelek bû jî, cîyeke baş û paqij tune bû ku meriv bi dilê
xwe xwarinekê bixwe.
Em li ser sînor ji bo qontrola pasportan qasî saet û nîvekê
sekinîn. Derîyê sînor bi rêwingîyan, bi otomobîl û tiran tije
bû, hella hella bû. Bi taybetî tirên ku otomobîl dibirin Iraqê
gelek bûn. Qontrol bi destê polêzan û karmandên gumrukê yên
Urdunî û Iraqî dihate kirin. Leşkerê Amêrîkanan li ber
çavan xuya ne dikirin û me li sînor kesek ji wan ne dît.
Rîya ku ji Amman heya sînor şirîtek bû, ji sînorê Iraqê
wê da heya Bexdayê bû otobaneke gelek baş.
Kurdistan û Erebîstan
Wek erd û hewa du dinyayên cuda
Sibê piştî ku mij belav bû li dor me berîya bê ser û
bin xuya kir; bê dar, bê gîya, bê hêşînahî dirêj dibû
diçû. Li asoyê bakûr di nav pûsê de tiştek xuya dike,
gelo ew çi ye, çîya ye dirêj dibe, yan ewr? Qasî ku zanim
li vê herêmê li alî bakûr beşekî Sûrîyê û erda Iraqê,
beşa Ereban dikeve. Ango ev der hemû deşt in û çîya
tune ne. Ji bo ku mirov bigihîje çiyan divê ber bi bakûr biçe,
bigihîje Kurdistanê… Ji xwe piçek şunda pûs belav bû
û li cî tiştek ne ma. Ango ewê ku xuya dikir yan mij
bû yan ewr.
Di vê berîyê da em bi sedan kîlometir çûn. Rêyên din dêrketin
pêşîya me ku diçin bajarên dinê, yên dûr. Carina kerîyên
pez xuya dikirin ku di berîyê da diçêrin. Lê bajarekî piçûk
yan gundek pir kêm xuya dikir. Em heya qiraxên çemê Feratê
rastî zevîyekê jî ne hatin. Dora Dîcle û Feratê hêşîn
e bi darên xurme, bi zevî û bostan û bi hezaz û qamîşgehan.
Ev herdu çem jîyanê didin der û dora xwe. Bajar û gund jî
li dora van herdu çeman bi rêz dibin.
Kurdistan û Iraqa mayîn, ango Erebîstan, di warê erd û hewa
da çiqas ji hev cuda ne! Iraqa Erebî, dora Dîcle û Feratê
jê derîne, berîyeke fireh û rast, bê dar û ber û bê av e.
Ev berîya hişk û hol heya sînorê Kurdistanê dirêj dibe,
ji wir pê de deştên bi bereket dest pê dikin ku bi rêzên
çîyan û bi çem û robaran tên birîn, ew avên ku tevî Dîclê
dibin, ava wê geş dikin. Ber bi bakûr û rojhilat jî çîyayên
bilind û asê xuya dikin, ku bi darên berûyê tênê xemilandin
û heya havînan jî li bilindahîyên wan berf û qeşa kêm
nabe.
Rîya me ji “Sêkinarê Sunnîyan” ya bi nav û deng derbaz dibû
ku di van rojan da teror lê geş e. Em ji Ramadîye û Fellûca
derbaz bûn, nêzî bexdayê, bêyî ku em bikevine bajêr, me berê
xwe da ber bi Bakûr. Ji vir ha da êdî otoban giha dawî, rêyeke
yek şirît û nebaş bû. Rê bi qiraxê Dîclê ra diçû.
Der û dor cî bî cî bi gumrehî darên xurme ne, cî bi cî zevî
û bostan in, hin cî jî bi herî û hezaz in, qamîşgeh in.
Li vir û wê bend û bircên ji xwelîyê xuya dikin, kevn û hilweşîyayî,
wekî ji dema Babîlîyan mane... Ev çamûr û kerpîç maddeyê esasî
bû ku di avahîyên Şumîrî, Babîlî û Aşûrîyan da bi
kar dihat. Mezopotamîyên ku di dîrokê da cara pêşîn nivîs
kivşkiribûn, nivîsên xwe jî li ser tabletên kîlî neqiş
kirin, ew tablet di firneyan da pijandin, ku di saya wan da
ew nivîs man heya zemanê me.
Em ji bajarê Samara û Dûzxurmatû jî derbaz bûn, me li cîyekî
piçek mûz kirî û berê xwe da Kerkûkê. Piştî ku em ji
otobanê derketin di vê rê da, bi taybetî di ketin û derketina
bajaran da qontroleke xurt dest pê kir. Lê tiştekî balkêş
bû, ne di otobanê da, ne jî di ser vê rê da em rastî leşkerê
Amêrîkîyan ne hatin. Tenê li nêzî Kerkûkê debabeyeke Amêrîkî
derkete ser rîya me û em mecbûrî ji dûr va, hêdî hêdî bi dû
wê çûn.
Li Başûrê Dûzxurmatû, li mintiqa Hemrîn dest pê dike,
qontrol êdî dikeve destê pêşmergeyên Kurd. Ji xwe “Çîyayê
Hemrîn” li vî alî wek sînorê Kurdistan û Erebîstanê ye. Herçiqas
jê ra dibêjin çîya, lê bi rastî tu tiştê wî rengê çîyakî
nade. Ev der rêzeke girên piçûk e, gor başûrê xwe 15-20
mêtro bilind e, ewqas! Ji bona çi jê ra gotine çîya, min tiştek
jê fêm ne kir. Dibe ku gor Erebên berîyê girekî ewqas piçûk
jî wek çîya xuya dike..
Dema em gihan Kerkûkê êdî tarî ketibû û em li wir ne sekinîn,
derbaz bûn. Li alî çepê aso wek bi agirekî xurt pêketî sor
bû. Ev der cîyê nifta Kerkûkê ye, Baba Gurgur e. Piçek şunda
agirê niftê li ser bi dehan paceyên bilind xuya kir.
Em êvarê di saet heftan da gihan Hewlêrê. Rîya me 16 saet
ajotibû.
Di otêla Çuwarçire da ji me ra cî hatibû veqetandin. Yek
ji dostên me yê Partî Demokrat, Mehmed Emîn li wir bû. Piştra
nasên dinê jî derketin û roja dinê û piştî wê, nas û
dostên ku bi hatina me hişyar bûn, hatin otêlê bo xêrhatina
me. Beşek ji wan Kurdên Başûr, beşek jî Kurdên
Tirkîyê bûn ku bo kar hatibûn wir.
Beşa 2.
LI HEWLÊRÊ
Roja
dinê hevdîtinên me dest pê kir bi partî û sazîyan ra. Me
13’ê Çileya Paşîn li bajarê Selahaddîn Polîtburoya Partî
Demokratî Kurdistan zîyaret kir. Sekriterê teze, her usa jî
Cîgirê Serokwezîrê Herêmî Samî Avdirahman bû. Em bi
wî ra û hevalên dinê ra rûniştin. Berpirsîyarê Rojnama
El Takî (Brayetî) ku li Bexdayê bi zmanê Erebî çap
dibe, Felekettîn Kakakî jî li wir bû. Di dema hevdîtinê
da serokê PDK Mesûd Barzanî jî hat, xêrhatin li me
kir, piçek rûnişt û çû . (Emê wî piştra zîyaret
bikin).
Min Samî Evdirehman ji berê da nas dikir.
Mirovekî di sîyasetê da xwedî tecrube, jîr û jêhatî bû. Mixabin,
piştî dîtina me pir ne borî, di wê bûyera terorîstî da
ku di yekê sibatê roja qurbanê da li Hewlêrê bi cî hat, tevî
gelek mirovên dinê yên hêja, wî jî jîyana xwe winda kir.
Di 14’ê Çileya Paşîn me Parlamena Kurdistanê
zîyaret kir. Serokê parlamenê Dr. Roj Nûrî Şawês
di wan rojan da li Bexdayê bû û Serokê Beşa YNK li Parlamenê
Sadî Pîre û endamên parlamenê Celal Xoşnav
(PDK), Tarik cambaz (YNK) û Nehla Xanim bi me
ra rûniştin û em di Parlamenê da gerandin. Ez Sadî Pîre
ji sala 1980 vir da nas dikim, me gelek caran li Kurdistanê
û li Ewrûpa hevdu dîtîye, sîyasetmedarekî jîrek û bi xwedî
tecrube ye.
Eynî rojê me Mihafizê (Walîyê) Hewlêrê Ekrem Mentiq
û cîgirê wî Mehdî Xoşnav zîyaret kir. Ekrem Mentiq
mirovekî gelek xwîngerm bû. Me li ser rewşa Iraqê û Kerkûkê
suhbet kir. Cîgirê wî Mehdî Xoşnav her usa jî rewşenbîrekî
naskirî û hêja û serokê Yekitîya Nivîskarên Hewlêrê bû. Wê
rojê piştî nîvro em li hin avayîhên bajêr û Parkê Hewlêre
gerandin.
Qesra
Çand û Huner û Korî Zanyarî Kurd
Cîyê ku Kek Mehdî Xoşnav em lê gerandin yek jê Banka
Merkezî ya Kurdistanê bû ku bi destê Hukumeta Herêmî hatibû
avakirin. Avahîyeke din Qesra Çand û Hunerê bû. Li
wir ji bo Hunermendan odeyên civîn û xebatê, salonên ji bo
konferansan û temsîlên teatrê hebûn. Nêzî vê avahîyê jî Korî
Zanyarî Kurd bû (Akademîya Zmanê Kurdî). Ev herdu avahî
jî teze hatibûn avakirin û karê Akademîyê hîn xilas ne bûbû,
hoste li ser kêren boyaxê û tiştên hanê dixebitîn. Her
yek ji wan sê qatî û fireh bûn, di nav baxçeyekî da ava bûbûn,
bi alîyê estetîk gelek xweşik bûn û herdu jî berhemên
mîmar û hosteyên Kurd bûn.
Piştî wan em li Stadyûmê Hewlêrê û li salonên
kultur-fîzêkê gerîyan. Navê vê Stadyûmê kiribûn Stadyûma
Fransûwa Herîrî, ku du sal berê bi destê terorîstan hatibû
şehîdkirin. Ev Stadyûm berî sala 1990 hatibû çêkirin,
lê bi destê Hukumeta Herêmî hatibû tezekirin û firehkirin.
Cîyê tank û topan dar û gulan girt
Yek ji wan cîyan ku me bi rêberîya Kek Mehdî Hoşnav
dît, Parkê Hewlêrê ya mezin bû ku van salên dawî bi
destê Hukumeta Herêmî hatîye rastkirin. Park li ser 5000 donim
erd ava bûye. Ev der di dema Saddam da warê leşkerî bû,
li vir eskerê dewleta Iraqê bi cî bûbû ku li Kurdistanê şer
dikir. Nuha li wir dar û gul hatine çandin; hewzên avê, cîyek
ji bo teatir û konseran, baxçên zarokan û xwaringehek heye.
Daristanên ku ji 4-5 salan vir da avabûne ber bi bakûr û rojavayê
dirêj dibin, heya Balafirxaneya Hewlêrê diçin, ku ew
jî teze ava dibe. Cîyekî fireh baxçê gulan e. Ev gul ji bo
bîranîna 185 hezar Kurdên Enfalê hatine çandin, dibêjin ji
bo her yekî ji wan gulek… Wekî xwendevan dizanin, di dema
Enfalê da 185 hezar Kurdê masûm, ku piranîya wan jin û zarok
bûn, bi destê vê sazûmana xwînxwar hatibûn kuştin û di
gorên mezin da kom bi kom hatibûn binaxkirin ku cîyê wan jî
bi piranî veşartî bûn...
Koşekî
vê parkê ji bo şairê Erebê yê bi nav û deng, Cewahîrî
ra hatibû veqetandin. Li vir peykerekî wî hatibû çêkirin.
Cewahîrî yek ji şairê Ereb yên klasîk yê here mezin bû,
her usa jî dostekî Kurdan bi dil û can bû, ku ev yek bi cesaret
eşkere kiribû, di şiêrên xwe da piştgirîya
azadîya Kurdan kiribû, her usa jî li ser kumê xwe nivîsandibû:
“Yan Kurdistan, yan neman!” Kurdan jî qedrê vî dostê xwe yê
hêja girtibûn, ew ji bîr ne kiribûn û him di dilê xwe da him
jî di koşeyekî vê parkê da jê ra cî veqetandibûn..
Belê, xwendevanên hêja, ev cîyê ku waxtekî cîyê barakayên
leşkerî bû, cîyê tank û topan û balafirên leşkerî
bû, nuha bi van daristan û gulbexçeyan, bi hewzên avê, bi
cîgehên çandî û lîstikê, bûbû parkekî delal ku Hewlêrî tên
û li vir bîhna xwe distînin. Kî zane, neh-deh sal şunda,
ku van daran bejn dan û mezin bûn, evder çawa xweşiktir
be.. Dema çend roj piştî vê em çûn Silêmanîyê, li wir
jî me park dîtin ku wekî vê derê ew jî berê cîyê leşkerî
bûne, lê bi destê Hukumeta Kurd bûne park û ji xelkê ra vebûne.
