Bona Bîrûrayê
Çend roj berê niha nunerên Komîteyên Partiya Sosyalîst a
Kurdistan yên derweyê welat hatin ba hev û Kongra xwe çêkirin.
Di Kongra da, behs li ser rewşa siyasiya Tirkiyê û Kurdistana
Bakûr û kar û xebatên dema çûyî hat kirin. Her usa Kongre
bernameya kar a dehatiyê destnişan kir û biryar da, ku
belavoka jêrê pêşkeşê bîrûrayê bike.
Ofîsa Çapemenî ya PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
PSK: Ji bona Destura Nû, Demokrasî, Guhartin,
Azadî û Aşitiyê Destê Xwe Bidine Hev
Hêzên demokrat, çep û welatparêzan, piştgiriya li gavên,
ku ji aliyê Partiya Dad û Pêşveçûnê (AK Partî), ji bona
demokrasî, çareser kirina pirsa Kurd û di proseya endametiya
Yekitiya Ewropa (YE) hatiye avêtin, kirin. Hêzên hanê her
usa di rapirsiya guhartina desturê da, ku di 12’ê Îlona sala
2010’an da hatiye kirin, dengê erênî dan û bûne pişikdarê
serketina rapirsiyê.
Lê belê Hikumeta AK Partî, bi gor piştgiriya gel, ku
di rapirsiyê da nişan dabû, tevnagere. Şuna ku ber
bi guhartin û demokrasiyê gavên micîd bavêje, roj bi roj zimanê
nasyonalîsmê û dewletê ya resmî bi kar tîne. Halwest û gotina
Erdoxan û hevalên wî derbareyê “perwerde bi zimanê Kurdî”
û “jiyana duzimanî” nişana vê yêkê ne. Û AK Partî dixwaze
dengê xwe di hlbijartina dahatî da zêde bike, lewma halwesta
hanê ya ne rast û maqul digre.
Bi gor bîr û hizra Kongra me, halwesta hanê, berê herkesî
bona AK Partî zîrarbexş e. Kongra me banga AK Partî dike,
ku di proseya demokrasî, guhartin û YE da pêgîr be, ji bona
çareser kirina pirsa Kurd gavên micîd bavêje û ligel terefên
kêşeyê bide û bistîne.
Bê guman guhartina qismî ya Desturê di encama rapirsiya 12’ê
Îlonê, girîng e. Lê belê ji bona çareser kirina pirsên bingehîn
yên Tirkiyê ne bes e. Ji bona çareser kirina pirsên hanê destureka
nû pêwîst e û divê destura nû bibe parezvanê gel, ne dewletê.
Destura nû, şuna ku mafan, gelên Tirkiyê û mafên wan
yên netewî û olî înkar bike, divê bibe desteberê wan.
Bi gor bîr û hizra Kongra me, yekdengiya hêzên Kurdistanî
di warê destura nû da gelek girîng e. Kongra me banga hêzên
Kurdistanî û aşitixwaz û demokrat û çep dike, ku ji bona
destura nu û hevdem destê xwe bidine hevdu.
Proseya hilbijartina dijwar û sext li benda Tirkiyê û Kurdistanê
ye. Bê guman gelek asteng li ber hêzên Kurd û zahmetkeşan
hene, ku dibine sedema hendê, ku nunerên wan di meclîsê da
ci negrin. Lê ligel ve yêkê jî proseya hilbijartin delîveyekî
baş û guncav e ji bona nasandin û pêşkeş kirina
daxwazên me yên reva û demokratîk. Ji bona vê yêkê jî divê
Kurd beşdarê hilbijartinê bibe.
Bi gor bîr û hizra Kongra me rola hilbijartin di proseya
demokrasî û damezrandina civateka sîvîl da girîng û mezin
e.
Ji bona ku proseya hilbijartinê di riya xwe ya asayî da bimeşe,
Kongra me;
Ji dewletê dixwaze dest bi operasyona leşkerî neke;
Ji PKK dixwaze, ku li ser biryara xwe ya agirbesê berdewam
be;
Ji partî û rexistinên siyasiyên Kurd dixwaze, ku bi hevra
beşdarê hilbijartinê bibin û di proseya hevkariyê da
berjewendiya gelê Kurd li ber çav bigrin, ne berjevendiya
teng a partî û rexistinên xwe..
Yek ji sutuna nasnameyê netewî ziman e. Dewleta dagirkera
Tirk, ku vê rastiyê dizane, asîmîlasyonê kiriye bingeha siyaseta
xwe. Rast e, AK Partî di warê zimanê da hinek gavan avêtiye,
lê belê siyaseta dewletê ya asîmîle kirina gelan her bedewam
e.
Bi gor bîr û hizra Kongra me berxwedan li hember siyaseta
asîmîle kirinê pîroz û reva ye. Kongra me banga hêzên siyasî
û komel û rêxistinên demokratîk yên Kurdistanê dike, ku bona
parastina çand û zimanê Kurdî, bona bi dest xistina mafê perwerde
bi zimanê Kurdî destê xwe bidine hevdu, bi hevra kar û xebatê
bikin.
Kurdên diyasporayê bi gelek kêşeyên siyasî, çandî, civakî
û aboriye ve rû be rû ne. Kar û xebata rêxistinên Kurdên diyasporayê
bona çareser kirina pirsên hanê ne bes e. Ji bona çareseriyê
divê rêxistinên Kurd bi şiveyê serdemî û pêkve kar bikin.
Kongra me, ku ji hêza Kurdên diyaspora yê rêkxistî agadar
e, banga sazî û komelên Kurdên diyaspora dike, ku bona çareser
kirina kêşe û alikariya bêtir bo xebata azadiyê, lobiyeka
xurt a Kurd pêkbînin.
Çileyê Paşîn a sala 2011
Komîta Derwayê Welat a
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan
|