Konferansa PSK ya 4. û
Beyana Dawî
Konferansa 4. ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan li Derwelat
di serê vê mehê da (Çileyê Pêşîn 2002) kombû. Civînê
sê rojan ajot, pirsên rojevê hatin qisekirin, biryar hatin
girtin û beyaneke dawî hate weşandin.
Konferansa Pêşîn ya PSK di payîza sala 1989 kom bûbû.
Hingê di tevgara sosyalîst a dinyayê da guhartinên mezin çêdibûn.
Konferansa Duwemîn di Gulana sala 1992 da çêbû û berî Kongra
3. li ser guhartinên bernama partîyê û yên îdeolojîk sekinî.
Konferansa Sêwemîn jî di Çirîya Paşîn a sala 1994 da
çêbû.
Ev hersê konferans jî di demên mihîm da çêbûn, li ser guhartinên
sîyasî yên mihîm sekinîn, sîyaseta partîyê teze û zelal kirin
û bi vî awayî di jîyana partîyê da roleke baş lîstin.
Ev konferansa dawî ya 4. jî dîsa di demeke hanê da çêbû ku
li dinyayê û li welat guhartinên gelek mezin cî digrin. Di
rojeva Konferansê da ew êrîşa 11 İlonê ya sala par
li ser Bircên Cêwî yên New Yorkê û guhartinên piştî wê,
Rewşa teze li Kurdistanê û İraqê, Pêvendîyên Tirkîyê
bi Yekitîya Ewrûpa ra û kar û xebata partîya me di van sê
salên dawî da hebûn.
Konferansê li ser van babetan û li ser sîyaseta partîya me
di derheqa wan da sekinî, sîyaseta partîyê rast dît û beyaneke
dawî derxist. Beyan di rûpela înternetê ya PSK da bi Tirkî
cî girtîye. Her usa jî bi zmanên Almanî û İngilîzî jî
wê derkeve. Me, her usa jî, hin beşên beyanê vegerande
Kurmancî ji bo xwendevanên me yên ku bi Tirkî nizanin. Di
beyanê da usa tê gotin:
Terorîstî xirab e lê berxwedanên dijî zulmê û şerên
rizgarîyê heq in.
Di beyanê da tê gotin ku, “PSK, bi çi armancî û bi destê
kê dibe bila bibe, kiryarên terorîstî mehkûm dike, ku zirarê
didine jîyana mirovên masûm. Her usa jî divê mirov kiryarên
terorîstî û berxwedana dijî zulmê û şerên rizgarîyê wek
hev nîşan nede.
Terorîstî ne tenê berhemê hin rêxistinan e ku zor û şîddet
ji xwe ra wek rê olaxê esasî hilbijartine û ji bo ku bighîjine
armanca xwe her tiştî meşrû dibînin. Di dinyayê
da gelek dewlet jî, ji bo parastina dezgeyê xwe yê neheq,
ji bo zêrandin û statukoyê, her texlît zor û zulmê ji xwe
ra heq dibînin û metodên terorîstî bi kar tînin. Di dema borî
da evtişt gelek çêbûye û hîn jî dibe. Heya tiştê
ku dibe sebep, kesan û rêxistinan dike rîya terorîstîyê jî
ev zulm û neheqîya dewletan bi xwe ye.
Sîstema heyî li dinyayê gor dadîyê nameşe. Yên xurt
ya xwe dikin û vê yekê ji xwe ra wek heq dibînin. Di warê
navnetewî da kar û xebateke baş tune ku çare ji feqîrî,
birçîtî, nezanî û nexweşîyan ra bibîne û pêşî li
felaketên mezin wek xelayîyê bigre. Li gelek cîyê dinyayê
sazûmanên zordest û kesên dîktator gor kêfa dilê xwe mafên
mirovan û gelan pêpes dikin û ji vê yekê ra ne Rêxistina Milletên
Yekbûyî (UNO), ne jî rêxistinên dinê yên navnetewî dengekî
xurt derdixin. Rewşa milletê Kurd bi çil mîlyon nifûs
li ber çavan e, ku welatê xwe hatîye parçekirin û dagirtin
û ji hemû mafên netewî û mirovî bêpar e. Dagirker li ser me
zulmeke bêperwa bi rêva dibin û dixwazin me wek milletekî
ji rûyê alemê winda bikin.
