PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Beyana PSK
Kuştina Hîkmet Fîdan Kuştina Pirrengî û Pirdengî ye

Berpirsê Tirkiyê û Kurdistana Bakur ya Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD û Cîgîrê Serokê HADEP’ê Hîkmet Fîdan, li Amadê hat kuştin. Ji bo vê bûyera xirab, em jî wekî hemû welatparêzan xemgîn bûn.

Şîweya kuştina Hîkmet Fîdan, cînayetên dewleta Tirk tîne bîra mirovan, ku bi destê rêxistin û nokerên xwe wekî JÎTEM, Kontrgerîlla û Hizbullahê bi cî tîne.

Digel vê yekê, di van rojên dawiyê da, gotina Kongra Gel-PKK derbareyê PWD û hezên din yên Kurdistanê, li ba xalkê guman peyda kiriye, ku Hikmet Fîdan bi destê vê rêxistinê hatiye kuştinê. Her usa helwest û gotina Kongra Gel-PKK derheqa rêxistinên Kurd yên bilî ji xwe, helûmerceke weha pêkaniye, ku dewleta dagirker bi saziyên kurdkujê xwe wekî JÎTEM, Kontgerîlla û hwd. bi hesayî û bi gor dilê xwe hespê xwe bajo.

Piştî kuştina Hîkmet Fîdan, PWD belavokek derxist û got ku Serokê Komîta Karger a Kongra Gel Murat Karayilan gef li Hîkmet Fîdan xwariye û kuştina wî ji aliyê serokên PKK va hatiye organîzekirinê.

Kongra Gel-PKK heya îro derbareyê gotina PWD tiştek negotiye û çapemeniya PKK jî gelek kêm bahsa kuştina Hîkmet Fîdanê kir. Ku ev yeka jî îddiayê PWD bi hêztir dike. Herweha PKK ji roja damezrandinê heya îro, zext û êrîşeke  bê perva li ser muxalefeta navxweyî û rêxistinên dinê yên Kurdistanê kiriye. Li seransarê Kurdistanê û dervayî welat xwîna bi sedan û bi hezaran kesên welatparêz rijandiye. Ku li Kurdistana Başûr, di van mehên dawi da, Sîpan Rojhilat û Kemalê Sor ku hatin kuştin, ew jî qurbanên vê siyasetê ne. Nûçeyên, ku di rojnameyên Başûr da belav bûne û belgeyên dadigehê nişanên vê rastiyê ne.

Abdullah Ocalan bi rêka parezvanên xwe ferman da û got, ku “bibine wek tofan û bobelîsk li ser yên ku cûda bûne.” Herwaha Karayilan bi eşkere got ku, “em rê nadin proje û hewlên dinê, ku dixwazin bibin bedêla (alternatîfa) Ocalan.”  Axaftina Cemîl Bayik jî di civînekê da ne tenê qatilan destnişan dike, her usa dide xuya kirinê, ku PKK di gotina xwe yên li ser aşitî û diyaloga Kurdan samîmî nîne. Cemîl Bayik, ku yek ji rêvabirên Kongra Gel-PKK ye,  gotibû “eger em xayinan (mebesta wî PWD ye) ji holê ranekin, ewê me ji holê rakin.”

Bûyerên dawî careke dîn nişan dide, Kongra Gel-PKK, ku  bona “aşitî” û “azadiya Ocalan” dev jê hemû daxwazên netewî berdaye, amade nîne ligel welatparêzên bilî ji xwe li hev were.

Kuştina Hîkmet Fîdan kuştina pirrengî û pirdengî ye.

Bona ku Hîkmet Fîdanên dinê êdî neyêne kuştinê, welatparêzên ku çi di nav refên PKK’ê da cî girtine û çi yên li dervayî wê, divê dengê xwe bilind bikin û bona pêşîlêgirtina êrîşên hanê helwesta yekgîrtî bigrin.

Em kuştina Hîkmet Fîdan mehkûm dikin û serxweşi dixwazin ji bo PWD û malbata wî.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
8 Tirmeh, 2005

 

 
 
PSK Bulten © 2005