Cîyên leşkerî yên bajarên Tirkîyê hatin bîra me ku ji
xelkê ra qedexe ne… Bi taybetî ew cîyên leşkerî yên ku
bajarên wek Enqere (dibêjin di sedî da 40’ê erdê bajêr e)
û Dîyarbekrê dadigirin û xelkê bajêr difetisînin…
Min Hewlêr di sala 1992’yan da û piştî wê di sala 1993
û 94’an da jî çend caran dîtibû û li vir mabûm. Hewlêr bajarekî
fireh bi mîlyonek nifûs e. Lê li vir avahîyên bilind wek ezmankola,
yan jî yên 9-10 qatî tunin. Li bajarên Iraqê û li Kurdistana
Başûr, mîna gelek welatên Rojhilata Navîn, tesîra mîmarîya
Îngiliz baş xuya dibe. Kûçe û kolanên bajaran bi piranî
di navbera malên yek yan jî du qatî da dirêj dibin. Li ber
her malekê baxçeyekî piçûk jî heye. Heya di orta bajaran da
jî bînayên bilind kêm in û ew jî ji 3-4 qatî derbaz nabin
û bi piranî avahîyên resmî û otêl in. Bona vê yekê jî bajarên
han gor nifûsa xwe erdekî fireh dadigirin.
Di Hewlêrê da tiştê ku gor deh sal berê bala merivan
dikişînin, beşek ji wan ew avahîyên teze ne ku min
behsa wan kiribû: Parkê mezin, Qesra Çand û Hunerê, Korî Zanyarî
Kurd, Banka Merkezî û hwd; lê beşek jî otêlên teze ne.
Çuwarçira yek ji wan e. Şeraton li ber temambûnê ye.
Li dervayî bajêr, li ser rîya Selahaddîn, li ser girekî otêleke
teze û mezin hatîye avakirin ku, gotin ji ber parastina wê
ya baş, leşkerê Amêrîkî li wir dimînin..
Tiştekî din jî ku gor deh sal berê bala min dikişîne
trafîka wê ya sixlet e. Di van salên dawî da, bi taybetî piştî
ruxana Sazûmana Saddam, gelek erebe ketîye Kurdistana Başûr.
Beşek ji wan ji der welat hatine (ji ber ku ji wan gumruk
ne dihate stendin), lê beşek jî ji başûr, ji Bexdayê
û bajarên dinê yên Iraqê hatîye. Di vê rewşa taybetî
da ku li navçe û başûrê Iraqê hertişt ser û bin
bû, xelkê erebên xwe bi erzanî frotin û li Kurdistanê yên
ku piçek perê wan hebû kirîn. Tiştekî din ku erebe kirînê
teşwîq dike, ew jî erzanîya benzînê ye. Li Iraqê benzîn
ji avê erzantir e. Tu dikarî bi sê dolarî depoyê otomobîla
xwe tijî bikî. Bona vê yekê erebeyên nava bajaran van salên
dawî qat bi qat zêde bûn û kûçe û kolanên bajêr êdî têrê nakin.
Ji ber vê ye ku li vir derdê trafîkê mezin e û derman jî avakirina
metroyê (rîya bin erdê) ye. Çiqas zû ava be ewqas beş
e.
Geşbûna çanda Kurd
Di 15’ê Çileyê Paşîn da em çûn dîtina Wezareta Çandî.
Wezîrê Çandî birêz Mehemed Mehmûd di derheqa pirsên
çandî yên herêma Kurdî û di derheqa kar û xebata wezareta
xwe da agahdarîyên baş dane me, behsa neheqî û zordestîya
li ser çanda Kurd kir di dema Saddam da. Got wê demê hukumeta
Bexdayê sîyaseta asîmîlasyonê (helandinê) dajot, berhemên
çandî yên Kurdan ne diparast, avahîyên dîrokî yên kurdan bê
xwedî diman û hildiweşîn, dema ew restore dikirin jî,
şikl û rengê wan diguhartin û rengekî Erebî didane wan.
Ew tiştê ku birêz wezîr ji me ra digot ji bo me ne tiştên
biyanî bûn. Ji ber ku dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê sîyaseteke
ji vê xirabtir bi rêva dibir û hîn jî dibe, dijî çand û hunera
Kurdan.
Cîyê kêfxweşîyê ye ku ji sala 1991 vir da li Kurdistana
Başûr, li herêma azadkirî çanda Kurdî bi lez û bi xurtî
geş dibe. Hîn di dema şerê partîzanî da rêxistinên
nivîskar û hunermendan xwe nîşan dan. Nuha ev rêxistin
xurt dibin. Li Kurdistana Başûr nuha qasî 150 weşanên
perîyodîk (rojname û kovar) der tên. Sansûr tune ye. Tenê,
ger êrîşî ser mafên kesayetî bê kirin, ew kes dikarin
doz û dewa lê bikin. Heya nuha bi vî şiklî çend dave
hatibûn vekirin.
Berî sala 1990 ku Kurdistana Başûr di bin destê hukumeta
merkezî da bû, bi zmanê Kurdî bi temamî 450 kitêb hatibû weşandin.
(“Tirkîyeya azad û demokratîk” bînin bîra xwe, li vî welatî
ji bo 20 mîlyon Kurd ew tişt jî ne bûye!). Lê nuha li
Kurdistana Başûr, her sal bi sedan kitêb têne weşandin.
Wezareta Çandî piştgirîyeke baş dide nivîskaran
û weşanên Kurdî, mesrefê çapkirina kitêban carina bi
temamî digre ser milê xwe, carina jî beşek ji mesrafan
dide.
Radyo û têlevîzyonên ku bi rêveberîya Wezareta Çandî karê
xwe dikin, cîyekî baş didin karên çandî û berhemên nivîskar
û hunermendan didine naskirin. Gelek komên muzîkê û tîyatroyê
bi alîkarîya Wezarata Çandî karê xwe bi rêva dibin. Orkestraya
senfonîyan ya Kurdistanê ji 60 musîzyenên perwerdebûyî pêk
tê.
Me di panzdehê Çileyê Paşîn da xwarina nîvro li ba malbenda
Yekitî Niştimanî Kurdistan, tevî berpirsîyarê wan ê Hewlêrê
Adnan Muftî û Sadî Pîre xwar. Adnan Muftî ji
salan berê dinasim. Berê bi Partîya Sosyalîst a Kurdistana
Iraqê ra bû û berpirsîyarîya Şamê dikir, piştî ku
PSKI parçe bû, ew jî tevî YNK bû. Adnan Muftî jî, di wê bûyera
terorîstî ya 1’ê Sibatê da ku bombeyek jî di malbenda Yekitî
da teqîya, birîndar bû û çend hevalên wî yên hêja û ji mêvanan
gelek kes jî jîyana xwe winda kirin, yan jî birîndar bûn.
Wê êvarê jî em mêvanê valî Ekrem Mentiq û cîgirê wî
Mehdî Xoşnav bûn di xwarinxaneyeke Hewlêrê da.
Mixabin di wê bûyera xirab ya 1’ê Sibatê da ku bombeyek jî
li malbeta Partî Demokratî Kurdistan da teqîya bû, van mirovên
hêja tevî gelek heval û hogirên xwe yên dinê ku wê êvarê tevî
me bûn, jîyana xwe winda kirin.
Çûna
me ya Mintiqa Barzan
Di 16’ê Çileyê Paşîn da em çûn mintiqa Barzan, him ji
bo serlêdana gora Mele Mistefa, him jî bo ku wan cî û warên
ku me deh sal berê dîtibû, careke din bibînin. Li gel me ji
eleqeta Partîyê Kek Remzî, ku mirovekî xweşsuhbet
û henekçî bû, alîkarê wî Îmad û şofêrên herdu
erebeyan Mehdî û Salêh hebûn, ku di dema gera
me da bi dilgermî em li gelek cî û bajaran gerandin.
Rojeke çileyê paşîn ê delal bû. Her çiqas çile ye, lê
wek rojek ji biharê. Li Başûr usa ye. Hîn di çirîya pêşîn
da, bi baranên xurt ên payîzê erd şîn dibe. Çîyayên bilind
bi berfa stûr dagirtîbin jî, deştên di navbera wan da
bi cilekî kesk in. Di çileyê pêşîn û paşîn da gîya
bejn dide, di meha sibatê da gula biharê xwe nîşan dide
û di dawîya sibatê da kulîlkên dara bahîvê gelî û beyaran
dixemilînin.
Rîya me ji Selahaddîn, ji Şeqlawa û Herîrê derbaz dibe,
berî Xelîfan berê xwe dide Gelîya Zapê (Zêya Mezin).
Rîya
Selahaddîn hatîye firehkirin, beşekî mezin bûye otoban,
li cîyê mayî jî kar û xebat berdewam e. Li herdu alîyê rê,
li quntarên çîyan dar hatine daçikandin. Bi piranî darên çam,
selwî û dara kînê ne. Deh sal berê ku nift qut bûbû, xelkê,
ji bo germkirina malên xwe, ji bo çêkirina xwarinê û karên
din, dar û berê dor gund û bajaran jî dibîrin û dibirin. Bona
vê yekê, ew darên berûyê ku der û dorê bajarê Selahaddîn dixemilandin
gelek telef bûn û erd li gelek cîyan rût bû. Lê nuha, him
têr nift heye, him jî bi destê Hukumeta herêmî kar û xebateke
baş dest pê kirîye ji bo danîna daran. Ji ber vê erd
careke din şîn dibe û daristanek çêdibe li dora rê û
li quntarên çîyan. Mirov bi vê yekê dilşa dibe. Ev kar
û xebata hanê ne tenê li vir bû. Li Silêmanîyê û li gelek
mintiqeyên din jî ku me piştra dît, bi vî awayî daristanên
teze çêdibin. Kurd welatê xwe ava dikin, şên û hêşîn
dikin.
Di pala çîyê da, di nav ajên teze da nivîsek bala min dikişîne.
Bi kevirên sipî û bi tîpên Erebî hatîye nivîsandin. Li Tirkîyê
bi taybetî di bajarên Kurdistana Bakûr da nivîsên usa li pala
çîyan pir in ku bi kîlsê û kevirên sipî hatine nivîsandin,
ew hatin bîra min. Dibêjin: “Ev kes çi bextewar e ku dibêje
ez Tirk im!” Yan jî “Tirkek bedêlî dinyayê ye!” û “Berî hertiştî
welat!..”
Gelo li vir Kurdê me tu dibê çi nivîsandine? Nebe ku tiştekî
usa be: “Ev kes çi bextewar e ku dibêje ez Kurd im!” Yan “Kurdek
bedêlî dinyayê ye!..” Na, tiştekî usa ecêb tune bû. Hevalê
me Mesûd xwend, dibêje: “Daristanê biparêze!” Belê, ev hatibû
nivîsandin…
Di navbera Selahaddîn û Şeqlawa da, li gelîya jorî gundê
Korê me ew debabeyên deh sal berê ne dîtin. Ew debabeyên Saddam
bûn ku di bihara 1991 da dabûn dû Kurdan… Lê pêşmergeyên
Kurd di vê gelîyê da berê wan dabûn, li wan xistibûn, kiribûn
xurde û ew li wir wek sosret mabûn. Ew debabe bi salan li
wir, li dora rê man û jeng girtin. Gotin midetekî berê ew
ji vir birine, di nava gundê Korê da bi cî kirine û nîşanê
xelkê dikin..
Li ser Çîyayê Sefîn dîsa berf hebû. Em ji Şeqlawa derbaz
bûn û me berê xwe da bakûr. Rezên li ser rê ku deh sal berê
bê xudî mabûn û xizan bûn, nuha cardin geş bûne, erd
kêfxweş e, dikene. Li tenişt rezan, li ser rê dikan
ava kirine, fêkîyan difroşin; di çardaxên wan da guşîyên
mûzê darda dibin.
Em ji Herîrê û ji rêza çîyayên bakûrê wê derbaz bûn û gihan
Gelîya Zapê.
Çemê ku ji mintiqa Barzan derbaz dibe tê,
li vir digihîje Çemê Qendîlê ku ji Çîyayê Qendîl dikele, ji
hêla Dîyana û Rewandûzê, ji Gelîyê Alî Beg derbaz dibe tê.
Ev herdu çem li pir cîyan bi kef kopirîk diherikin, cî û cî
kanyonan (gelîyên kûr bi dîwarên tîk) û çiran pêk tînin û
piştî ku gihan hev navê xwe dibe Çemê Qendîlê. Ev çem,
çîyayên başûrê xwe li dirbê Bexmê bi gelîyên kûr diqelêşe
û digihîje deşta Akrê, ber bi başûr diherike, ji
deşta Hewlêrê derbaz dibe û digihîje Dîclê.
Berî sala 1990 di dirbê Bexmê da sedekî
(bend, baraj) mezin ava dibû û karê avahîyê jî gelek pêşva
çûbû. Lê Şerê Kendavê ku wê salê çêbû û serhildana Kurdan
piştî wê, rê ne da ku ew sed temam be. Bi sedan makîneyên
avahîyê di vir û wê da belav bûn çûn. Nuha cîyê ku hatîye
çêkirin û bermayî û xirêbeyên wê di herdu alîyê gelîyê da
xuya dike. Ger temam bibûya, ji sedê Dokan jî mezintir bûya
û hêza elatrîkê bidaya. Her usa jî ew herdu gelîyên delal
ku ber bi mintiqa Barzan û Rewandûzê dirêj dibin, di bin avê
da bimana. Gelo kîjan baştir e, hêza elatrîkê, yan ev
herdu gelîyên delal?..
Li gelîyê rengê biharê hîn xweşiktir xwe nîşan
dida. Çîyayên bakûr di bin berfa stûr da bûn. Biharan ev gelî
bi xurtî û serbiser şîn dibe, darên glower pel didin
û ev der dibe wek bihûştê. Di mintiqa Barzan da darbirîn
qedexe ye, nêçîr jî. Heya nêçîra masîyan jî dem bi dem serbest
e. Xelkê mintiqê ji van adet û qeydeyan ra gelek hurmetkar
e. Bona vê yekê li vir daristan geş û gur e; xezal, rovî,
kewroşk û kew gelek azad in, bi serbestî digerin û zêde
dibin.
Rê û dirb jî gor deh sal berê hatine xweşkirin, cî û
cî hatine firehkirin û guhartin. Tevî wê jî li gund û bajarên
ser rê avahîyên teze, dibistan, mal –qismek ji bo malbatên
şehîdan- û kargehên piçûk xuya dikin.
