PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Partîya Sosyalîsta Kurdistan: “Bona Çareser Kirina Pirsa Kurdî Bi Rêka Aşitîyê, Destê Xwe Bidin Hevdu”

Partîya Sosyalîsta Kurdistan, bona 1’ê Îlon Roja Aşitîyê a Navnetewî belavokek derxist û ji aşitîxwazên Kurd û Tirk xwast, ku bona çareser kirina pirsa Kurdî bi rêka aşitîyê, destê xwe bidin hevdu.

Di belavoka PSK’ê da, sîyaseta dewleta Tirk derbareyê Îraq û Kurdistana başurê, wekî sîyaseteka şerxwaz hatîye destnişan kirin.

Belavoka PSK bi vî awayî ye:

1’ê İlon Roja Aşîtîyê a Navnetewî

Bona Çareser Kirina Pirsa Kurdî Bi Rêka Aşitîyê, Destê Xwe Bidin Hevdu

Temahkarîya xudanên karxaneyên çeksazî û nokerên wan yên mîlîtarîst, kevneperest û nîjadperest, xeterekî mezin e li ser aşitîya cihanê. Îro jî, li gelek welatan da şer û pevçûn heye, sedemên wan jî vê temahkarîyê ye.

Îro gelek dirav bona çêkirina çekan tên xerç kirin. Ku meriv dikare bi diravên ji vê kêmtir, pêşîya nexweşî û birçitiyê li Afriqa û welatên paşdamayî yên dinê bigre. Dirav û serçaveyên malî, şuna bextewarîya civakê, bona kirîna çek, tank û firokeyên cengî tên xerç kirin.

Îcad, rê û olax û teknolocîyên nu, di çêkirina çekan da pirtir tê bi kar anîn. Çekên modern, ku berhema jêhatîya mirov e, xetereke mezin e li ser mirovahîyê.

Lê belê xebata aşitîxwazên cihanê jî her berdewam e, li hember xudanên karxaneyên çeksazî û nokerên wan...

Li Rojhilata Navîn şer û pevçûneka xurt heye di nava hezên aşitîxwaz û şerxwazan da. Sedemên vê şer û pevçûnê, paşvemayîyê, alozbûna aramî û aşîtîyê, desthilatdarên nijadperest û paşverûyen navçe ye. Ku îradeyê gelên heremê pêpes dikin, guhê xwe nadin xwestekên wan yên demokratîk.

Ev halwesta deshilatdarên navçeyê, her usa li ser aşitîya cihanê jî xeter e.

Yek ji sedemên alozî, şer û pêvçunan li Rojhilata Navîn, helwesta dewletên dagirkerên Kurdistan e. Dewletên dagirker bersiva xwestekên demokratîk û netewîyên gelê Kurd, bi kuştin û girtinê didin. 

Halwesta dij-demokrasî û dij-mirovî ya dewletên dagirker berdawam e. Û dagirkerên Kurdistanê, bona cî be cî kirina vê sîyasetê, ji bêdengîya bîrûrayê cihanê kelk verdigrin.

Dewletên dagirker ne tenê mafê Kurdan nadin, her usa gelek hewl didin, ku deskevtîyên kurdên Başûrê, ku berhema fîdekarî û xebata bê hempa ye,  têkdin.

Yek ji Wan dewletan, dewleta Tirkiyê a li ber derîyê Yekitîya Ewropî (YE) ye.

Dewleta Tirkiyê, ku beşa mezin a welatê me dagirkiriye, guhê xwe nade xwastekên aşitîxwaz. Hikumeta Partîya Dadî û Pêşveçûnê şuna ku bona çareserkirina pîrsa Kurdî gavên hîmlî bavêje, dixwaze bi çend qursên zimanê Kurdî û di hefteyê da niv saet weşana Kurdî di radyo û televîzyona resmî da, YE û bîrûrayê bixapîne.

Dewleta Tirkiyê, bona rûxandina Parlamento û hikumeta Kurdî, dixwaze ligel Suriyê û Îranê hevkarî çêke daku bi hevra êrîş bikin ser Kurdistana Başûrê. Bona vê yekê destê xwe direjî kar û barê navxweyî ya İraq’ê dike, bona têkdana aramî û aşîtîyê li Kurdistana Başûrê, provokasyonan çêdike. Ev yeka ji dibe sedema aloztirbûna rewşa İraq’ê û navçeyê.

Dewleta Tirk divê dev jê vê sîyaseta kîrêt berde, rêz li îrade û xwesteka Kurdên Başûrê bigre, destê xwe ji kar û barê navxweyî ya İraq’ê bikşine.

Hikumeta Tirkiyê divê guhê bide pêşnîyarên maqul yên derbareyê çareserkirina pirsa Kurdî, “dîvê dewleta Tirk dev jê sîyeseta nijadperest berde daku ev dibe sebeba şer û divê zirufeka demokratîk pêkbîne, daku gelê Kurd bikare çarenusî xwe bîgre destê xwe.”

Divê KONGRA-GEL biryara xwe derbareyê agirbes betal bike. Ji ber ku biryar di warê armancê xwe da nayê qebul kirin, li ser destketîyên Kurdistana Başûrê xeter e, hencet dide destê leşkerê Tirk daku xwe tekîlê kar û barê Kurdistana Başûrê bike, hencet dide destê “Devleta Veşartî”, ku dixwaze pêşîya, demokrasî û endametîya YE bigre.

Divê aşitîxwaz, soreşger, demokrat û pêşverûyên Tirk, welatparêz, demokrat û çepên Kurd, dijî êrîşa mîlîtarîst û şerxwazên dewleta Tirk, bona çareser kirina pirsa Kurdî bi rêka aşitîyê, destê xwe bidin hevdu. 

Bona parastina destkevtîyên Kurdistana Başûr, bona çareser kirina pirsa Kurdî bi rêka aşîtîyê, divê hevkarîya hêz, sazî, rêxistin û kesên welatparêz û demokratên Kurd pêkbe.   

Bi vesîleyê 1’ê İlon Roja Aşîtîyê a Navnetewî, em banga aşitixwaz, demokrat, pêşverû, çep yên Kurd û Tirk dikin, bona çareserkirina pirsa Kurdî destê xwe bidine hevdu.

30 Tebaxê Sala 2004

Partîya Sosyalista Kurdistan

 
 
PSK Bulten © 2004