PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Partîya Sosyalîsta Kurdistan: “Divê Pêşîya Provokasyonê Bê Girtin!”

Partîya Sosyalist a Kurdistan li ser belavoka Komîta Demezrandina Partîya Welatparêzên Demokrat (PWD), ku  di hinek malperên Kurdî  da cî girtiye, daxuyanîyek bona çapamenîyê derxist û êrîşa li ser alîgirên PWD mehkum kir, ji KONGRA-GEL xwest, ku derbareyê êrîşê hanê agahdarî bide bîrûrayê û ji hemu rêxistin, partî, sazî û şexsîyêten Kurd xwast, ku bona pêşî lê girtina ajavegerîya dagirkerên Kurdistanê, bi hevra kar û xebat bikin. Daxuyanîya PSK bi vî awayî ye:

Ji bo Çapemenîyê

Divê Pêşîya Provokasyonê Bê Girtin!

Belavoka Komîta Demezrandina Partîya Welatparêzên Demokrat (PWD) di hinek malperên Kurdî da cî girtiye. Di belavokê da hatiye gotin, ku di 14’ê Tebaxê da, li Musulê, çekdarên KONGRA-GEL êrîş kirine ser hinek kes, ku ji KONGRA-GEL veqetiyane û di damezrandina PWD da cî digrin. Her usa hatiye gotin, ku yek ji êrîşkeran, ji alîyê Asayişa Musulê, bi birîndarî hatiye girtin.

KONGRA-GEL jî, heya niha, derbareyê vê êrîşê û belavoka PWD’ê tu agahdarî nedaye bo bîrûrayê.

KONGRA-GEL di wan rojên dawîyê da, gelek caran bêjeyên demokrasî, aşitî, çareserîya pirsgirêkan b rêka aşitîyê û hwd. bi kar tîne. Lê êrîşa hanê nişan dide, ku KONGRA-GEL di şopa PKK’ê da diçe.

Her weha êrîşa hanê dibe sedema aloztirbûna rewşa herêmê û li navçeyê zirufeka musaîd pêktine bona ajevegerîya dewleta dagirkerê Tirkîyê.

Partîya Sosyalîst a Kurdistan bi tundî êrîşa hanê mehkum dike û ji KONGRA-GEL dixwaze, ku bona pêşî lê girtina provokasyonan, derbareyê vê erîşê agadarîyê bide bîrûrayê, helwesta xwe derheqa kadrên xwe yên kevn da bigore, helwesteka demokratîk û hevdem nişan bide.

Partîya Sosyalîst a Kurdistan
19.08.04

 
 
PSK Bulten © 2004