Mafê Çaranus Mafê Me Yê Reva Ye
Mafê diyar kirina carenus, ku di gelek belge û peymanên Koma
Mîlletan û nevnetewiyên dinê da ci girtiye, mafekî serekî
ye.
Dewleta Tirk di destpêka damezrandinê da, mafê hanê ya Kurd
dagir kir.
Berhema siyaseta dewleta dagirkera Tirk a înkar û asîmîle
kirinê eşkere ye û tê zanin. Sedema şer û xwînrijandinê,
girtin û kuştinê, nefî kirina Kurdan û vîran kirina gund
û bajarokên Kurdistanê, dagirkirina mafên hanê ye ji aliyê
dewleta Tirk ve.
Zirara dagir kirina mafê hanê ne tenê li Kurdan bûn, dagir
kirina hanê her usa bûye astengek li pêşiya pêşveçûna
demokrasî, bûye sedema hindê, ku nan û parûyên karker û zahmetkeşan
sal bi sal piçuktir bin.
Ligel vê yêkê, hêzên nijadperest û mîlîtarîst û statuparêzan,
ku sud ji vê siyaseta dawlata dagirker verdigrin, dijî her
gavên ku ji bona demokrasî û çareser kirina pirsa Kurd têne
avêtinê, derdikevîn, dibine astengek li peşiya proseya
demokrasî û pêşveçûyinê.
Hêzên hanê di van rojên dawiyê da erîşeka tund kirin,
li ser kombunek, ku ji aliyê Kongreya Civata Demokratîk ji
bona “otonomiya demokratîk” li Diyarbekîrê hatiye çêkirinê.
Êrîşa hanê ya hêzên nijadperest û mîlîtaristan her usa
êrîşek e li ser mafê carenusa kurdan. Ji ber ku di kombûna
hanê da gengeşî li ser aşitî û çareser kirina pirsa
Kurd dihate kirinê.
Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK, ku ji bona çareser kirina
pirsa Kurd, xwazyarê damezrandina federasyonê li ser bingeha
wekheviyê ye, êrîşên hanê ya hêzên kevneperest û mîlîtarîst
mahkum dike.
PSK dijî vê êrîşê piştgiriya Kongreya Civata Demokratîk
dike û ji hêzên aşitîxwaz, demokrat û welatparêz daxwaz
dike dijî êrîşa hanê dengê xwe bilind bikin.
Halwest û axaftina berpirsên Partiya Dadî û Pêşveçûnê
(AKP) derbareyê kombûna hanê ne tenê di xizmeta proseya demokrasî
û guhartinê da nîne, her usa dibite alîkariyek bona xurt bûna
hêzên nijadperest, mîlîtarîst û statukoparêzan.
PSK, halwesta hanê ya AKP û hikumeta wê mehkum dike û jê
dixwaze ku dev jê halwesta hanê berdin, pêş hilbijartina
giştiyê, bona demokrasî û çareser kirina pirsa Kurd gavan
bavêjin.
Bûyer û peşhatiyên, ku heya îro qewimine, nişan
didin ku Kurd li ser mafê çarenus pêgir e. Kurd şiveyê
wê çawa dibe bila be, bi şikle demazrandina dewleta serbixwe,
an federasyon an jî otonomî be, dixwazin qederê xwe bi xwe
destnişan bikin.
Berhema dagir kirina mafê hanê diyar e, tê zaninê.
Eger dixwazin bûyer û pêşhatiyan dubare nebin, divê
karbidestên dewleta Tirk bala xwe bidine bîr û bawerî û pêşniyarên
Kurdan û bona çareser kirina pirsa kurd bi rêka dan û standin
û demokrasiyê gavan bavêjin.
21.12. 2010
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
|