Divê ji bîra kesî neçe ku, El Qaîde û gelek rêxistinên wek
wê jî, ku îro di welatên İslamî da peyda bûne û xirabîyê
dikin, ew jî dîsa berhemê wan dewletan in, ku xwestin bi destê
wan şerê sîstema sosyalîst bikin û wan li van welatan
dijî hêzên çep û demokratîk bi kar bînin.
Ger mirov dixwaze li vê dinyayê pêşîya terorîstîyê bigre,
rîya wê ne ev e ku derkeve nêçîra kelmêşan di gol û hezazan
da. Divê hezaz bêne zuwakirin. Hezaz jî ew dezgeyê zulm û
zêrandinê ye ku berî herkesî bi destê dewletên xurt û bêperwa
bi rêva diçe. Di vê Sedsala 21 da jî hîn li dinyayê di pêvendîyên
navnetewî da bêdadî, egoîstî û neheqî gelek xurt e.
Dinya hewcedarê dezgeyeke teze ye
Dinya bi rastî jî hewcadarê dezgeyekî teze ye. Lê ew dezge
divê ne gor kêfa xurtan be, divê di xizmeta mirovetîyê da
be. Divê dewletên mezin ji bo zêdetir çek û rext kar û xebat
nekin, lê xwe bidin ber karê nehiştina feqîrî, bettalî
û nezanîyê li dinyayê, pêşî li nexweşîyan û felaketên
wek lehî û xelayîyê bigrin, alîkarê xelk û milletên muhtac
bin, ji bo xweşî û rehetîya hemû mirovetîyê xwe biwestînin.
Ne tenê sazûmana Saddam, lê divê hemû dewlet xwe ji sîlahan
paqij bikin.
Ne tenê dijî Saddam, divê dijî hemû zordestan bê derketin.
Perê ku diçe ji bo çekên Kîmyewî, bayolojîk û nuklerî, perê
ku diçe tank û topan û balafir û fuzeyên şer, bila ji
bo çareserkirina pirsgirêkên bi sedmîlyaran kesê muhtac li
dinyayê, ji bo projeyên aborî û civakî bêne xerckirin.
Di dinyaya me da şer û dijayetî bi vî şiklî dighê
dawî û aşitî ava dibe. Hingê globalîzm bi ser dikeve,
dinya ji bo herkesî xweş dibe, dibe mala hemû mirovan.
Li İraqê bila sazûmaneke demokrat û federal avabe.
Konferansê, hazirîya Dewleta Yekbûyî yê Amêrîka (DYA) ji
bo êrîşekê bibe ser İraqê da ber çavê xwe û tesîra
wê bi taybetî li ser Kurdistana Başûr çi be, li ser sekinî.
Li İraqê sazûmana Baasî di bin serokatîya Saddam Husên
da bi salan e sîyaseteke şovîn û êrîşger bi rêva
dibe. Saddam bi salan heq û azadîyên Kurdan nas nekir û bo
pelixandina berxwedana Kurdan şer kir, Kurdistan ser
û bin kir, hilweşand, heya çekê kîmyewî bi kar anî û
gelê me qir kir û sirgûn kir. Piştî wê dijî İranê
şer derxist û heyşt salan şer kir, Piştî
wê jî Kuweyt dagir kir û bû sebebê Şerê Kendavê. Ji kiryarên
vê sazûmana har û hov zirara herî mezin gelên İraqê,
Kurdan û Ereban û yên dinê dîtin.
Bona vê yekê, ruxandina vê sazûmana hov gelek baş dibe.
Divê ew biçe û li cî sazîyeke demokrat û federal avabe. Divê
berpirsîyarên vê sazûmana hov, Saddam û yên dinê, hisêbê kiryarên
xwe bidin. Heya ev kar gelek dereng maye û divîyabû zûva bibe.
Partîya me bo vê yekê piştgirîya muxalefeta İraqê
û hêzên navnetewî dike, ku ev armanc dane pêş xwe.
Lê di mesela şer da hin tirs û xem jî heye. Bi taybetî
xelkê sîwîl û bêgune yê İraqê û xelkê Kurdistanê dikare
zirareke mezin bibîne. Tirkîye jî ji nuha va xwe hazir dike
ku bi leşkerê xwe bikeve Kurdistana Başûr û dagre.
Dibêje “Ezê pêşî li avabûna dewleta Kurd bigrim.” Lê
ev gotin mane ye. Dewleta Tirk dixwaze heq û mafên heyî, heya
otonomîyê jî ji dest Kurdên Başûr bigre û wan jî wek
yên bakûr bindest bike.
