PSK; Azadî
Bo Girtiyên Siyasiyên Îranê
Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK bi belovekeke piştgiriya
xwe Kempîna Berevanîkirin Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê
diyar kir. PSK di belavokê de banga hemû hêz û partiyên siyasiyên
Kurdistanê û ji dezgeyên mafê mirov yên navnetewî kir ku guh
bidine hewara çalakvanên vê kempînê û zext li rejima İranê
bikin daku mafe mirovê pêpes neke û gîrtiyên sîyasî azad bike.
Belavoka PSKê bi vî awayî ye;
Azadî Bo Girtiyên Siyasî yên Îranê
Rejîma Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê, bi girtin, lêdan û dardakirina
muxalefeta xwe va, hertim di rojevê da bûye. Rejîma Îranê
îro jî ketiye rojevê, ji ber ku di rojên dawiyê li vê welatê
da zordarî li ser opozîsyonê û hêjmara girtiyên, ku têne bi
darda kirinê, zêde bûne.
Hukumeta Cumhuriyeta İslamî, şuna, ku guh bide
daxwazên opozîsyonê, zilm û zordariya xwe tundtir dike.
Çalakvanên mafê mirov û civaka sîvîl yên ji hemu rengên Îranê,
ku dijî siyaseta hanê ya rejîma Îslamî ne, belavokek derxistin
û ragihadin, ku dest bi Kempîna Berevanîkirin Ji Gîrtiyên
Siyasî Ên Netewên Îranê kirine.
Armanca Kampîna hanê, derxistina “tawanê siyasi” ji sîstema
huquqî ya Îranê, xebat kirin dijî zilm û zordarî li ser bîr
û bawerîya sîyasî û ol û çand û azad kirina “girtiyên siyasî”
ne.
Çalakvanan biryar dane, ku ji bona armancên hanê, derbareyê
hêjmara “gîrtîyên siyasî” û rewşa wan, zanyarî berhev
bikin û bigihinin destê dezgeyên mafê mirov yên navnetewî,
daku fişara xwe li ser rejîma îranê bi hêztir bikin.
Partiya me piştgiriya xwe li Kempîna Berevanîkirin
Ji Gîrtiyên Siîyasî Ên Netewên Îranê û daxwazên
wê yên mirovî û hevdemî dide xuya kirine û ji karbidestên
Îranê daxwaz dike, ku guhê xwe bide daxwazên Kampînê û “girtiyên
siyasî” azad bike.
PSK banga hemu hêz û partiyên siyasiyên Kurdistanê dike,
ku piştgiriya Kampîna hanê bikin.
PSK ji dezgeyên mafê mirov yên navnetewî daxwaz dike, ku
guh bidine hewara çalakvanên Kempîna Berevanîkirin Ji Gîrtiyên
Siyasî Ên Netewên Îranê û zext li rejima İranê bikin
daku mafe mirovê pêpes neke û gîrtiyên sîyasî azad bike.
03 Adar 2001
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
|