Ev
cara duduyan e ku gora Mele Mistefa zîyaret dikim.
Cara pêşîn di sala 1993 da hatibûm. Me gul danîn gora
wî û bi hurmet li ber sekinîn. Ev goreke gelek sade bû, li
ser tirbe û tişt ne hatibû çêkirin. Ne jî wek gora hin
serokên hin welatan, “panteonek” li ser hatibû avakirin… Jîyana
Mele Mistefa di şerê partîzanî da li çîyan, di nav gelê
xwe da, carina jî li welatê xerîbîyê derbaz bûbû. Mirovekî
nefspiçûk bû. Wî gor adet û usûlê bav û kalê xwe kiribû û
ne xwestibû ku jê ra tirbeke mezin bê avakirin. Malbata wî
û partîya wî jî ji vê daxwazê ra hurmet kiribûn.
Qasî ku ez dizanim, li Kurdistanê ji peykerekî li mintiqa
Zaxo pê ve, peykerên Mele Mistafa jî tunin. Ger bikariba,
herhal ji bo wê jî destûr ne dida. Di parlamenê da resmekî
wî yê mezin dardakirî ye bi xençer û cilên Kurdî. Helbet vêya
heq dike. Di gihana vê qonaxa azadîyê û di pêkhatina vê parlamenê
da kar û xebata wî mezin e.
Di rîya vegerê da em li tenişta Zêya Mezin di aşxaneyeke
piçûk da rûniştin û me masî xwar. Ava çêm ku havînan
tim şînzelal e, nuha ji ber baranên dawî û ava berfê
şêlî bû.
Nêzî bajarê Herîrê li ser girê gundekî me gora Fransûwa
Herîrî jî zîyaret kir û gul danîn. Fransûwa ku xaçparêz
bû, kadrekî Partîyê gelek hêja bû. Endamê polîtburoyê û îdeologê
wê bû. Di tevgera azadîyê da xwedî xizmetekî mezin bû. Ew
jî bû qurbana terorê. Hingê walîyê Hewlêrê bû. Ango dijminan
careke din ji bo xwe hedefeke baş hilbijartibûn. Eşkere
bû ku curmkar endamê Ansar el Îslam in, rêxistineke şerîetperest
û êrîşger.
Dîtina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî
Di 17’ê Çileyê Paşîn da me li Hewlêrê Serokwezîrê herêma
di bin destê Partîyê da, birêz Nêçîrvan Barzanî zîyaret kir.
Me di dema vê hevdîtinê da li ser pirsên Kurdistana Başûr
û li ser pirsên Iraqê bi awayekî giştî suhbet kir û xwarina
nîvro bi hevra xwar. Birêz Nêçîrvan Barzanî got, gelê Kurd
di van 13 salên dawî da li vê beşê Kurdistana Başûr
ku ji bin bandûra dîktatorîya Baas rizgar bû û bi destê Kurdan
tê îdarekirin, karên gelek baş hatine kirin, lê rîya
wan hîn dirêj û çetin e, nuha jî kar û xebateke xurt dikin
ji bo di Iraqa teze da mafê Kurdan bi şiklekî federal
û li ser esasê cografî bê dayîn.
Beşa 3.
LÎ SÎLÊMANÎYÊ
Di 18’ê Çileyê Paşîn da em çûn Silêmanîyê. Rîya me bi
ser Koyê ra bû. Di Koyê da ew darên okalîptûs ku herdu alîyên
rê dixemilandin, gor deh sal berê gelek mezin bûbûn. Li rojhilata
bajêr jî, dora rê û quntarên Heybet Sultan bi darên çamê û
zeytûnan xemilî ye. Li wir, li jorî rê xelkekî gelek zêde
kom bûbû û bala me kişand. Gotin ji bo vekirina zankoya
Koyê merasîmek çêdibe. Bi vî awayî li Kurdistana Başûr,
piştî zankoyên Hewlêr, Silêmanîye û Dihokê, ya çaran
jî va ye li Koyê vedibe.
Rîya me, bi gelek zivirokên çep û rastê, ber bi serê Heybet
Sultan hildikişe. Ev rêzê çîyayê bi “heybet” li vê mintiqê
yê dawî ye. Herçiqas li başûrê wê, li hêla Kerkûkê rêzçîya
hebin jî, ew ne ewqas bilind in, ji çîyan zêdetir wek girên
piçûk in.
Serê Heybet Sultan mîna pişta kêrê ye. Li vir dîdemekî
xweş li ber çavan vedibe. Ber bi başûr, ango ber
bi çolên Erebîstanê deşteke fireh e, dirêj dibe diçe.
Li alî bakûr çîyayên Kurdistanê yên berfîn rêz bi rêz bilind
dibin. Di navbera wan da Gola Dokan xuya dike, deştên
bi bîhn û bereket dirêj dibin, gund û bajarên Kurdan cî digrin.
Em dîsa ji rêyeke gelek zivirok ku hişê merivan diçe,
ji Heybet Sultan daketin û gihan xaçerêya ku ji alîyê Şeqlawe
û Ranya tên li vir digihên hev. Piştî wê me berê xwe
da Silêmanîyê. Rîya me ji quntarên Çîyayê Kosret derbaz dibe
digihê hêla Dokan û gelîyê Zapa Piçûk. Li vir, li dora çêm
aşxane û cîyên teze ava bûne. Em ji başûrê Çîyayê
Sara û Pîre Magrûnê bilind derbaz bûn û gihan Silêmanîyê.
Ev rê û mintiqe ji deh sal berê tevî gelî û çîya, gund û
bajarên xwe gav bi gav di bîra min da bû, wekî min salan şunda
hevalên xwe yên delal dîtin.. Dilê min bi şa, her usa
jî bi hîsên xerîb tijî bû, ez çûm salên berê…
Li bajêr, li Silêmanîye Palasê em peya bûn. Dostên me yên
berpirsîyar ji Yekitî Niştimanî Kurdistan li wir ji me
ra cî veqetandibûn.
Dîroka Hewlêrê pir kevn e, dirêjî hezar salan dibe; lê Silêmanîye
gor wê gelek teze ye. Ev bajar bi destê mîrên Baban di sala
1785 da, ango 220 sal berê ava bûye. Lê bi kûçe û kolanên
xwe, bi avahî û baxçeyên xwe gelek bi dezge û tertîb e. Wê
êvarê em hilkişîn ser Çîyayê Gozê ku li bakûrê bajêr
e û li wir me li dîdema Silêmanîyê ya şevê sêr kir. Rêyeke
baş birine heya serê wê û serê Çîyayê Ezmer ku li piştî
Gozê ye û jê bilindtir e û li herdu cîyan jî hin avahîyên
tûrîstîk çêkirine. Piştra em daketin jêr û li Serê Çinarê
gerîn. Ew li Silêmanîyê cîyekî bi nav û deng e. Ji vir aveke
xurt dikele û ber bi başûr diherike. Li ser avê hewzeke
mezin û li dora hewzê gelek avahî çêkirine. Ev der cîyê seyranê
ye û bi taybetî rojên havînê û yên tatîlê xelkê bajêr van
deran tijî dike.
Di 19’ê Çileyê Paşîn da me li Silêmanîyê hin hevdîtin
pêk anîn û di nava bajêr da hin cîyên balkêş dîtin. Hevdîtineke
me bi Hukumeta Kurdistanê ya Herêmî ra bû. Wekî tê zanîn,
ev şerê ku di Gulana 1994 da di navbera herdu partîyan
da dest pê kir û bi salan ajot, bû sedemê parçebûna parlamen
û hukumetê di navbera Hewlêr û Silêmanîyê da, yan jî di navbera
PDK û YNK da. Piştî ku herdu partî li hev hatin, vê dawîyê
parlamen cardin bû yek li Hewlêrê civîya û ji bo yekitîya
hukumetê jî kar û xebat berdewam e.
Serokwezîrê Hukumeta Herêmî, birêz Behram Saleh li
der welat bû. Bona vê yekê em bi cîgirê wî birêz Xelîl
Dostkî ra rûniştin. Xelîl Dostkî di waxta xwe da
di ordîya Iraqê da zabit bû. Lê piştî ku şerê partîzanî
dest pê kir, dev ji ordîyê berda û tevî refên pêşmerge
bû. Nuha jî di jîyana medenî da karekî hêja dike. Wî di derheqê
kar û barên ku di vê qonaxa azad da û bi destê hukumeta herêmî
hatîye kirin qise kir, her usa jî behsa zirarê şerê du
partîyan û girîngîya yekitî û aşitîyê kir. Lê mixabin
siheta birêz Dostkî ne baş bû, qasî mehkî piştî
vê hevdîtina me ji jîyanê koç kir.
Piştra me Polîtburoya Yekitî Niştimanî Kurdistan
zîyaret kir û bi birêzan Kosret Resul, Ferîdûn Avdilqadir,
Omer Fettah û Erselam Bayîz û hin hevalên wan ên
dinê ra rûniştin. Hemû jî nas û dostên me yên berê bûn.
Kosret Resûl, dema ku hukumet yek bû, middetekî serokwezîrî
jî kiribû.
Bastîla Silêmanîyê…
Eynî rojê berpirsîyarên eleqeta YNK em birin li Xanîyê Emnîyetê
yê dema Baasê gerandin. Ev der bi eza û cefaya xwe bi nav
û deng bû. Di bihara sala 1991, ango di dema serhildanê da
tevî pêşmrge xelkê Silêmanîyê, jin û mêr, kal û civan,
wekî xelkê Parîsê çawa êrîşî ser zîndana Bastîlê kirin,
wan jî êrîş birin ser vî xanî, şer kirin û ew zeft
kirin. Nuha ev der kirine muzexane. Li ser dîwarên xanîyê
îdarî qulên ku bi guleyên tifing û roketan hatibûn vekirin
wek berê mabûn. Di salonên hundur da bi rîya resiman çîroka
enfal û zulm, eza û cefaya wê demê hatibû nîşandan.
Di tenişta vê bînayê da yeke din hebû ku wê demê ji
bo girtîyan kar hatibû û cîyê ezîyet û îşkencê bû. Her
ode û korîdorên wê, tevî haletên îşkencê ji bo karekî
taybetî bû û her yekî çîrokên xwe yên taybetî hebû ku mirov
dibire dema berê û dilê mirovan diêşand. Di van odeyan
da haletê Filistînê ji bo dardakirinê, haletên elatrîk danê
ji bo laşê mirovan û yên dinê hebûn. Hin kesan bi xwîna
xwe li dîwaran hin mesaj nivîsandibûn. Li vir heya zarokên
13-14 salî îşkence dîtibûn û hatibûn kuştin.
Hevalê me Sîdar, çawa ew haletê Filistînê ji bo dardakirinê
dît, rengê wî guharî, dema 12 Îlonê ku li Kurdistana Bakûr,
li Elazîzê di girtîgehê da îşkenceya ku dîtibû hat bîra
wî…
Belê, xwendevanên delal, li her çar koşeyê welatê me
dema em heq û azadî dixwazin, dagirker zulm û ezîyetên hanê
ji me ra rewa dibînin. Ev yek ji bo hemû Kurdan gelek nas
e…
Li vir saloneke dirêj ji bo bîranîna Enfalê bi rêz kiribûn.
Pençirên wê girtîbûn. Dîwar û ezmanê wê bi 185 000 lampên
piçûk hatibûn xemilandin ku her yekî temsîla wan Kurdan dikir,
ku di dema enfalê da bi destê sazûmana zalim hatibûn kuştin.
Di derîyekî da mirov dikete salonê, ji bin van ronahîyên piçûk
derbaz dibû -ku wek stêrên ezmanan bûn di şevên tarî
da- û ji derîyê dawî derdiket.
Xelkê Kurd çi êş û zulm dît, çi ne dît!..
Em ji vir, wekî ji zulm û ezîyeteke giran direvin, usa derdikevin
diçin û dixwazin ji bîr bikin. Lê gelo, mirov dikare ji bîr
bike? Her usa jî, ev trajedî hîn jî ne berdewam e li gelek
cîyên welatê me?
Zankoya Silêmanîyê
Em ji wir dûrdikevin û vêcar berê xwe didin cîyekî dinê ku
dilê mirovên pê şa dibe û hêvî dide mirovan. Ev der Zankoya
Silêmanîyê ye. Li wir hin mamosteyên zankoyê pêşivazîya
me kirin û em garandin, di heqê zankoyê da agahdarî dane me.
Ev zanko di sala 1968 da bi destê hukumeta merkezî (ya Bexdayê)
hatiye vekirin bi navê Zankoya Silêmanîyê. Beşek ji avahîyên
wê jî wî zemanî hatine çêkirin. Piştra, di sala 1981
da Zankoya Silêmanîyê neqlî hewlêrê kirine û nav jî kirine
“Zankoya Selahaddîn”. Lê hukumeta Kurdan piştra li vir
zanko careke din ava kirîye. Nuha him ew avahîyên berê bi
kar tên, him jî yên teze hatine çêkirin.
Li vir mirov dikare bêje hemû fakulte hene: Beşên edebî,
huqûq, dîrok, tip, mihendîzî, fîzîk, matematîk û yên dinê…
15 Fakulte û kolej in û 6500 xwendekar li vir dixwînin. Keçên
zankoyê jî wek lawan bi cil û qiyafetên gelek modern in, piranî
serqot in.
Xwendin bi zmanê Kurdî û Îngilizî ye.
Em li dersxane, kitêbxane û li kantînên xwendekaran gerîn.
Dersxane û kitêbxane bi têr kompîtûr bûn.
