PSK,
serdana polîtburoya YNK kir
17 Mijdar a 2011
Şandeya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
îro li Silêmaniyê serdana Polîtburoya Yekîtî Niştîmanî
Kurdistan-YNK kir.
Dengê Azad/Silêmanî
Şandeya PSK ku bi Sekreterê Giştî
yê PSK Mesûd Tek, Nunerê Hewlêrê yê PSK Ararat Jînwar û Serokê
KOMKAR-EU Kovan Amedî ve pêkhatibû, îro serdana Polîtburoya
Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan-YNK kirin û ji aliyê Karîgerî
Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar û endamê Polîtburoyê Sadî Ehmed
Pîre ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Rojhilata
Navîn, Tirkiyê û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Di hevdîtinê de herwisa girîngiya têkilî
û hevkariya rêxistinên Kurdistana Bakur bi taybetî û Kurdistan
bi giştî jî hate kirin.
|