Kêşe
Navxweyî Ye, Divê Çareserî jî Di Hundir Da Be
Piştî hilbijartina
12’ê Xeziranê, operasyonên leşkeriya erteşa Tirk
û çalakiyên çekdarî yên PKK roj bi roj zêde bûn û ev yêka
hanê jî bû sedema qirjî û tevlihevî û carekî dinê Tirkiyê
û Kurdistana Bakur rastî binbesta tund û tijiyê hatin. Axaftin
û halwesta tund û gef xwarina Serokwezîrê Tirkiyê Erdoxan
û hevalên wî, ligel axaftin û ragihandina berpirsên PKK
yên, ku ne di xizmeta danûstandin û aşitiyê da ne,
bûne sedema hêviya aşitî di nava civat da lawaz be.
Hikumeta AK Partî, şuna
ku ji bona aram kirina rewşa aloz, karên usa dike,
ku dilê faşîst û nijadperestên Tirk pê şadibin.
Hikumeta AK Partî bi firokeyên cengî va êrîş dike ser
Qendil, ku Serokê Partiya Bizava Nasyonalîst-MHP Dewlet
Bahçeliya faşîst û nijadperest jî pêşniyarê vê
yêkê kiribû. AK Partî her usa amadekarî ji bona girtina
kesên sîvîl, berpîrsên partiyên siyasî û komelên civakî
dike, ku kesên han xudêgiravî “alîkariya PKK” dikin.
Hikumeta AK Partî, berbi
siyasetê ku li ser tund û tijiyê hatiye damezrandin û heya
niha encamên baş nedaye, diçe. Hikumeta AK Partî bi
binpê kirina tixuban û êrîş dike ser Herêma Kurdistan
û bi vî awayî aramiya navçeyê dixe bin xeterê.
Divê hikumeta AK Partî
ji siyaseta çewt, ku çareseriyê li derwayê welat digere
û dibe sedema pirtir bûna aloziyê, vegere. Êrişên xwe
yên li ser Herêma Kurdistanê, ku bandoreka xirap li ser
pêyvendiyên baş a Tirkiyê û Herêma Kurdistanê datine,
bide sekinandinê. Kêşeyê Kurd kêşeyekî navxweyî
ye û dive çareserî jî navxweyî be.
Em êrişên firokeyên
cengiya Tirk ser Qendilê mehkum dikin û bang li hikumeta
AK Partî dikin, ku dev jê siyaseta hanê ya çewt berde, berpirsiyariya
xwe bizane, pêşiya operasyonên leşkerî bigre,
bona rê xweş kirina çareseriya pirsa Kurd bi rêka diyalogê
gavên micîd û nû bavêje.
Tevgera demokratîk û
netewiya Kurdistan gihiştiye qanaxek, ku di vê qonaxê
da êdî tû senger nîne, ku berhema xebata çekdarî be.
Partiya me banga PKK
dike, ku vê rastiyê bibine û çalakiya çekdariyên xwe, ku
zirar digîhine hewla aşitî û diyalogê, bide sekinandin
û li ser biryara xwe ya agirbesê bimine.
Hêzên aşitixwaz
û komelên sîvîl û ronakbirên Tirk û Kurd ne tenê banga aşitiyê
li PKK bikin, her usa divê bi hevra fîşar li ser PKK
bikin, ku çalakiyên xwe yên çekdarî bide sekinandinê.
Partiya me banga hêzên
aşitî û azadixwaz û demokratên Tirkiyê û Kurdistana
Bakurê dike, ku dengê xwe dijî siyaseta tund û tijiyê AK
Partî bilind bikin, bi hevra zext li ser hikumetê bikin,
daku ji bona rê xweş kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê
gavan bavêje.
18 Tebax 2011
Partiya Sosyalîst a Kurdistan