Parkê Olof Palme
Dibistana Anna Lindh…
Bajarê Silêmanîyê di warê hunermendî û raman da jî bi nav
û deng e. Park, kolan û kûçeyên wê bi tîmsalên delal hatine
xemilandin. Di nav wan da tevî tîmsalên hunermendên bi nav
û deng, her usa jî yên ku azadî û aşitîyê temsîl dikin,
yên jinan, yên hesp û xezalan jî hene. Tîmsalê şairê
Ereb yê bi nav û deng û dostê Kurdan, Cewahîrî, ku
tîmsalekî xwe li Parkê Hewlêrê hebû, yekî wek wî jî li vir,
di baxçekî Silêmanîyê da heye. Navê baxçekî piçûk danîne
Parkê Olof Palme û navê Anna Lîndhê jî
dane dibistanekê. Eger şaş ne bim, navê Qeddafî
(Serokdewletê Lîbyayê) jî dane meydaneke Silêmanîyê, ku meriv
dikarê bêje Dostê Kurdan ê tenê ye di nava serokdewletên Ereb
da.. Ew jî nîşan dide ku Kurd milletekî qedirzan e.
Pût tunin, lê huner heye…
Li vir yekî wek Saddam tune ku tîmsal û sûretên wî kûçe û
kolanan, meydanan û dîwaran bixemilîne.. Em hêvîdar in ku
di dahatû da jî nabe.. Her usa, ger qasî Silêmanîyê nebe jî,
meriv dikare li hemû bajarên Kurdistana Başûr rastî tîmsal
û rolyefên hunermendan bê. Wek nimûne, li Hewlêrê di otêla
Çuwarçire da rolyefê gelek hozan û zanayên Kurd li dîwar û
stûnan hatîye kolan ku di navbera wan da Pîremerd,
Goran û Bêkes jî heye; lê di navbera wan da
yekî sîyasetmedar tune. Kurdan kes ne kirine pût. (Helbet
ez behsa Kurdên Başûr dikim; lê li Bakûr ji nuha va pût
jî heye, gelek mirîd jî!..) Ev yek di civaka Kurdê me yê Başûr
da helwesteke medenî û baş nîşan dide. Xuya ye,
xelkê me bi xwe bawer e, ne hewcedarî pût-mûtan e. Tirkên
şovîn ku di bin sîya pûtan da dijîn û ketine herî-hezazên
leşkerperestî û şovinîzmê û hin Kurdê me yên Bakûr
ku zervî wan dikin û ji xwe ra pûtan çêdikin, bila ji Başûrê
Kurdistanê dersan bigrin…
Ez û Heval Mesûd, wê êvarê tevî bernameya Kurd-Satê bûn û
di derheqa gera me û hevdîtinên me li Kurdistana Başûr,
her usa jî di derheqa Kongra 7. ya PSK’ê da qise kir û bersîva
pirsan da. Kurd-Sat li Silêmanîyê bi rîya satelîtê tê weşandin.
Dema ku em li Silêmanîyê bûn, serokê YNK birêz Celal Talabanî
jî li Bexdayê bû. Ji me ra xeber şand ku hîn çend rojan
li wir be û ger em bikaribin biçin Bexdayê amade ye me bibîne.
Nîyeta me jî ji xwe ew bû ku biçin Bexdayê û him wî, him jî
Serokê PDK birêz Mesûd Barzanî bibînin, ku ew jî li wir bû.
.
Lî Silêmanîyê bepirsîyarên Partîya Sosyalîst a Kurdistana
Iraqê, Sekriterê Giştî Heme Hecî Mehmûd û hevlên
xwe jî li otêlê hatin zîyarete me û me li ser rewşa welat
û kar û xebata herdu partîyan suhbet kir. Ew bi zmanê Kurdî
û Erebî rojnameyeke hefteyî derdixin.
Helepçe,
Hroşîmaya Kurdan..
Em 20’ê Çileyê Paşîn çûn Helepçe. Mirov ku heya vir
were û Helepçê nebîne nabe..
Helepçe li rojhilatê Silêmanîyê dikeve. Rîya wê ji deşta
Şerezorê derbaz dibe, ku bi axa xwe ya reş deşteke
bi bîhn û bereket e. Li ser rê gelek gund û bajarên piçûk
hene, wek Seyît Sadiq û Sîrvan. Li alî bakûr çîyayên bilind
û berfîn in: Mawat, Sûrçîya û yên dinê… Bajarê Pecnvînê jî
li bakûrê vê mintiqê ye û piştî wê sînorê Îranê ye. Sedê
Derbendîxan û gola wê jî li başûrê vê deştê ye.
Bajarê Helepçê li alî rojhilat, li qiraxê vê deşta bi
bîhn û bereket û li himbêza van çîya û dîdemên delal da ye.
Em bi hîsên gelek xemgîn çûn Helepçê û vegerîn. Birînên wê
mezin in û hîn teze ne. Ev der Hiroşîmaya Kurdan e. Sala
1988, 16’ê Adarê, ango 16 sal berê, di şerê Iraq-Îranê
da, kîngê leşkerê Iraqê li vê herêmê kete tengasîyê û
vekişîya, zordestê Saddam şerê pêşmergeyên
Kurd kir mane û bajarê Helepçê “bi ceza” kir, çekên kîmyewî
li vir barandin. Ji xelkê bajêr û gundên dorê 5000 kes mir
ku piranî zarok, kal û pîr bûn. Bi hezaran jî seqet bûn, nexweş
ketin. Ax qirêj bû. Tesîra wê hîn jî li ser xelkê vê mintiqê
berdewam e.
Mixabin dinya wê wextê li himber vê zulm û qetlîamê bêdeng
ma. Dengên ku derketin jî gelek sist bûn. Heya hinekan, bi
navê parastina sazûmana Baas a “sosyalîst” li nedîtina vî
curmî hatin, yan jî xwestin veşêrin. Ev rûreşîyek
bû bî navê “çepitî”.. (Nuha jî ku sazûmana Baasê bi rezîlî
hilweşîya û Saddam çû, hin kes şematê dinê dikin
ku çekên kîmyewî ne hatine dîtin.. Çi bêjim! Xuya ye li himber
Helepçê çavê wan hîn jî kor e û guhê wan ker e. Gelo Saddam
van sîlehên kîmyewî ji ortê rakiribe jî, ma wî di waxtê da
li Helepçê, li hêla Xelîfan û li gele cîyên dinê li Kurdistanê
bi kar ne anîn? Ma wî di enfalê da 185 hezar Kurd qir ne kir?
Ew curm têrê nakin ku dinya alem dijî Saddam derkeve, sazûmana
wî hilweşîne û hisêbê van curman jê bipirse?..)
Belê, tiştên ku ji bo çêkirina van sîlehan hewce bû,
wek madde û teknîk, ew jî bi destê şîrketên wan welatên
ku di warê senayî da gelek pêşketî bûn, wek Dewletên
Yekbûyî yê Amêrîka (DYA) û Elmanya Federal jê ra hatibû temînkirin.
Ev yek ji bo wan welatan jî rûreşîyek bû. Li dawîya dawî
ew jî di vî curmî da şirîkê Saddam bûn, bona vê yekê
jî dengê wan sist bû. Dijî Saddam tu tişt ne kirin, heya
ku êrîşgerîya Saddam zirara xwe da wan, ango heya ku
leşkerê Iraqê Kuweyt dagirt. Hingê ji bo parastina nifta
erzan seferber bûn, agir barandin; lê dîsa jî di dawîya şerê
Kendavê ya pêşîn da (1991) heya Bexdayê ne çûn, Saddam
li ser text hiştin û firsend danê ku dijî Kurd û Şîayan
curm û qetlîamên teze bi kar bîne. Heya ku cotbircên New Yorkê
bû hedefa hinekan û tirs û xofê di ser DYA da girt…
Panorama
Mihafizê Helepçê û serokê beledîya bajêr û hin berpirsîyarên
dinê li benda me bûn. Em birin li panorama, li avahîya ku
ji bo bîranîna şehîdên Helepçê hatibû çêkirin, gerandin.
Li beşekî wê bi alîkarîya nivîs û suretan li ser dîroka
bajêr û jîyana civakî agahdarî hebû. Ev sûretên ku dîdemên
40-50 sal berê nîşan didan gelek balkêş bûn: Xortên
bajêr, keç û law bi cilên medenî bûn û bi hevra di mekteban
da dixwendin… Sûretên ku cejn û dawet û kar û xebatên civakî
yên dinê nîşan didan… Wan jî nîşan dida ku Helepçe
di gelek berê da bajarekî pêşketî bû, pêvendîyên mirovan,
yên jin û mêran bi şiklekî medenî bû.
Di beşekî din da jî piştî barandina çekên kîmyewî
rewşa bajêr û mirovan dihate nîşandan. Dîdemên ku
dil diêşînin… Ew mirovê kal ku li ser erdê dirêjbûye,
di himbêzê da zarokê wî yê piçûk… Li kolan û kûçeyan, li ber
derîyan, li hundir xanîyan, li ser cilan jin, mêr, zarok,
pîr û kal.. Hemû bêcan ketine, dirêj bûne, wekî di xewê da
ne… Tevî wan, pez û dewarên wan, pisîk û kûçikên wan, heya
mirîşk û çivîk… Erebeyên ku bi laşê mirîyan tijî
ne û dikişînin…
Piştî Panoramayê em ji nav çarşîya bajêr derbaz
bûn û me berê xwe da gorîstanê. Li wir Şehîdên Helepçê,
bê çare, bi sedan, bi hezaran bi hevra dabûn axê. Ji bo bîranîna
wan li vir jî tîmsalek çêkiribûn. Gundek nîşan dan ku
3-4 kîlometir wê da bû; li wir jî 1500 kes dabûn axê.
Ev sazûmana zordest a Iraqê, di dema şerê rizgarîyê
da li Kurdistanê gelek zulm kir, xwîn rijand, gund û bajar
ser û bin kirin. Şerê Iraq û Îranê di ser wê da hat û
bû sebebê ser û bin bûneke zêdetir li Kurdistanê. Wek çar
koşeyê Kurdistanê, Helepçê jî ji vê şer û şewatê
para xwe girt. Ew bombebarana kîmyewî ya 16 Adarê derbê herî
mezin bû bo Helepçê. Xuya ye ev bajar hîn bi salan nikare
tesîra vê bûyerê ji bîr bike. Jan û êşên xelkê vî bajarî
bi hêsanî derman nabe.
Pez diçêre, çivîk vegerîne…
Lê dîsa jî çarşîya bajêr tijî ye, xelk tê û diçe, jîyan
berdewam e. Mirov çawa xurt in, ber xwe didin! 16 sal berê
van mirovan hezkirên xwe, jin, mêr û zarokên xwe, xwîşk
û birayên xwe, nas û dostên xwe winda kirin, bi xwe jî yan
birîndar bûn, yan jî, dibe ku ne li vir bûn, ji mirinê xilas
bûn. Lê tiştê ku ji serê meriv derbaz dibe, çiqa jî giran
be, divê jîyan nesekine, ev hercar ji nu va bê avakirin. Wan
jî usa kirine. Malên xwe cardin ava kirine, erda xwe ajotine,
dikanên xwe vekirine. Li mêrg û zozanên dora bajêr kerîyên
pez diçêre û çivîk cardin vegerîne hatine… Dibistan dîsa bi
zarokan şên bûne û li Helepçê dîsa dawet û dîlan çêdibin,
def û zirne lêdixe û govend têne girtin…
Di vegera Helepçê da me xatirê xwe ji hevalên Yekitî xwest
û ber bi Hewlêrê derketin rê. Di vegerê da em bi rîya teze
hatin, ku li Dokanê berê xwe dide başûr, ji Heybet Sultan
derbaz dibe û di başûrê çîya da ber bi Koyê diçe. Ev
rê teze hatîye avakirin, fireh û rehet e. Li Koyê em çûn serlêdana
dostên xwe yên Hîzbî Demokratî Kurdistan û şevekê bûn
mêvanê wan. Sekriterê Giştî Evdila Hesenzade wan
rojan li Ewrûpa bû. Me cîgirê wî Kak Baba Alî û ji
qiyadeyê wan Hesen şerîfî, Mistefa Hîcrî û yê
dinê dîtin. (Mistefa Hîcrî piştî Dr. Şerefkendî
middetekî bû sekriterê giştî, di kongra dawî ku di havîna
sala 2004 da çêbû, dîsa bû sekriterê giştî.)
Roja dinê em vegerîn Hewlêrê.
Beşa 4.
QELA HEWLÊRÊ Û ZANKOYÊ SELAHADDÎN
Nîyeta
me ew bû ku biçin Bexdayê û li wir him kak Mesûd Barzanî,
him jî Mam Celal bibînin. Lê berî ku em biçin xeber hat ku
ew bi xwe ji Bexdayê vedigerin. Bona vê yekê êdî bo çûna Bexdayê
sebep ne ma. Di wê navberê da em jî piçek li bajarê Hewlêrê
gerîn.
Em
derketin Qela Hewlêrê. Ji bajarê Hewlêrê ra Romîyan digotin
“Erbîlîum”. Qela xwe pir kevn e. Kemal Fuat, ku bi
xwe dîrokzan e, digot eva du hezar sal berî zayînê (ango çar
hezar sal berê) çêbûye û qela herî kevn e di dinyayê da. Ger
ya herî kevintirîn nebe jî, xuya ye yek ji wan qelayên herî
kevintirîn e. Dîwarên wê hîn li ser pîyan in û dem bi dem
restore bûne, ango hatine tezekirin. Lê mixabin nava qelê,
xanî û avahîyên dîrokî gelek xirab bûbûn, li wan xuditî ne
hatibû kirin. Nuha, hukumeta Kurdistanê, ji bo çêkirin û xweşkirina
nava qelê û der û dora wê dest bi kar û xebateke teze kirîye.
22’yê
Çirîya Paşîn em çûn zîyareta Zankoya Selahaddîn li Hewlêrê.