Em dixwazin ku pêşî li ber êrîşgerîya Tirkîyê bê
girtin. Bila ew ji helwesteke han dûr bisekine, tilîya xwe
neke nav karên İraqê û Kurdistana Başûr. Em gazî
hemû Kurdên welatparêz û Tirkên demokrat û aşitîxwaz
dikin ku dijî êrîşgerîya Tirkîyê derkevin, rê nedinê.
Konferansa me gelek kêfxweş e ji bûyerên dawî ku li
Kurdistana Başûr cî girtin, ji xweşbûna pêvendîyên
herdu partîyên mezin, PDK û YNK, ji yekbûna parlamena netewî
careke din û despêkirina karê wê li bajarê Hewlêrê. Em hêvî
dikin ku ew nêzikbûn û pêvendîyên baş her bimîne, hukumet
jî careke din bibe yek û hilbijartinên giştî rojkî berê
çêbin.
İslam û demokratî li hev tê.
Partîya me dixwaze ku Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa
(YE), bi şertê ku hemû “Krîterên Kopenhagê” bi cî bîne,
ango di warê demokratî û çareserkirina pirsa Kurd da gavên
xurt bavêje.
Hin kes li Ewrûpa, YE wek kûlûbeke (klub) Xaçparêz dibînin
û dibêjin wek welateki İslamî cîyê Tirkîyê tê da nîne.
Em ne di vê rayê da ne. Ji bo endametîya YE tiştê mihîm
ne ol e, heya ne jî rewşa cografî ye, tiştê mihîm
normên Ewrûpî ne; ango azadîya bîr-bawerî, demokratî, pirdengî
û pirrengî, tolerans û hwd…
Bi raya me, İslam û demokratî bi hevra dibe. Divê em
ji bîr nekin ku alema Xaçparêzî jî waxtekî gelek şundamayî
bû, ji demokratîyê, ji azadîya bîr û bawerî bêpar bû, di bin
zulm û zulmeta engîzîsyonê da dijî, jin bi cazûtî gunekar
dikir û dişewitand. Alema Xaçparêzî, piştî bayê
reform û ronesansê, piştî gelek şer û pevçûnên olî,
sinifî û netewî guharî û hat giha rojên îro. Alema İslamê
jî dikare biguhure, xwe teze bike û li van welatan jî demokratî
cîyê xwe bigre, bibe adet û usûlê jîyanê. Ne ecêb e ku di
van çend dehsalên pêşîya me da xelkên İslam jî guhartinên
mezin derbaz bikin, ji dîktatorîyan, ji sazûmanên zordest
û kevneperest, ji bend û zincîrên ku bîr û bawerîyên wan girê
didin xwe xilaskin û tevî karwanê bajarvanîya hemdem bibin.
Bi raya me, alema İslamî di şêmûga guhartineke
han da ye. Tirkîye dikare di vî warî da bibe pêşeng.
Lê bona vê yekê divê him di warê olî da reformekê pêk bîne
ku bikare îslam û demokratîyê li hev bîne, him jî xwe ji bend
û qeydên Kemalîzmê xilas bike. Kemalîzm bi salan e dixwaze
civakê bike qalibekî, pirdengî û pirrengîyê qebûl nake û bûye
asteng li pêşîya demokratî û her texlît guhartin û pêşveçûnê.
Em dixwazin ku Tirkîye van guhartinan pêk bîne, bibe welatekî
demokrat û aştîxwaz, her usa jî bo çareserkirina pirsa
Kurd gavên xurt bavêje, ku şertê aşitîyê ev e.
Li pêş endametîya Tirkîyê asteng, rewş û helwesta
Tirkîyê bi xwe ye
Lê Tirkîyê ji roja namzetîyê vir da –ku di Çileyê Pêşîn
ya sala 1999 da dest pê kir û ji wê vir da sê sal derbaz bûn-
ji bo cîanîna Krîterên Kopenhagê tu tişt ne kir, tu gavekî
berbiçav ne avêt, lê xwast xelkê bixapîne, nîşande wekî
gav avêtîye. Tirkîyê sazûmana xwe ya zordest parast û dixwaze
bi vî halî jî bibe endamê YE.
Li Tirkîyê eza û teda berdewam e. Dîsa xelk ji ber bîr û
bawerîyên xwe tên girtin û tên cezakirin. Di nav van kesan
da gelek jî nivîskar in, mamoste ne û parêzgerên mafên mirovan
in.
