Dengê Xwe Bide Namzetên Aşitîxwaz,
Azadîxwaz û Demokrat
Gelê Kurdê Xweragir û Gernas,
Bona pûç kirina siyaseta fermî a dewletê, ku dixwaze rêka
xebata parlamenterî bi ser me da bigre û ji bona ve armanca
kirêt qanun derdixe û ajave digerine, di 12’ê Hezîranê sala
2011’an da here ser sandoqa dangdanê. Bi dengê xwe ve nişan
bide, ku xwazyarê aşitî, demokrasî, azadî û wekhevî yî
û dixwazi kêşeyê Kurd bi rêka diyalog were çareser kirinê.
- Ji bona amade kirina destureka
nu, ku têda hebûn, maf û azadiyên netewî û demokratîk a Kurdan
û pêkhatiyên din yên netewî û olî were desteber kirinê,
- Ji bona bi kar anina zimanê
Kurdî di hemu qonaxên perwerdeyî û jiyana siyasî û civakiyê
da,
- Ji bona, ku Kurdan bikaribin
bi nasnama xwe rêkbixin û bi rêka rêxistina xwe ve bêşdarî
jiyana siyasî, îdarî û çandî bibin,
- Ji bona jêk belav kirina
hemu saziyên mîlîtarîst wek JİTEM û çaşitî;
- Ji bona hilanina rejeyê
hilbijartin û astengên dinê, ku nahêlin Kurdan û çepan bêşdarî
kar û barên Meclîsê bibin;
— Ji bona eşkere kirina
qatilan, ku di “Cinayetên Qisas Ne Diyar ” da bêşdar
bûne û girtin û siza dana wan;
— Ji bona derxistina lêborina
siyasiya be qeyd û şert, daku rewşa girjiyê aram
be,
— Ji bona mafên xwe rêkxistinê
bê qeyd û şart ji bona hemu zahmetkeşan û baştir
kirina rewşa kar kirinê bi gor prensibên Rêxistina Kar
Kirinê ya Navnetewî (ILO),
— Ji bona hilanina tund û
tijiyê li ser jin û zarokan û parastina wan ji tund û tijiyê;
— Jı bona desteber kırına
mafê rêkxistinê bo hemu kesan;
— Ji bona kûrbûn û berdewamiya
proseya demokrasî û guhertinê,
— Ji bona ci be ci kirina
mercên Yêkitiya Ewropa bona endametî di vê yêkitiyê da;
— Bi kurtî ji bona çareser
kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û pêşketina pevajoya
guhertin û demokrasiyê dengê xwe bide berandamên welatparêz,
pêşverû, demokrat û sosyalîst.
Azadîxwazan, aşitixwazan,
Bawermendan,
Zahmetkeşan;
Yên ku ji ber nasnama xwe zilm û teda dibînin,
Di pevajoya hilbijartinê da xwazyarê daxwazên xwe yên aşitî
û azadî bin,
Yêkitiya tevgera welatparêz a Kurd daxwaz bikin,
Bi dengê xwe va nişan bidin, ku xwazyarê hevxebata hêzên
aşitixwaz, pêşverû û bizava welatparêz a Kurd in.
Ji ber ku gihiştin bi armancên xwe, çareser kirina pirsa
Kurd li ser bingeha wekhevî û ava kirina sîstemeka demokratik,
girêdayiya vê yêkitiyê ye.
26ê Gulana 2011
Partîya Soyalîst a Kurdistan
|