Zêde Kirina Tund û Tîjî Ne Çareserî Ye
Di heyemek da, ku li Meclîsa Tirkiyê, kar ji bona amede kirina
destureka nu bi fermî destpêkirî bû û ertaşa Tirk ji
bona êrîş kirin li ser Herêma Kurdistanê xwe amade dikir,
PKK li herêma Colemergê êriş kire ser bingehên leşkerî.
Bê guman êrîşa hanê ya PKK ne tenê xizmeta proseya bi
hêztir kirina demokrasî û amade kirina destureka nu û hevdem
nake, her usa li ber hewla çareser kirina aşitixwazî
û diyolagê dibine asteng û dibine bahane ji bona dewleta dagirker,
daku êrîş bikine ser Kurdistana Başur.
Bi gor bîr û baweriya me êdî tu deskevt nemaye, ku bibe berhema
xebata çekdarî, beravejiya vê, xebata çekdarî dibite astengek
ji astengên, ku li pêşiya aşitî û danûstandinê hene.
Ji bona vê yêkê em carekî dinê banga PKK dikin û jê dixwazin,
ku guhê xwe bide daxwaza aşitixwaz û demokrat û pêşverû
û ateşbes rabigîhine.
Ketina axa Kurdistana Başurê, bi bahaneya “bi du ketina
terorîst” binpê kirina serweriya Herêma Kurdistan e. Sedemên
kêşeyê Kurd û çareseriya wê jî li Tirkiyê ye. Êrîş
kirin û operasyonên leşkerî li Kurdistana Başurê,
ku heya niha hatine encam danê, ne tenê kêşeyê Kurd çareser
ne kiriye, her usa bûyê sedema aloztir bûna wê.
Em banga hikumeta AK Partiyê dikin, ku vê rastiyê bibîne,
dawî li operasyonên nizamî li Kurdistana Bakur û Başurê
û amade kariyê êrîşa mezin û berfireh bîne.
Siyaseta dewleta Tirk ya 85 saliyê nîşan da, ku kêşeyê
Kurd bi rêka şer û tund û tujî nayê çareser kirinê. her
usa banga tolvekirinê jî dibite sedema pirtir bûna tund û
tîjiyê. Rêka çareseriyê aşîtî û diyalog e, ku heya niha
nehatiye ceribandinê.
Partiya ma banga hikumeta AK Partî dike, ku ji bona aram
kirina rewşê û rêxweş kirina diyalog û careseriya
aşitîxwaziyê gavan bavêje, ji bona bi dawî anina operasyonên
KCK Qanuna Dij Terorê bigore.
Em banga aşitîxwaz, hêzên demokrat, welatparêz û pêşverû
dikin, ku li ser xwesteka aşitî û diyalogê pêgir bin
û ji bona vê armancê zext li ser dewleta Tirk û PKK bikin.
Partiya me her usa banga PKK dike û jê dixwaze, ku bi kar
û çalakî û gotinên xwe ve bahane nede destê dewletên dagirker,
ku pê wan bahane êrîş bikine ser Kurdistana Başurê.
Divê ji bîr nekin, zêdetir kirina tund û tîjî kêşeyê
Kurd çareser nake, beravêjîya vê bi dawî anina tund û tîjî
rê li ber aşîtî û diyalogê vedike.
19 Cotmeh 2011
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
|