Me Rektor û Prof. Sadî Barzencî dît. Prof. Barzencî
di derheqa mêjûyê zanîngehê û rewşa îro da malûmatên
hêja da me.
Çawa min di waxta zîyareta me ya Zankoya Silêmanîyê da jî
gotibû, ev zanîngeh berê, di sala 1968 da li Silêmanîyê vebûbû.
Lê hukumeta merkezî (Bexda) ji kar û xebatên wê aciz bûbû,
di sala 1975 da xwestibû bi tevayî bigre bin qontrola xwe,
di sala 1981 da jî wek ceza, ew neqlî Hewlêrê kiribû û navê
wê jî guhartibû, kiribû “Zankoya selahaddîn”.
Berî Raperînê (serhildana gel ya ku piştî Şerê
Kendavê di bihara sala 1991 da çêbû, Kurd jê ra dibêjin “Raberîn”)
hejmara xwendekarên vê zanîngehê 6500 kes bû û hejmarê mamosteyên
wê jî 700 kes bû. Piştî raperînê ku ev herêma Kurdistanê
ji hukma sazûmana Baasê bi tevayî rizgar bû, nêvîyê van mamosteyan,
ango dora 350 kes ku Ereb bûn, ji zanîngehê dûrketin çûn.
Berî şoreşê 7 fakulte û kolejên wê hebûn, nuha
17 heb in. Ango huqûq, tip, endaze (mihendîzî), kişt
û kal (ziraet), perwerdeyî, hunerên xweşik jî di nav
da, tu bêje hemû fakulteyên bingehîn hene.
Nuha hejmara xwendekaran gihaye 16.000’î û hejmara mamosteyên
wê (prof) jî dora 800’î ne. Ji xwendekaran di sedî da 45 keç
in. Di navbera mamosteyên wê da jî hejmara jinan di sedî da
25 e. Di sedî da 99’ê mamosteyan Kurd in.
Dema berê zmanê perwerdeyî Erebî bû. Nuha Kurdî û Îngilizî
ye. Ji xwe ew neslê ku van 15-20 salê dawî giha ye Erebî nizane.
Zankoya Selahaddîn bi gelek zankoyên welatên dereke, wek
yên Fransî, Spanî û Swêdî ra pêvendîyên baş heye, her
usa jî endamê Yekitîya Zankoyên Dinyayê ye.
Eynî roj, êvarî tevî bernameyeke zindî ya Kurdistan TV bûm
û li wir bersîva pirsên rêvebirê bernamê Evdilqadir, her usa
jî bersîva guhdaran da.
Roja 23 em çûn zîyareta Partîya Şûyî (komunîst) ya Kurdistanê
(PŞK). Kadrên PŞK berê di nav Partîya Şûyî
ya Iraqê da bûn. Piştî 1991 cudabûn çêbû, Şuyîyên
Kurdistanê rêxistineke serbixwe ava kirin. Di dema serlêdana
me da Sekriterê Giştî Kerîm Ehmed tune bû; lê
endamên polîtburoyê Mele Hesen û hin hevalên wan ên
din, her usa jî kak Ezîz Mihemmed (ku bi salan sekriterê
giştî yê Partîya Şûyî ya Iraqê bû) li wir bûn. Me
li ser rewşa teze ya Iraqê û ya Kurdistanê suhbet kir.
Dîtina
Mam Celal, Dokan-Qelaçolan…
Di 29’ê mehê da em çûn Dokan ji bo dîtina Mam Celal (Sekriterê
Giştî yê Yekitî Niştimanî Kurdistan). Me li koşkekî
li ser girekî dora Gola Dokan hev û du dît. Der û dora vî
koşkî bi darên çamê xemilî bûn. Min ev der ji deh sal
berê baş nas dikir. Bajarê Dokan li himber vî girî, li
wî alî Gola Dokan, li tenişta Sedê Dokan e. Bajar û gundên
der û dorê di dema Saddam da serbiser hatibûn hilweşandin,
tenê hin avahîyên dewletê yên resmî û eskerî mabûn. Yê ku
mabûn jî piştî şoreşê, di wê dema bê ewleyî
da bi alîyê Kurdan hatine hilweşandin û talankirin. Li
cîyê vî koşkî da jî wê wextê gazînoyek hebû ku ew jî
bi vî şiklî bi erdê ra war bûbû.. Nuha ev der bi tevayî
ji nu va hatine çêkirin. Gelek ji gundîyên dorê vegerîne ser
axa xwe û malên teze ava kirine. Hukumeta Kurdistanê ya Herêmî
jî li hawirdorê gelek tişt çêkirîye, her usa jî bo xelkê
hewcedar hin taxên teze ava kiriye. Di vê navberê da darên
çamê jî gelek mezin bûne û dîdemeke xweş dane vê mintiqê.
Mam Celal berî me hin mêvanên xwe yên ecnebî ezimandibû.
Ji ber guhartina fermandarê hêzên Amêrîkî, Fermandarê berê
û yê teze hatibûne zîyareta wî. Her usa jî heyeteke Ereb ezimandibû.
Mam Celal, di nav ewqas kar û bar, pirs û problem da jî dîsa
wek her dem li ser xwe bû, rûken û jîrek… Piştî suhbeteke
kurt û çayvexwarinê em bi hevra, ber bi Silêmanîyê, ji bo
çûna Qelaçolan derketin rê. Konvoya me bi dehan erebeyên sîwîl
û eskerî û gelek dirêj bû; hêza parastina Mam Celal ji sed
kesî zêdetir bû.
Mam Celal di rê da di derheqa der û dorê ku em jê derbaz
dibûn qise dikir. Li gel karxana çîmento yê berê, yeke teze
jî ava kiribûn. Li hêla Teqteqê nift derxistibûn. Li Başûrê
Silêmanîyê balafirgeha Bekreco dihate firehkirin ji bo ku
balafirên medenî jî bikaribin bên û biçin. Şîrketeke
Tirkan ev êhale girtibû. Li bajarên mezin û piçûk nexweşxane
û mektebên teze ava dikirin.
Berî Silêmanîyê em ji mintiqeyeke leşkerî derbaz bûn.
Beşekî wê ji bo perwerdekirina pêşmergeyên jin hatibû
veqetandin û bi destê wan dihate îdarekirin. Ev der deşteke
fireh bû ku ji quntarê çîyayê Pîre Magrun heya Silêmanîyê
dirêj dibû. Berî sala 1991 warê leşkerî yê dewleta Iraqê
bû. Di dema raperînê da ku leşkerê dewletê bela wela
bû, wan top û gelek cemse û jîpên xwe li vir hiştin û
ji bo xilaskirina canê xwe bi lez û bez revîn çûn. Dema di
sala 1992 da ez ji vir derbaz bûm, min ew baraqeyên leşkerî
yên wala, têlên sincikîn, bircên novedaran û gelek maşînên
ku şewitîbûn wek komir ji dûrva dîtibûn. Nuha li vir
li cîyê wan leşkerê Kurd hebû û ji bo parastina gel û
welatê xwe perwerde dibû.
Em ji Bajarê Silêmanîyê, ji çîyayên Goje û Ezmer derbaz bûn
û gihîştin Qelaçolan. Ev der di waxta xwe da qeleya Mîrên
Baban bû ku bi sedan sal ev mintiqe îdare kiribûn. Piştra
bajarê Silêmanîyê ava kirin. Mam Celal piştî raperînî
ev der kir navenda YNK û kar û barê xwe.
Di sala 1992 da ku min ev der teze dît, hîn zêde tişt
ne hatibû avakirin. Avahîya herî balkêş xanîyê Deftera
Sîyasî ya YNK bû. Em şevekî li wir wek mêvan mabûn. Nuha
li der û dorê gelek avahîyên teze hatine çêkirin. Cîgehên
leşkerî ji bo parastin û perwerdeyî, nexweşxane,
mal, xanîyek mezin û fireh ji bo mêvanan, ku gor vê derê gelek
xweşik û bi her tiştê xwe wek Ewrûpî bû. Em li wir
du roj man. Di vê demê da her usa jî li dorberê Qelaçolan,
li gir û gelîyan, li dora çeman gerîyan. Li her derê karê
avahîyê bala merivan dikişand, rêyên teze çêdibûn yan
jî dihatin firehkirin. Yek ji wan ji navbera çîyayên Mawat
û Pîra Magrûn derbaz dibû, da ku Qelaçolan rasterast bi Bajarê
Dokan girêde.
Dema em li wir bûn, Dr. Mahmûd Osman jî hat ji bo
dîtina Mam Celal. Bi vê wesîlê me jî hev û du dît. Dr. Mahmûd
jî nuha endamê Konseya Iraqê ya Miweqet e, mirovekî xwedî
tecrube ye. Di dema şorişa Mele Mistefa da yek ji
hevalên wî bû û piştra jî Partîya Sosyalîst a Kurdistana
Iraqê ava kir û middetekî sekriterîya giştî ya vê partîyê
kir.
Di 31’ê mehê da em vegerîn Hewlêrê.
Nîyeta me hebû ku derbazî mintiqa Dihokê jî bibin, li wir
jî piçek bigerin û di deh salên çûyî da çi guhartinên teze
bûne bibînin. Nas û dostên ku di vê navberê da ji derva hatibûn
herêmê, digotin li hêla Dihokê gelek guhartinên baş hene.
Her usa jî me dixwest Kerkûkê jî bibînin. Lê mixabin ji bo
vê yekê firsend çênebû. Bi taybetî ew bûyera Yekê Sibatê ku
li Hewlêrê qewimî û milletê Kurd bi tevayî êşand, tesîr
li ser bernameya me jî kir.
Beşa 5.
GUHARTINÊN JI 10 SALAN VIR DA
Rewşa Aborî
Yek
ji tiştên ku me ji vê gera xwe fêm kir, di Kurdistana
Başûr da rewşa aborî gor deh sal berê gelek baş
bûye, gelek êş û zehmetîyên berê ne mane û jiyana mirovan
nuha gelek çêtir e. Berekî va, ew bernameya Yekitîya Milletan,
xwarin li himber niftê, berekî va jî guhartinên ku di warê
avadanî, kişt û kal bûne û ticaret geş bûye, teserîke
baş li rewşa aborî kirîye. Çarşî û bazar bi
xelkê dikele. Wek berê kêmasîya niftê tune. Hêza elatrîkê
jî berê tenê ya Sedê Dokan bû. Nuha Sedê Derbendîxan û elatrîka
ku li der û dorê Musûlê peyda dibe, ew jî tevlê bûye. Bona
vê yekê tu kêmasîya hêza elatrîkê tune. Lê ji ber ku sîstem
êdî kevn bûye, îro jî carina elatrîk qut dibe. Her çiqas di
warê senayîyê da karxaneyên mezin ên teze hîn çenebûne jî,
yên ku ji berê mane, wek nimûne karxaneyên çîmentoyê dixebitin.
Divê meriv jî bîra neke ku ev der, wek temamîya Iraqê di
bin ambargo da bû. Ango îmkanên ticaretê bi derva û karê avadanî
gelek teng bû. Ew cîranên “delal” jî ji xwe, çiqa ji dest
wan bê, hewl didan ku vê azadîyê ji dest Kurdan bistînin van
bixeniqînin, bona vê yekê rê ne didan ku makîneyên kar û tiştên
avadanîyê derbaz bin, heya rê li ber cîhazên têlevîzyonê digirtin.
Himber vê yekê jî, serok û berpirsîyarên dewleta Tirk û çapemenîya
wan, gelek caran behsa rindî û alîkarîya xwe dikin ku wan
bi Kurdan kirine.. Lê ev dereweke hişk û hol e. Van 10-12
salên dawî, pêvendîyên wan bi vî parçeyî ra ne ji bo rindîya
Kurdan, lê ji bo kar û mesleheta wan bi xwe bû. Tirkan ji
bernameya YM “xwarin li himber niftê” îstîfade kirin, ew pere
girtin û tiştên xwe yên kurmî û di depoyan da rizî, wek
nok û birinc, rûnên “sana” bi bedêleke gelek bilind frotine
Kurdistana Başûr; ango ev der ji bo malên xwe yên ku
ne dikaribûn bifroşine kesî, wek bazareke baş bi
kar anîn. Di gel vê jî, ji derîyê xabûrê nifta erzan kişandin
birin. Serda jî çi ji wan hat kirin, da ku rê li ber Kurdan
bigrin û vê firsenda azadîyê jî nehêlin. Nuha jî tiştê
ku dikin ev e.
Digel van kiryar û dijayetîyên cîranan, Kurd jî di nav xwe
da ne yek bûn, herdu partîyên mezin demekî dirêj şerê
hevdu kirin û serda jî PKK li serê wan bû bela û şerê
wan kir. Bona vê yekê gelek waxt û îmkanên delal ku dikaribû
ji bo çareserkirina pirs û derdên gel bê karanîn, mixabin
di avê da çû.
Di rewşeke ewle û demokrat da guhartin
û pêşveçûn wê gelek mezin be
Digel ewqas astengên mezin jî , xelkê me yê Kurdistana Başûr
karî vê rewşa azad biparêze, di warê aborî, avadanî,
perwerdeyî û xweşîyê da evqas kar û xebat bike, gavan
bavêje. Ev jî ne karekî piçûk e. Nuha hêdî hêdî ev parçebûn
û dijayetî jî radibe. Di van 5-6 salên dawî da di navbera
herdu partîyên mezin da (PDK û YNK) aşitî çêbû, ew li
hev hatin. Vê yekê tesîra xwe nîşan da û rewş li
Kurdistanê bi her awayî baştir bû. Sala par parlamen
dîsa bû yek. Ji bo yekitîya hukumetê jî kar û xebat berdewam
e, hin biryar hatin girtin, hin gav hatin avêtin û em hêvîdar
in di nêz da ew jî wê temam be.
