PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ji bo bîrûraya giştî

Dijî planên kîrêt dengê xwe bilindke!

Li Îzmîr-Tirkîyê- bajarokê Kuşadasî, di trompelek da bombeyek taqiya û bû sedemê kuştina 5 kesan û birîndar bûna gelek kesên dinê. Di nava mirî û birîndaran da biyanî jî hene.

Hinek karbidestên dewletê û rojnama û televîzyonên Tirk îddia kirin ku karê terorîstiya hanê ji aliyê “cudayîxwazan” hatiye çêkirin.

Wateya (maneya) bêjeya “cudayîxwaz” li ba dewletê eşkere ye. Dewleta dagirkera Tirk her tim daxwazên netewî û demokratîk ên Kurd wekî “cudayîxwazî” nîşan da û niha jî dide.

Lê belê, nasnameya siyasî û netewi ya kesên ku karê terorîsti ya hanê çê kırıne, çi dibe bila bibe, bê guman di pişt perdeya vî karî da dewleta kur ya Tirk heye, ku bi rastî di vî warî da gelek pispor e, xwedî tecrubeyeke mezin e. 

Bûyera hanê, di serdemek han da rû da, ku li Tirkiyê, li ser Kerkukê gelk tê axaftin. Qaşo li ser Tirkmenan zilm û zordariya Kurdan pir bûye, Kurd dixwazin demografîya Kerkukê bigorin. Di serdemek han da rû da, ku Serokerkanê Leşkerê Tirk dubare, sêbare dikirin û digotin: ”Terorîst û teqemenîyên C-4 ji Şimalê Îraqê tên.”  Serokwezîrê Tirkiyê eşkere kir û got ku “eger pewîst be, emê êrîş bikin ser Kurdistana Başur.”

Karbidestên dewleta Tirk bi van gotinên xwe, dixwazin di warê navnetewî da nişan bidin ku hebûna PKK li “Şimalê Iraqê” bona aramî û asayişa Tirkiyê xeter e. Dewleta Tirk her usa dixwaze bîrûrayê naxweyî û derveyî amade bike, bona êrîşa xwe ya ser Kurdistana Başûr. Û gava êrîş kir, dengê bîrûraya navnetewî dernekeve.

Armanceke dinê ya dewleta Tirk jî ev e, dijminahiya ku dijî maf û azadiyên gelê Kûrd dı nav refên gelê Tırk da  heye, xurttir û qehîmtir bike.

Lê belê bûyer û rûdavên pêşî nişan dan û didin, ku êrîşkirin li ser Kurdistana Başûr bi bahaneya PKK, pirsa Kurdî çareser nake. Beravejî aloztir û tevlihevtir dike.

Ji ber vê yekê divê hêzên şoreşger, demokrat, welatparêz û aşitîxwaz dijî planên Tirkiyê dı derheqa Kurdistana Başur da dengê xwe bilind bikin, bona pûçkirina planên hanê mil bidine hevdu.

Em bûyera terorîstî ya hanê mehkum dikin û serxweşî dixwazin ji bo malbatên qurbanên vê karê kîret.

18 Tîrmeh-2005
PSK- Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 

 
 
PSK Bulten © 2005