PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Civîna YE û Protestoya Kurdan li Stokholm

Di 24’ê Adarê da li Payîtextê Swêde, ango li Bajarê Stokholmê civîna Konseya Yekitîya Ewrûpê çêbû. Bona vê yekê Kurdan li pêş civîngehê meş û mîtîngek çêkirin, Tirkîye protesto kirin û daxwazên milletê Kurd careke din dane bihîstin.

Civîn bi destê Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê, Hevkarîya Hêzên Sîyasî ya Kurd û Kurdistanê (ku PSK jî di nav da ye) û İnsîyatîfa Kurdên li Swêdê hatibû organîzekirin. Di meş û civînê da ji hezarî zêdedir Kurd, bi jin û mêr, xort û kal û zarokên xwe beşdar bûn. Bi dehan bandrol, pankart û bi sedan ala kurdistanê cîyê meş û civînê xemilandin. Kurdan daxwezên xwe bi dengekî bilind gotin û dan bihîstin. Di nav pankart û sloganan da evên jêrê bal dikişandin:

·         Yekitîya Ewrûpa û Yekitîya Netewan (Milletan), me Kurdan ji bîr nekin!

·         Gelê kurd mafê xwe yê polîtîk û mirovî dixwaze!

·         Kurd netewekî mezin in, ne hindikahî ne!

·         Azadî û serxwebûn heqê Kurdan e!

·         Ji bo menfeeta xwe hûn Kurdan feda nekin!

·         Ji derewê Tirkîyê bawer nekin!

·         Bê çareserîya pirsa Kurd û bê demokrasîyê Tirkîyê qebûl nekin nav YE!

·         Statûya Kurdistana Başûr divê bi resmî bê naskirin!

·         Kurd azadîxwaz in, ne şerxwaz in!

Kurdan bi vê meşê ji Yekitîya Ewrûpê ra gotin, va ye em li vir in, me ji bîr ne kin û heqê me winda nekin. Heya ku Tirkîye heqê Kurdan nasneke, dêrî jê ra venekin.

Lê mixabin, rojname û têlevîzyonên Swêdê, her çiqas li wir hazir bûn û resim kişandin, kamera xebitandin jî, piştra di derheqa çalakîya Kurdan da tiştek ne nivîsandin û nîşan nedan. Bona vê yekê, komel û rewşenbîrên kurdan ji wan ra name şandin û ji bona vê bêdengîyê ew gunekar kirin.

Dibe ku Swêdîyan ne xwastin bo xatirê Kurdan dewlet û hukumeta Tirk aciz bikin.. Helbet, derdê Kurdan, ne derdê Swêdîyan û Ewrûpîyan e.. Lê yê ku bêdeng ma ne tenê ew bûn. Ew hinekên ku xwe wek “Têlevîzyona Kurd” û “rojnama Kurd” nîşan didin, wek Medya-TV û Ozgur Polîtîka jî li ser vê çalakîyê tiştek ne gotin ü ne nivîsandin.. Dibeku ew jî naxwazin dilê hukumeta Tirk biêşînin..

Lê ger Kurdan li cîyê slogan û daxwazên jorê bigotina “Bijî Serok Apo!” yan jî “Bijî komara demokratîk!”, hingê MED-TV’ê jî, Ozgur Polîtîkayê jî xeberê vê çalakîyê bidana û li çaralî belav bikirana..

Ev yek jî nîşan dide ku ji Kurdan ra rojnameyeke rastî û têlewîzyoneke rastî lazim e..

 

 
PSK Bulten © 2001