Digel vê, ruxana sazûmana Baas û çûna Saddam guhartineke
gelek mezin e ji bo temamîya Iraqê û tesîra xwe li ser rewşa
Kurdistanê jî wê bi xurtî bike. Eger ev şer û pevçûna
heyî xilas be, terorîst bêne bêdengkirin, gavên demokratîk
bêne avêtin û di temamîya iraqê da aşitî ava be, hingê
rîya pêşveçûnê baştir li pêş Iraqê û pêş
Kurdistanê vebe. Kurd wê gavên mezintir bavêjin. Heyîyên Iraqê,
bi taybetî yê Kurdistanê gelek in, têra vî karî dikin; welatê
me bi her awayî, di warê nift, erdê çandinîyê, zozanên ji
bo xwedîkirina pez û dêvêr gelek dewlemend e. Ji xwe tirsa
dijminên me jî ev e. Ew dixwazin û çi ji destê wan tê dikin,
da ku Kurdên başûr jî bifetisînin, Kurdistana Azad ji
ortê hilînin, pêşî li aşitî, ewleyî û demokratîyê
bigrin.
Jîyana sîyasî ya pirreng û pirdeng
Li Kurdistana Başûr jîyana sîyasî gelek balkêş
e. Li vir, bi taybetî gor pîvanên Rojhilata Navîn, ji nuha
va nimûneyeke gelek baş heye. Li Kurdistanê parlamenek
heye ku bi destê xelkê Kurdistanê û bi dengê giştî û
bi dengdaneke veşartî hatîye hilbijartin û ji nav xwe
hukumetek derxistîye. Belê, hilbijartin di sala 1992’an da
çêbûbû û ji wê vir da teze ne bû, parlamento demeke dirêj
jî di navbera Hewlêr û Silêmanîyê da parçe bû, hukumet jî
hîn parçebûyî ye. Ev tezenebûna hilbijartinê û parçebûna hukumetê
helbet qisûrên gelek mezin in ku zirara xwe didine kemilandina
demokrasîyê û divê rojkî berê ji ortê rabin. Lê li alî din,
ku me di behsa çapemenîyê da gotibû, azadîya ramanî û çapemenî
gelek fireh e, pesn û senayê heq dike. Herkesek dikare raya
xwe bi serbestî bêje û gor wê bi rêz be, partîyên sîyasî ava
bike. Nuha li Kurdistana Başûr piçûk–mezin qasî 40 partî
hene. Ew partîyên ku terorê bi kar naynin, hemû serbest in.
Partîyên çep jî, yên lîberal û dînî jî. Partîya şuyî
azad e û bi xwedî êtibar e. Çend partîyên Îslamî bi serbestî
kar dikin, tenê ew partîya bi navê Ansar El Îslam, ku grûbeke
terorîst e, ew qedexe ye. Partî û komeleyên Tirkmenan, yê
Suryanîyan û grûbên etnîk yên dinê hene. Tirkmenan heya cepheyekî
wan jî heye ku di bin banê xwe da çend partîyan dicivîne.
Li Kurdistanê, digel Misilmanan, hevalbendên dînên dinê,
wek xaçparêz (Suryanî û Geldanî) û Êzdî jî di kar û bar û
îbadeta dînê xwe da bi temamî serbest in. Suryanî di Parlamena
Kurdistanê da xwedî pênc endaman in û ev wek kontenjan ji
bo wan hatîye veqetandin. Ev îmkan ji bo Tirkmenan jî hebû,
lê wan bi tesîra Tirkîyê ev îmkan bi kar ne anîn, ji ber ku
Tirkîyê ne dixwast Tirkmen parlamena Kurd qebûl bikin…
Bi gotineke din, nuha li Kurdistana Başûr, “Şertên
Kopenhagê” ji zûva û bi zêdeyî bi kar hatine! Him jî bê zor
û zexta kesî…
Di warê laîsizm û heq û azadîyên jinan
da
Kurdistana Başûr nimûneyeke
delal e
Di warê heq û azadîyên jinan da jî Kurdistana Başûr,
gor temamîya Iraqê, heya gor welatên dinê yên herêmê, gelek
li pêş e. Jin dikarin bi serbestî di warê perwerdeyî,
kar û xebatê da cîyê xwe bigrin. Li vir, ne wekî Tirkîyê bi
navê laîsîzmê mecbûr in serê xwe vekin, ne jî wekî Îranê bi
navê dîn û exlaqê mecbûr in serê xwe bigrin. Jin di qiyafetê
xwe da gelek serbest in. Dema ji mal derdikevin, li kûçe û
kolanan, li çarşî û bazarê, yan jî li cîyên resmî, yê
ku bixwaze serê xwe digre, yê ku bixwaze nagre. Kes têkilî
wan nabe.
Kurdistana Başûr bi vê helwesta xwe di warê heq û azadîyên
jinan da ji bo temamîya Iraqê jî bingeh û parêzgerekî baş
e. Dema em li wir bûn, ji Konseya Miweqet ya Iraqê, di civînekê
da ku nûnerên Kurdan ne hazir bûn, qanûnek derbaz bûbû ku
heq û azadîyên jinan teng dikir. Ser vê yekê Parlamena Kurdistanê
civîya û bi yek dengî ev qanûn qebûl ne kir, bi vî awayî pêşî
lê girt, ango mafê jinan parast.
Bona vê yekê, ger li vê herêmê di warê laîsîzmê da li nimûneyekê
bigerin, ew nimûne ne Tirkîye ye, lê Kurdistan e.
Xuya ye ku, li Kurdistanê pêvajoya demokrasîyê di gelek waran
da (azadîya bîr û bawerî, heqê çapemenî, heqê rêxistinî, mafên
hindikahîyên netewî û dînî û hwd.) ji Tirkîyê gelek pêşdatir
e. Ger berpirsîyarên dewleta Tirk li vê herêmê di warê demokrasîyê
da li nimûneyeke baş digerin, ew jî Kurdistana Başûr
e. Ne welatekî wek Tirkîyê ye ku partîyên sîyasî digre, nola
ku derîyan bigre, li xelkê zulm, eza û teda dike, rojnameyan,
kovaran digre, yan jî bombebaran dike, dest datîne ser kitêban
û wan dişewitîne, hebûna milletê Kurd înkar dike, ku
tenê di nav sînorên dewleta Tirkîyê da hejmarê xwe ji 20 mîlyonî
zêdetir e, rê nade mekteb û radyo û têlevîzyona Kurdî û têkilî
dîn, bîr bawerî û qiyafetê xelkê dibe…
Tirkmen di dîroka xwe da tucar ewqas azad
nebûn
Berpirsîyarên dewlet û hukumeta Tirk û medyaya wan gelek
behsa Tirkmenan dikin, dixwazin dubendîyê bikin navbera Kurd
û Tirkmenan û bi destê wan li Kurdistana Başûr tevlihevîyê
derînin. Lê xelkê Tirkmen, dema Osmanîyan jî di nav da, tucar
rewş û jîyaneke usa azad ne dîtibûn ku îro di Kurdistana
Başûr da dijîn. Partî û komeleyên wan serbest in, mektebên
wan ên pêşîn, yên navçe û kolejên wan hene. Têlevîzyoneke
wan rojê 24 saet bi zmanê wan weşanê dike. Bi zmanê Tirkmenî
kovar û rojname dertên. Dı sala 1992 da min wezîrekî
wan nas kir ku navê wî jî Kemal bû û di hukumeta Kurdistanê
da wezîrê xweşîyê bû. Him jî wî, wek Kurdên me yên Tirkîyê
yên ku di parlamena Tirk da mebûs in û di hukumeta Enqerê
da wezîr in, eslê xwe înkar ne dikir, yan jî ne mecbûr bû
ku înkar bike…
Hejmara Tirkmenan nuha li Kurdistana Azad (Hewlêr, Dihok
û Silêmanîye) dora 50 hezarî ye. (Li mintiqeyên din, Mûsil,
Kerkûk û ber bi başûr jî helbet Tirkmen hene. Di derheqa
hejmara wan da rîwayet cuda cuda ne. Li Tirkîyê hin Tirkperest
dibêjin hejmarê Tirkmenan li Iraqê 3 mîlyon e! Lê bêtaran
dikin. Kurdê me dibêjin li temamîya Iraqê dora 300 hezarî
ne. Rastî çi ye, wê bi hejmartina nifûs eşkere bibe.
Ji xwe hukumeta Iraqê ya teze jî daye pêşîya xwe ku dawîya
vê salê nifûsa Iraqê bihejmêrê. Tirkên şovîn nuha bi
vê hejmartinê jî ne razîne û ji nuha va ketine lerzê û dij
derdikevin. Xuya ye ew jî baş zanin ku derewê wan derkeve
meydanê, rûreş bin…)
Tirkmen di bin îdara Baasê da xudîyê tu heq û azadîyê ne
bûn. Dewleta Tirk jî tucar ew ne anîn bîra xwe û ji wan ra
xwedî derneket. Kîngê Kurdistan azad bû, Tirkên me yên şovîn,
wek pirsa Qibrisê, “pirsa Tirkmenan” jî kifş kirin…
Her usa jî, çi tiştekî xerîb e ku îro li Tirkîyê ji
20 mîlyonî zêdetir Kurd ne xwedîyê van heq û azadîyan e ku
50 hezar Tirkmen di Kurdistana Azad da bi kar tîne. Avakirina
partîyên Kurdî bi serbestî bila li wir bimîne, tu partî nikare
behsa hebûna Kurdan, behsa hebûna çand û zmanê Kurdî bike;
ev tişt dibe sedemê girtina wan! Li Tirkîyê mektebeke
Kurdî, radyo û têlevîzyoneke Kurdî jî tune. Ew hin reformên
ku vê dawîyê ji bo xatirê endametîya Yekitîya Ewrûpê kirin,
ew jî sosret in. Ji bo hînbûna zmanê Kurdî qursên taybetî
û bi pereyî, ku zarokên heya 16 salî nikarin biçinê û di rojê
da nîv saet weşana Kurdî. Ew jî va ye gelek waxt e tenê
bi gotinê ye û hîn tiştek pêk ne hatîye. Ji ber ku dilê
rêvebirên dewleta Tirk tucar ji vî tiştî ra razî nabe,
necamêrê me hînî van tiştan ne bûne, wekî tu bendekî
bavêjî stûyê wan… (Ji ser derketina vê nivîsê vir da çend
meh derbaz bûn. Di vê navberê da mesela têlevîzyonê bi zmanê
Kurdî eşkere bû. Tirkan, di rojê da nîv saet jî ne dan,
di heftekî da tenê nîv saetek!.. Weşana wê nîv saetê
jî wek karê zarokan e, sibê zû ye ku kes nekaribe lê guhdarî
bike. Ango merivên me careke din henekê xwe bi Kurdan dikin…)
Gelo, hukumeta Tirk û berdevikên vê sazûmanê yên din ku li
ser pirsa Tirkmenan ewqas şemate û qelebelixê dikin,
ma vê ferqa mezin ra çi dibêjin, vê yekê nabînin? Çawa nabînin?
Ew jî hemû dinya jî vê yekê baş dizanin. Lê li wan vîcdan
tune, vê zulm û neheqîyê li me Kurdan rewa dibînin. Him neheq
in, him jî ew ji me gazinan dikin. Gotina bav û kalan e: Yê
binî deng nake, yê ser qareqar e! Armanca wan xuyayî ye: Pêşî
li Kurdan bigrin, Kurd nebin xwedî tiştekî. Bona vê yekê
ger hewce be, serê Tirkmenan jî wê bikin belayê.
Tirkmen jî helbet bi vê yekê hişyar in. Di nav wan da
mirovên dewleta Tirk, kesên ku bi Tirkperestî û şovinî
serê wan hatîye şuştin û peyayên îstîxbaratê hene
û kesên han li herêmê gelek xirabî û provokasyonan dikin,
tevdidin ku bo têkilîya dewleta Tirk rê vebe. Lê piranîya
xelkê Tirkmen ji vê yekê ne razîye. Gelek berpirsîyar û rîspîyên
wan di derheqa vê lîstikê da agahdar in. Dema em li Kurdistanê
bûn, ji wan gelek kesan di têlevîzyonê da li ser vê yekê qise
kirin û gelek tiştên baş gotin. Gotin “tu pirseke
me bi Hukumeta Kurdistanê ra tune, em xwedî heq û azadîyên
xwe ne, ji hukumetê razî ne. Hin berpirsîyar û peyayên Tirkîyê
tilîya xwe dikin vir, dixwazin di navbera Tirkmen û Kurdan
da dijayetî çêkin, me berdin hevdu, em dijî vê yekê ne. Bila
ew aşitî û ewleyîya vê derê xirab nekin.
Hukumeta Tirk û berdevikên wan ên di medyayê da li vê dawîyê
bûyerên ku li Hewlêr û Kerkûkê çêdibin wek şerê navbera
“grûbên etnîk” nîşan didin û dixwazin Kurdan gunekar
bikin. Lê bi rastî ew bûyerên terorîstî bûn û şik tune
ku di wan da Tilîya dewleta Tirk bi xwe heye. Tirk îddîa dikin
ku sebep Kurd in, ji ber ku wan fedaralî xwestine û vê yekê
jî rewş germ kirîye… Gotineke han ne gor aqil û îzan
e. Ma ne heqê Kurdan e ku li ser erda xwe, li welatê xwe yan
bi şeklekî serbixwe, yan jî bi cîranan ra bi şiklekî
federal bijîn? Çima heqê 150 hezar Tirkê Qibrisê heye û yê
5–6 mîlyon Kurdê Başûr tune?..
