PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Plaketek ji bo Mehmet Emîn Bozarslan

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Elmanya (KOMKAR) plaketa spasîyê da nivîskar Mehmet Emîn Bozarslan ji bo kar û xebata wî ya li ser zman û çanda Kurdî. Bona vê yekê di 21´ê Çirîya Pêþîn da li Elmanya, Bajarê Wuppertalê civînek çêbû.

Di civînê da dora 200 nivîskar, rewþenbîr û hunermendên Kurd beþdar bûn, ku ji bo civînê hatibûn dawetkirin û li Elmanya û welatên dorê dijîn.

Serokê KOMKAR´ê Fettah, di axaftina xwe da behsa biryaraYekitîya Ewrûpa kir, ku sala 2001 wek sala zman nîþan dabû. Got, bona vê yekê KOMKAR´ê jî ev sal wek sala zman û çanda Kurd nîþan daye û di nava salê da li gelek bajaran civîn hatine amadekirin û mamoste Mehmet Emîn Bozarslan di van civînanda amade bûye û li ser zman û çanda Kurdî axaftîye.

Fettah got, him ji bo vê yekê, him jî bo kar û xebata wî ya mezin û berhemên wî yên hêja li ser zman û çanda Kurdî, KOMKAR´ê Mamoste Mehmet Emîn Bozarslan layîqî Plaketekê dît, wek nîþana spasîyê û qedirbilindîyê.

Piþtra Xanim Bîlge Acar û þair û nivîskar Eskerê Boyîk qisekirin. Bîlge Xanim pesna xebata Mamoste Bozarslan da û her usa jî di vê xebatê da rol û ehemmîyeta piþtgirîya xanima wî Fatma Bozarslan sekinî, ku salakê berê çûbû rehmetê.

Eskerê Boyîk di axaftina xwe da li ser berhemên Mamoste Mehmet Emîn sekinî, xebata wî ya mezin û bê westan, qîmet û giranîya berhemên wî da ber çavan. Bona ewqas karê giranbuha jê ra spas kir û plaket dayê.

Mamoste Mehmet Emîn jî bona vê qedirzanîyê ji KOMKAR´ê û hemû beþdaran ra spas kir û got: “Soz didim, heya xweþ im, qelema xwe ji bo Kurd û Kurdistanê wê kar bînim.”

Jinên Kurd ji bo mêvanan sifreke dewlemend ji xwarinên cure cure hazir kiribûn. Her usa jî koma muzîkê ya xortên Wuppertalê stran û klam gotin.

Civîn bi serfirazî derbaz bû.

Hevalên KOMKAR´ê her usa jî dan xuyakirin ku, nîyeta wan heye vî karî bidomînin, bikin adet û her sal plaketeke han bidin nivîskar yan hunermendekî Kurd ku ji bo zman û çanda Kurdî kar û xebatên delal dike.

 
PSK Bulten © 2001