Hikumeta Tirkiyê Divê Guhê Xwe Bide Daxwazên
Rewa
Daxwazên çalakiyên demokrat û aşitîxwazên ku ji aliyê
Partiya Aşitî û Demokrasî (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk
(DTK) ve hatiye amadekirin û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
û Partiya Beşdariya Demokratîk (KADEP) piştgirî
lê dikin, daxwazên rewa û maqûl in.
Daxwazên hanê her usa jî daxwazên Partiya me ne. Partiya
me bi salan e cî be cî kirina wan kar û xebat dike.
Bê guman cî be cî kirina daxwazên hanê, proseya guhartin
û demokrasî li Tirkiyê bi hêztir, rê li ber çareserkirina
pirsa Kurdî bi rêka dan û standinê ve xweştir dikin.
Bûyer û pêşhatiyên Afriqaya Bakûr û Rojhilata Navîn
nîşan didin ku zilm û zordarî, tund û tijiya rejimên
dîktatorên navçeyê, nikarin pêşiya xebata azadî, demokrasî
û guhartinxwazên gelan bigrin.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdoxan, ku ji dîktatorên navçe dixwaze
guhê xwe bidine daxwazên gel û tund û tijî bi kar neynin,
divê bi xwe jî guh bide daxwazên Kurdan û pêşiya tund
û tijiya hêzên ewlekari yê Tirkiyê bigre, da ku êrîş
li ser çalakiyên aşitiyane nekin.
Hikumeta Partiya Dadî û Pêşveçûnê (AK Partî), ku di
warê guhartin û demokrasiyê da karên hêja kiriye, nabe çarenivîsa
“proseya vekirinê” qurbanê bi dest xistina çend hezar dengan
bike. Hikumeta AK Partî divê guhê xwe bide daxwazên çalakiyên
demokratîk û aşitiyane û bona cî be cî kirina wan gavên
pêwist bavêje.
BDP ve DTK çalakiyên hanê bi tenê amade kirine. Ku gor bîr
û baweriya me ev yêka hanê kemasiyeke mezin e.
Partiya me piştgiriya çalakiyên hanê yên aşitîxwaz
û sîvîl û daxwazên wan dike.
PSK banga çalakvanan dike, ku bona pêşî lê girtina ajavegeriyê,
li ser çalakiya aşitîxwaz û sîvîl pêgîr bin.
Partiya me banga hêzên welatparêzên Kurdistan, hêzên aşitixwaz
û demokratan dike ku:
Bona bi dest xistina mafê perwerde bi zimanê zikmakî;
Bona sekinandina çalakiyên leşkerî û derxistina lêborîna
giştî ya bê qeyd û şert;
Bona belavkirina sîstema caşitî û saziyên militarîst,
ku li Kurdistana Bakur kar dikin;
Bona eşkerekirina “cînayetên qisas ne diyar” û bi siza
gihandina tawanbarên wan cînayetan;
Bona amade kirina destûreke nû, ku pir netewî û pir oliya
Tirkiyê nîşan bide û bibe zaminê mafên netewî û olî,
Bona bi dest xistina armancên hevbeş yên vî rengî, bi
hevre kar û xebat bikin, li ser çalakiya aşitiyane pêgîr
bin.
28’ê Adara sala 2011
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
|