Him jî Kurdan ev heq bi çi şiklî xwestine, bi şer
û pevçûn, bi êrîşa ser Ereb û Tirkmenan, yan jî bi gotin,
bi beyan û bi danûstandin û nîqaş bi Iraqîyan ra wek
li Konseya Miweqet ya Iraqê? Kurdan ev tişt bi rê olaxên
aşitîxwaz daxwaz kirin. Ma heqê wan tune ku daxwazên
xwe bêjin. Bi daxwazên wan çima Tirk û kesên dinê ewqas bi
hêrs kevin? Ma bona vê yekê divê mirovên bi bombe bêne şandin
ser wan, û heya di rojeke bimbarek vek eyda qurbanê da li
meqer û civînên wan da bêne teqandin?.. Ma bo ku Kurd federasyonê
nexwezin divê Tirkmen xwe bi zincîran girêdin?.. Rast e, azadîya
Kurdên Başûr dewleta Tirk aciz dike ku li Kurdistana
Bakûr 20 mîlyon Kurd li zîncîrê xistîye û tu heq ne dayê;
dewleta Îranê jî aciz dike ku 9-10 mîlyon Kurdê Rojhilat li
zincîrê xistîye; her usa jî dewleta Sûrî aciz dike, ku tu
heq û azadî ne daye 2–3 mîlyon Kurdê Rojava. Meriv ji vê yekê
fêm dike, lê gelo Tirkmenên Iraq û Kurdistanê çima aciz bin,
ku di Kurdistana Azad da, ew jî azad in?..
Kurdistana Başûr Herêma ewle ye û
terorîst ji der va tên
Gelo Kurdan bi kê çi xirabî kirin ku ew kesên terorîst tên
li vir bombeyan diteqînin? Hukumeta Kurd li ser erda xwe ye,
welatê xelkê dagir ne kirîye. Kurd milletekî mazlûm in, ewqas
sal ji karbidestên biyanî zulm û neheqî dîtin û hîn jî dibînin.
Nuha jî beşeke welatê xwe azad kirine, li wir parlamen
û hukumetek ava kirine û karê welatê xwe bi destê xwe rêva
dibin, dixwazin birînên xwe derman bikin, pirs û derdên xelkê
ra çare bibînin. Lê xuya ye hêzên kevneperest ji vê yekê gelek
aciz in. Ewên ku naxwazin Kurd azad bin û Iraq jî bibe welatekî
demokrat, nuha çi ji destê wan tê dikin, da ku pêşî li
vê guhartinê bigrin. Beşek ji wan dewletên der û dorê
ne ku Kurdistan wek malê talanê di nav xwe da parva kirine.
Beşek Baasîyên kevn in, hukum ji dest çûye, bi hêrs û
bêçare ne. Beşek wek rêxistinên El Qaîde ne ku dixwazin
dinyayê vegerînin demên berê. Evana hemû terorîstan jî dişînin,
her texlît xirabîyê jî dikin.
Belê, dewleta Tirk van bûyerên ku li bajarên Hewlêr û Kerkûkê
dibin, wek şer û pevçûna navbera grûbên etnîkî nîşan
dide û bi vî awayî dixwaze xelkê Tirkîyê û dinyayê bixapîne.
Gelek kes jî ku di derheqa rewşa herêmê de ne agahdar
in, bawer dikin. Lê gor temamîya Iraqê, Kurdistana Başûr
herêmeke gelek ewle ye. Kurd va ye 13 sal e ku xwe bi xwe
îdare dikin, tam û delalîya azadîyê dîtine û jîyane, welatê
wan ava dibe, derdê wan hêdî hêdî çare dibînin. Kurd qîmeta
vê yekê baş dizanin û gelek dilşa ne. Ev hûrgelên
ku li Kurdistanê dijîn, ew jî cara pêşîn e ku di Kurdistana
Azad da heq û azadîyên xwe yên çandî, sîyasî û dînî bi serbestî
kar tînin û ew jî gelek dilşa ne. Li Kurdistana Azad
şer û pevçûneke mîna “Sêkinarê Sunnî” ya dora Bexdayê
tune. Di bajar û gundên Kurdistana Azad da jîyan şev
û roj gelek ewle ye. Xelk bêtirs ji mala xwe derdikeve, li
kûçe û kolanan, çarşî bazarê digerin, di nav bajaran
da diçin û tên. Dibistan, zanîngeh, nexweşxane, dikan
û mixaze vekirî ne û jîyan bi dar û dezge dimeşe.
Ji xwe, ew hêzên xirab jî dixwazin vê dar û dezgeyê hilweşînin.
Ev kiryarên xirab bi destê wan kesên xirab pêk tê, ku ji bo
vî karî perwerde dibin û tên şandin. Armanca wan, wek
der û dora Bexdayê Kurdistanê jî tevdin û dinya alemê ra nîşandin
ku va ye Kurdistana Başûr jî ne ewle ye, li vir jî xelk
razî nine û şer dike… Bi vî awayî bikaribin pêşî
li Iraqeke demokrat û federal bigrin. Armanca wan ev e.
Bi raya min, ev sîyaset û kiryarên han, ger ji bo middetekî
tevhevîyê derînin jî, nirakin bi serkevin û bigihîjin armanca
xwe. Ji ber ku dem û dewra hêzên han êdî derbaz bûye, dahatûya
wan tune û ew bêçare ne. Piranîya xelkê Iraqê piştgirîya
wan nake û ji wan zirarê dibîne. Xelk aşitî û ewleyîyê
dixwaze. Xweşbûna jîyana wan, çareserîya derd û pirsên
wan bi vê yekê girêdayî ye.
Li Kurdistanê jî ji xwe tu bingeha van kiryaran tune, ne
xelk ne jî hêzên sîyasî piştgirîya wan nakin. Bona vê
yekê ye ku ev kesên han ji der va tên. Wan berê li Kerkûk
û Hewlêrê erebeyên bi bombe teqandin li pêş hin cîgehên
resmî, qereqolan, wezareta Hundur û hwd. Dijî kiryarên han
tevdîr hatin girtin. Nuha li ser rêyan û di ketin û derketina
bajaran da qontroleke baş heye. Li pêş bînayên resmî
û otêlên mezin ji bo parastinê astengên bêtonî hatine çêkirin.
Lê mixabin, heya bûyerên 1’ê Sibatê, ev tevdîr ji bo kesên
ku xwe wek bombeyên jîndar bi kar tînin û diteqînin, ne hatibû
girtin. Bi taybetî cîyên ku xelk lê kom dibû, wek otêl, xwarinxane
û mizgeft di vî warî da bê parastin bûn. Ji xwe bo kesên usa
serhişk û terorîst ku bûyerên han pêk tînin, tu qeyde
û sînor tunin, gunehên wan bi kesî nayê. Wan heya eyda qurbanê
jî di nav xwînê da hiştin.
Li Hewlêra payîtextê Kurdistana Azad, 1’ê Sibatê, ango di
êyda qurbanê da, du terorîstên ku bombe bi laşê xwe girêdabûn,
tevî xelkê hewlêrê bûn û wek dixwazin eyda serok û endamên
partîyê pîroz bikin, di eynî saetê da ketin malbenda Partî
Demokratî Kurdistan û Yekitî Niştimanî Kurdistan û bombe
teqandin, ji sedî zêdetir mirov kuştin û bi sedan jî
birîndar kirin. Di navbera şehîd û birîndaran da gelek
rêvebirên hêja yên herdu partîyan û berpirsîyarên hukumetê
jî hebûn. Her usa, gelek însanê masûm, xelkê bajêr, jin, xort
û zarok jî şehîd û birîndar bûn.
Vê bûyerê li hundur û der welat dengekî gelek mezin da û
milletê Kurd êşand. Li ser vê yekê gelek hat gotin û
nivîsandin, ne hewce ye ku zêde tişt bêjim. Tiştê
mihîm ev e ku ji vê bûyera giran ders bêne stendin. Helbet
cîyê tirsê tune, divê dîsa jîyana civakî û sîyasî di rîya
xwe da bimeşe. Ji xwe xelkê Hewlêrê û temamîya Kurdistana
Başûr jî, daxwaza dijmin di dilê wan da hişt, himber
vê bûyerê tirs û xof nîşan ne da. Piştî vê bûyerê
ji çarkoşeyê Kurdistanê, ji gund û bajaran, heya ji parçên
dinê bezî hat, di tazîyan da amade bû û mizgeft tijî kirin.
Lê dîsa jî divê gor rewşa teze tevdîrên baş bêne
stendin. Wek nimûne, ma şert e ku ji bo pîrozkirina eydê
di malbendên partîyan da civînên usa mezin bêne çêkirin û
berpirsîyarên bilind yên partîyan û hukumetê tê da beşdar
bin? Ji bo civînên ku hewce ne bên çêkirin jî, divê tevdîrên
baş bêne stendin. Her usa jî li otêl, aşxane, mızgeft
û cîyên dinê ku xelk lê kom dibe.
Tiştekî balkêş jî ew bû ku, hevalên PDK berî vê
bûyerê di civîneke xwe ya bilind da li ser vê babetê qisekirine
û bi xwe jî gotine ku dijî êrîşên terorîstan divê tevdîrên
baş bêne stendin. Roja eydê jî, di destpêkê da xelk li
ber dêrî yek bi yek qontrol kirine û usa berdane hundur. Lê
mixabin, hin kesan gazin kirine û gotine “di rojeke han ê
pîroz da jî ji bo mirovên Misilman ev qontrol û ezîyet çi
ye, bihêlin bila xelk rehet derbaz be!” Wan jî guh daye van
gazinan û qontrol rakirine. Yek ji wan terorîstan ji vê îstîfade
kirîye û bi cilê meleyekî derbazî hundur bûye..
Roja bûyerê em li otêla Çuwarçire û li benda berpirsîyarê
eleqetê Kak Remzî bûn, ku bê û em bi hevra biçin Malbendê
bo pîrozîya Cejna Qurbanê. Lê hîn Kak Remzî ne hatibû ku ew
xebera xirab hat. Nasekî me, Cemal Alemdar, ew xebera
reş da me. (Alemdar Kurdekî Başûr e, di waxta xwe
da ku li Tirkîyê wek xwendekar li zanîngehê dixwend, di sala
1963 da ew jî tevî 23 Kurdan hat girtin û mehkeme bû).
Vê bûyerê tesîreke mezin li ser herkesî kir û Kurd gelek
xemgîn bûn. Roja dinê li gelek mizgeftên Hewlêrê ji bo şehîdan
tazîye hat danîn. Di mizgefteke mezin da jî berpirsîyarên
herdu partîyan bo tazîyê rûnişti bûn û em jî çûn. Li
ber mizgeftê pir xelk kom bûbû. Lê hîn ji dûr va tevdîrên
baş hatibûne girtin û xelk yek bi yek qontrol kirin û
berdane hundur. Xwezî ev tevdîrên han berî vê bûyerê bihatana
girtin..
Hevdîtina
me û Mesûd Barzanî
4’ê Sibate me Serokê Partî Demokratî Kurdistan birêz Mesûd
Barzanî zîyaret kir û bi hevra xwarina nîvro xwar. Ji ber
bûyera hanê helbet gelek xemgîn bû. Di vê bûyerê da gelek
hevalên xwe yên hêja winda kiribû. Li alîyê din jî jîyana
wî bi salan wek pêşmerge li serê çîyan, yan li xurbetê
derbaz bûbû û şadê gelek êş û bûyerên mezin bûbû
di serhildan û berxwedanê da, gelek caran heval û merivên
xwe yên hêja windakiribû. (Wek nimûne, di sala 1988 da leşkerê
Iraqê 8 000 mêrê Barzanî, piçûk–mezin komkir û bir, cardin
ji wan xeberek derneket, ango sazûmana zordest ew hemû kuştin
û windakirin.) Mesûd Barzanî û hevalên xwe ji nav vê agir
û şewatê dihatin û bûyerên usa, çiqas jî dilê wan bişewitîne,
nikare azm û berxwedana wan bişkîne.
Eynî roj, di Parlamena Kurdistanê da ji bo şehîdan
merasîmek hat çêkirin. Em jî hatibûn dawetkirin û tê da beşdar
bûn. Desteyek ji eskerê Kurdan, bi qiyafetên gelêrî yên cure
cure û gelek balkêş, ku çend herêmên Kurdistanê temsîl
dikirin, di salona jêrê da meşîn û mûm hatin vêxistin.
Tevî gelek serok û berpirsîyarên partîyên Kurdistanê û sazîyên
gelêrî, ji sazî û partîyên Ereb û ji îranê jî mêvan hebûn.
Fermandarê Amêrîkê jî li wir bû. Me li wir, hin nas û dostên
xwe ku ji Kurdistana Bakûr hatibûn, ew jî dîtin.
Beşa 6. û ya dawî
VEGER JI SER BEXDA Û AMMANÊ…
Bi vî awayî gera me ya Kurdistana Başûr qasî heftekî
dirêj be jî gihabû dawî. Me xwast veger ji ser Bexdayê ra
be. Di 6’ê Sîbatê da em derketin rê. Navbera Hewlêr û Kerkûkê
deşteke delal e, bi bîhn û bereket e. Nêzî Kerkûkê girên
balkêş derketin pêşîya me ku wek refekî çîyayên
nizm di nava deştê da rêz dibûn û mîna xelekekê ji rojhilat
ber bi rojava dirêj dibûn. Di serê wan da di her sê-çar sed
mêtroyê da qereqolek hatibû çêkirin, ku meqerên eskerî bûn
û wek qeleyên piçûk bûn. Xuya ye ew sazûmana zalim û zordest,
ji tirs û xofa xwe û ji bo parastina hêla Kerkûkê ji çalakîyên
pêşmergeyên Kurd li vê mintiqê jî gelek cîgehên eskerî
çêkiribû. Lê ewqas tevdîr jî ji derdê wê ra tu feyde ne kir
û ne karî wê ji ruxanê xilas bike.
