PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Partiya Sosyalîsta Kurdistan: “Em bo Hevkariyê Amade Ne”

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, li ser destnişan kirina tarixa guftogoyê Yekîtiya Ewropa ligel Tirkiyê,  daxuyaniyek derxist û ji hêzên welatparêzên Kurd xwest, ku di pêvajoya guftogoyê da kar û xebatê hevbeş bikin.

Daxuyaniya PSK bi vî awayî ye:

DAXUYANÎ

Paş niqaş kirina dûr û dîrêj Yekitiya Ewropa (YE), tarîxa guftogoyê ligel Tirkiyê bona tam endametiyê destnişan kir.

Destnişan kirina tarîxa guftogoyê ne tenê rêya hêzên demokrat xweştir kiriye, her usa erkên nu daniye pêşiya wan.

Li Tirkiyê, bona destnişan kirina tarîxa guftogoyê gelek guhartinên qanûnî hate çêkirin, lê belê guhartinên hanê ne hatin cî be cî kirin û ev yeka jî bona tam endametiyê qîm nake, ne bes e. Bona tam endametiyê, divê sazumanekê demokratîk bê ava kirin, rêza mafê mirov û kemnetevan were girtin.

Bona vê yekê divê hikumeta Partiya Dadî û Pêşketinê (PDP) dev jê xapandinê, dek û dubarayê berde, guhartinên qanuniyê bi cî bike.

Li Tirkiyê, pirsa Kurdî pirseka serekî ye û tesira xwe li ser pirsgirêkên dinê jî datine. Bona vê jî eger Tirkiyê dixwaze bibe welateka hevdem û endamê YE, divê pirsa Kurdî çareser bike.

Avakirina sîstemeka demokratik li ser rêzgirtina mafê mirov û kemnetevan, mercekî serekî ye bona tam endametiyê. Hikumeta Tirkiyê ne tenê ji bo ava kirina sîstemeka weha, her usa bona çareser kirina pirsa Kurd jî divê gavan bavêje.

Çareser kirina Pirsa Kurd ji bingehê, bi nasandina mafên, ku di peymanên navnetewî da ci girtine, mimkun e.  Divê hikumeta PDP bona cî be cî kirina daxwazên jêrî kar bike daku him rêya çareser kirina pirsa Kurd xweş ke, him jî tam endametiyê hêsantir bibe.

- İtîraf kirina hebûna Kurdan û desteber kirinê di qanuna esasiyê da,  

- Divê astengên li ber pêşiya çapemî û pêşketîna ziman û çanda Kurdî bê hilanin, 

- Di hemu qonaxên perwerdeyî da, bi zimanê Kurdî bê xwendin û nivisandin,

- Divê lêborîneka giştî bê îlan kirin,

- Hemû astengên, ku pêşiya ava kirina partiyên Kurd digrin, divê bê hilanin, divê hemû partiyên Kurd bi serbestî kar u xebat bikin,

-  Kurdên, ku ji warê bav û kalan hatine derxistin, divê vegerine ser axa xwe û zirarê wan bêne tazmin kirin,

- Divê dewlet destê xwe ji diyanetê bikşine, Alevî, Êzidî, Xaçparêz bê qeyd û şert, bi serbestî orf û arafata oliyên xwe bi cî binin.

Partiya me amade ye piştgiriya hikumetê bike, ger ew cî be cî kirina daxwazên jorî hewl bide.

Em banga hêzên demokrat û aşitîxwazên Tirk dikin, ku bona cîgir bûna demokrasî û çareser kirina pirsa Kurdî, bi hevra kar û xebat bikin.

Di pêvajoya guftofoyê YE û Tirkiyê da, rola xebatên legal û rêxistinên legal zêde dibe. Bê guman xebata legal a Kurd jî, ku dewlete heya niha pêşiya vê xebatê girtiye, giringtir dibe.

Em banga hezên welatparêz yên Kurd dikin û dibêjin, ku “bona pêkanîna rêxistin û dezgeyên legal li ser bingeha welatparêzî û demokratiyê, werin em destê xwe bidin hevdu. Werîn em bi dest anîna mafên xwe yên netewî û demokratîk bi hevra kar û xebatê bikin.”

Partiya me wekî berê , îro jî amade ye ligel hêzên welatparêz hevkarî bike.

18.12.2004

Partiya Sosyalîsta Kurdistan

 
 
PSK Bulten © 2004