Kerkûka
him zengîn him feqîr
Vêcar em ji Kerkûkê di ronahîya rojê da rebaz bûn. Gelek
bala merivan dikişîne: Ev bajar ku li ser xezîneyên niftê
ava bûye, ku yek ji xezîneyên herî dewlemend e û nifta xwe
baş e li dinyayê, lê wekî gundekî mezin, kevn û xirêbe
ye, tu dibê bê xwedî ye.. Xuya ye hukumeta Bexdayê nift ji
xwe ra kişandîye birîye, bi perê wê ji dîktatorê xwe
ra ewqas qesr çêkirine, daye çek û sîlehan, li kêleka her
bajarekî qeleyeke eskerî, li serê her girekî qereqolek ava
kirîye, lê ji vî bajarî ra tu tişt ne kirîye, heya ne
hiştîye ku xelk bi xwe jî bike, ku xelkê xwe bi piranî
Kurd in û beşek jî Tirkmen e. Beşek ji Kurdan bi
darê zorê ji Kerkûkê derxistîye û ne hiştîye ku yên mayî
jî ji xwe ra arsekî yan malekî bikirin, ava bikin, heya malên
xwe yên xirabbûyî ji nu va çêbikin. Ji bona vê yekê avahîyên
wan ên ku kevn bûn, xirab bûn, bûn pag...
Nuha, piştî ku ev sazûmana zalim û zordest tevî dîktatorê
xwe yê xwînxwar ruxîya çû, gelê Kurd bi îmkanên bajarên Hewlêr,
Silêmanîye û Dihokê dibeze alîkarîya birayên xwe yên Kerkûkê,
kûçe û kolanan çê dike, alîkarîya çareserkirina pirs û derdên
xelkê vî bajarî dike. Hukumeta Kurdistanê û berpirsîyarên
teze yên bajarê Kerkûkê, berekî va jî kar û xebat dikin ku
pêşî li xirabîyên hêzên provokator û terorîst bigrin
ku hin welatên cîran û dijminên Kurdan li pişt wan in...
Li dorberê rê li gelek cîyan, li bajarên ku em jê derbaz
dibûn, qontroleke baş hebû. Li başûrê bajarê Dûzxurmatû,
li “Çîyayê Hemrîn” em gihan sînorê Kurdistan û Erebîstanê.
(Li alî rojhilat ev sînor gelek li başûr e. Erda Kurdistana
Başûr, li Rojhilat ji mintiqa Şerezor û Helepçê
ber bi başûr dirêj dibe, berê Xanîkîn tê, piştra
li gel Çîyayên Zagros ji kêleka Bexdayê derbaz dibe û diçe
mintiqa Îlam û Mehranê digre nav xwe.)
Heya Çîyayê Hemrîn qontrola rê bi tevayî di destê pêşmergeyên
Kurd da bû. Lê li vê mintiqê me tevî wan leşkerên Amêrîkî
jî dîtin.
Şevek li Bexdayê
Bexda ji sînorê Kurdistanê ne ewqas dûr e. Em piştî
nîvro gihiştin wir û daketin otêla ku nasan ji me ra
gotibûn.
Min Bexda cara pêşîn didît. Helbet bajarekî usa mezin
û dîrokî di middetê rojekî da çiqas ku bê dîtin.. Bajarên
mezin bi dîrok, bi avahî, bi mirov û jîyana xwe wek alemeke
bi gelek rû û reng in û naskirina wan waxtekî dirêj dixwaze.
Dîsa jî bi ketin û derketineke di ronahîya rojê da û bi gereke
piçûk a şevê be jî, tiştê ku dikarim bêjim, ew bajarê
ku li ser ava Dîclê ava bûye, bi pênc mîlyon nifûsa xwe, bi
kûçe, kolan û meydanên xwe yên fireh, bi pir û dirbên xwe,
bi avahîyên mezin û modern, gor pîvanên Rojhilata Navîn gelek
bi xeml e, li ser xwe ye. Xuya ye Saddam jî, yên berî wî jî
qedrê Bexdayê baş zanîne, Kerkûk li halê xwe hiştine,
lê zêrê wê yê reş, ango nifta wê ji bo Bexdayê xerc kirine.
Wê êvarê nasekî me yê Kurd em ji bo xwarina şevê ezimandin.
Em bi otoya wî di nav bajêr da piçek gerîn. Otêla me, ku middetekî
berê bûbû hedefa êrişeke mûşekî, herhal ji wê, wekî
vala bû. Li pêşîya wê astengên betonî hatibûn danîn û
bi destê pêşmergeyan qontroleke baş hebû
Di van rojana da, dema behsa Bexdayê dibe, bibê nebê teqînên
mezin ku derdorê xwe di nav xwîn û cesedan da dihêlin, dengên
mûşek û hewan û tifingan û bez û telaşeya xelkê
tê bîra merivan. Bi rastî guhê me jî piçek li dengê han bû..
Lê wê şevê me ne dengê teqînekê bihîst ne jî di dema
çûn û hatinê da rastî telaşe yan tiştekî xerîb hatin.
Li Bexdayê jîyan berdewam e. Tirs û telaşe nayê xuyakirin.
Dibe ku di vî bajarê mezin da carina hin tiştên trajîk
bibin jî, xelk êdî hînî wan bûye, guh nadîyê. Ma li Tirkîyê
jî qezayên trafîkê ne usa ne?. Ev qeza ku ji teqînên Bexdayê
zêdetir pêk tên û telefata ku ew didin jî ji bombeyên Bexdayê
gelek zêdetir in... Ango êdî bi talî û bextê merivan!
Me şev ji mixazekê, ji bo rê dîsa hin xwarin û vexwarin
girt û ji bo ku di waxtê da bigihîjin balafira xwe ya Ammanê,
di zû da rabûn û bi rê ketin. Dîsa bi jîpeke mezin wek steyşin
û bi şofêrekî Ereb ku nasê me jê ra qisekiribûn. Di rê
da me û şofêr dîsa bi tarzanî li hev kir...
Yek ji şertê Misilmanîyê: zanîna Erebî!
Mehkî berê, ango di dema hatinê da em li vê rê rastî leşkerê
Amêrîkê ne hatibûn. Lê vêcar em gelek car rastî erebe û konwoyên
wan ên leşkerî hatin. Li sînorê Iraq-Urdunê jî em rastî
çend leşkerên Amêrîkî hatin ku tevî polêz û memûrên gumrukê
karê kontrolê dikirin. Lê ne ewqas bi dil û can... Wekî ji
halê xwe û karê xwê bêzar bûn, digotin ma çi îşê me li
van deran e! Me vêcar di derî da, guh da şofêre xwe,
ji bo ku zû derbaz bin, bîst dolar bertîl jî da; lê dîsa jî
sê saet ji wir xilas ne bûn. Serda jî gumrukvanekî Urdunî,
ku emrê wî dora 30 salî bû, fêm kir ku ez Kurd im, ji min
pirsî: “Tu xwendina Quranê û nimêjê dizanî yan na?” Piştra
jî gelek bi hêrs got:“Tu Kurd û Misilman î, çima Erebî nizanî?!.”
Helbet min jê ne pirsî, ku di nav pênc şertên Misilmanîyê
da zanîna Erebî heye yan na?.” Her usa jî min jê ra ne got,
“gelo tu çima Kurdî nizanî?.” Ger min bigota, herhal em bi
sê saetan jî xilas ne dibûn û di waxtê da ne digihîştin
balafira xwe ya Ammanê.. Lê nuha, piştî ku ji pira xeter
derbaz bûm, dixwazim Erebekî bibînim û vê pirsê jê bikim!
Lê na, xwendevanên delal, herçiqas usa dibêjim jî hûn wek
henek bihesibînin. Helbet bi ber bayê wî gumrukvanê Urdunî
yê bê edeb nakevim. Him jî dema van tiştan dinivîsînim,
hevalê me yê delal, Şahînê Ereb tê bîra min. Her çiqas
mirovê usa kêm bin jî, ew jî yek ji wan kesan e ku bi salan
e mil bi mil me ra kardike û di nav me da Kurdî hîn bûye.
Her usa jî gelek law û keçên Ereb têne bîra min ku li hêla
Sêrt û Mêrdînê dost û hevalê PSK bûn... Her usa jî di nav
Ereban da kesên wek Cewahîrî jî hene ku me tîmsalên wan çêkirîyê
û di dilê xwe da cî daye wan. Ji bo xatirê wan be jî ji gelê
Ereb tu car naxeyîdim.
Gelo, li vî welatî kevirên reş barîne,
çi ye?.
Vêcar em ji berîya Urdunê di ronahîya rojê da derbaz bûn.
Lê dema ez dibêjim berî, eger hêştir bêne bîra we jî,
bila girên qûmê neyên. Ji ber ku, başûrê Urdunê çawa
ye nizanim, lê rîya ku em jê derbaz bûn, ji sînorê Iraqê bigre
heya Ammanê, em li tu derê rastî girên qûmê ne hatin. Lê,
beşekî nêzî sînorê Iraqê jê derîne, heya nêzî Ammanê
ev berî serbiser bi kevirên reş dagirtî bû. Kevirên gilower
û gelek hezin, ji pêncî û sed kîlo bigre heya tonekê, du tonan...
Li der û dor gir û çîya jî tunebûn ku meriv bêje dibe ku ev
der cîyekî wolkanîk be. Merîv tê dighê, çermê mirovan di bin
tava xurt ya Erebîstanê û Efrîqa da reş dibe, lê gelo
bi van keviran çi hatîye?..
Tiştekî din bala min kişand: Cî û cî, ji bo vekirina
rêyên tenişta asfaltê, makîneyan ev kevir hildane û di
binî da xwelîyeke zer bi rengê qûmê xwe nîşan dide. Hingê,
mirov fêm dike ku binî xwelî ye û bibê nebê tê bîra merivan:
gelo li vî welatî li cîyê baranê kevirê reş barîne, çi
ye?..
Di çîrok û efsaneyên Erebîstanê da heye, carina bi salan
baran nabare, xelayî çêdibe, carina kulî û mişk wek lehîyekê
di ser welat da digrin, carina jî ji ezmanan, li cîyê baranê
herî û kevir dibare... Eger ev kevir li vî welatî barîne,
herhal di dema berî Misilmanîyê da ye... Yan jî, dibe ku di
rûbarî wan kesên har û nezan da, ku bi navê Misilmanîyê bombeyan
bi laşê xwe girê didin û di nava xelkê masûm da diteqînin,
dibin sedemê kuştina ewqas însanê bê gune...
Di berîyê da êvar û avaçûna rojê…
Qasî 40-50 kîlometir berî Ammanê ew deşta kevirên reş
giha dawî û erdê xuya kir. Her usa jî tevî darên xurmê, zevî
û bostanên xwe, bajarekî piçûk... Çi cure be jî, hêşînahî
dilê merivan geş dike. Hêşînahîya berîyê jî bi şiklekî
din delal e, wek roja welatên bakûr, bi berf û serma... Eger
waxta me hebûya, û kesî ji bo nezanîna Erebî em gunekar nekirana,
çiqas xweş dibû şevekî li bajarekî han derbaz kin,
li aşxaneyeke wî bajarî ji xwarinên wî welatî bixwin
û di çardaxê da li himber roja ku diçe avan –nabêjim qedehek
şerav- lê çayekê vexwin!..
Min got avaçûna rojê û hat bîra min: Dema em gihan vî bajarê
piçûk roj diçû avan û li asoyê himberî me bûbû gilokeke mezin
û sor. Ev dîdemeke gelek delal û balkêş bû. Dema hatinê
da ji ber mijê me di berîyê da hilatina rojê ne dîtibû, lê
vêcar bextê me ji me ra yar hat û me dît roj di berîyê da
çawa diçe avan.
Lê pir ne borî, di mixirbê da, wekî me navê wê hildaye mijê
cardin dest pê kir. Tiştekî ecêb bû, ev welat ku rûyê
baranê kêm caran dibîne, wek roja ku em derbazî Iraqê bûbûn,
vêcar jî, şevek berê baranek xurt barîbû. Li dora rê,
li gelek cîyan av kom bûbû. Dema em nêzî Ammanê bûn dîsa mijeke
xurt dest pê kir ku çav çavan nabîne.
Berpirsîyarê PDK yê li Ammanê ne li wir bû, ew ji bo tazîyeya
şehîdên 1’ê Sibatê çend roj berê çûbû Kurdistanê. Bona
vê yekê me hevdu nedît û berê xwe rasterast da balafirxanê.
Surprîzek jî li wir li benda me bû. Di rûbarî mijê da balafira
me di waxtê da ne hat û em qasî heft saetan li benda wê man.
Ber bi sibê em li otobozê sîyar kirin û birin meydana eskerî.
Li wir mij tune bû, balafira me hatibû û li benda me bû. Em
lê sîyar bûn û me berê xwe da Amsterdamê.. 8’ê Sibatê bû.
Ez, di 9’ê Sibatê da, ango mehkî şunda giham Stokholmê.
Belê, xwendevanên delal, vêcar ji bo çûn hatina parçekî welatê
xwe, Başûrê Kurdistanê, em bi şev û bi dizî ji ava
Dîclê derbaz ne bûn, ne ketin dafikan û li me teqîn çênebû.
Lê dîsa jî çûn hatina me ne ewqas rehet bû. Bakûrê Kurdistanê
jî, ango cîyê ku em lê bûne û werê bav û kalên me ye, hîn
gelek ji me nikarin biçin û bên.
Bi hêvîya ku ev çûn û hatin rojekê hêsan be û bi hêvîya azadî
û aşitîyê...
Kîngê ev tişt hêsan bû, bizanin ku, him Tirkîye, him
jî Rojhilata Navîn bi temamî bûye meriv...
9 Adar 2004 - Stokholm
|