Li girtîgehan rewşa xirab û mirin berdewam e.
İro jî partî dîsa têne girtin; di vî warî da tu guhartin
nebû.
Sazîya Ewleyî ya Netewî (MGK) ku ji ser parlamen û hukumetê
ra ye û tê da gotina generalan derbaz dibe, îro jî berdewam
e. Di vî warî da jî tu guhartin nebû.
Ji bo çareserîya pirsa Kurd tu tişt ne hate kirin
İro jî rê nadin ku pirsa Kurd bi serbestî bê qisekirin.
Ew tiştê ku dibêjin bi zmanê Kurdî perwerdegarî û weşana
radyo û TV serbest bûye, derew e. Tiştê ku hat kirin
sosret e, wek xapandin e.
Bi zmanê Kurdî heqê perwerdegarî ne dan. Tenê heqê “qursên
taybetî” naskirin. Ango îro şunda jî bi zmanê 20 milyon
Kurd tu mekteb venabe. Li pêş van qursan jî hezar asteng
danîne, ewê bibin nebin ne xuya ye. Heya nuha qursek venebûye.
Ji bo weşana TV jî usa ye. Kanalên şexsî bi zmanê
Kurdî dîsa qedexe ne. Di kanalên dewletê da jî nîyet ev e
ku rojê 15-20 deqqe, yan jî hefteyî saetek-du saet bi Kurdî
weşan bibe. Ew jî hîn ne bûye, bibe nebe ne xuyayî ye..
Eva ne naskirina mafên çandî ye ji bo Kurdan, lê wek henek
e, wek li kurdan heqeret e.
Îro li Tirkîyê û li dervayî Tirkîyê gelek kes dibêjin, Tirkîyê
reformên bi cesaret kirin, mafên çandî yên Kurdan nas kir
û pirsa Kurd çareser kir! Hin kes bi zaneyî van derewan dikin,
hin kes jî dibe ku bi nezanî, bawer dikin. Konferansa me mirovên
nîyetpak di vî warî da hişyar dike, bala wan dikişîne
ku ev gotin ne rast e, vir û derew e.
Em 20 mîlyon Kurdê Kurdistana Bakûr û Tirkîyê hîn ne bûne
xwedîyê tu mafên çandî, îdarî û sîyasî. Dewlet û hukumeta
Tirk di vî warî da nîyeteke xwe yê han jî tune ku heqê me
nasbike û bide. Ew zordestîya nedîtî li ser me wek berê berdewam
e. Di sazûmana Tirkîyê ya şovîn û nijadperest da tu guhartin
çênebûye.
Serda jî, pirsa Kurd ne pirseke usa piçûk e ku di çarçûva
heqên çandî da çareser be. Kurd ne hindikahî ne. Welatê me
yê parçebûyî qasî Fransê ye û temamîya milletê me yê çar parçeyan
digihîje 40 mîlyonî. Em yek ji milletên Rojhilata Navîn yên
herî mezin in. Çareserîya vê pirsê bi naskirina heqê çarenûsî
dibe. Bi raya partîya me, di rewşên îroyîn da ev pirs,
di çarçuva dewletên heyî da bi şiklê federasyonê û li
ser esasê wekhevîyê dikare çareser be. Partîya me ji destpêkê
vir da çareserîyeke han qebûl dike û ji bo Kurdistana Bakûr
dixwaze.
Ew dewleta Tirk ku ji bo 100 hezar Tirkê Qibrisê hîn federasyonê
jî kêm dibîne û konfederasyonê dixwaze, çima ji bo 20 mîlyon
Kurdê Kurdistana Bakûr vî heqî nas nake û ewqas ber xwe dide?.
Tirkîye bi rastî dewleteke laîk jî nîne. Ne tenê ji ber zordestîya
li ser hin keçên Zanîngehê ku nahêlin serê xwe bigrin, lê
ew xwendina dînî ya îcbarî li mekteban û ew “Teşkîlata
Dîyanetê” bi hezaran karmendê xwe nîşan dide ku destê
dewletê di karê ol da ye û dixwaze warê dîyanetê gor dil û
daxwaza xwe bi rêz bike.
Em ne razî ne ku Tirkîye bi vî halî bibe endamê YE. Tirkîye
him naxwaze bibe welatekî demokrat, him pirsa Kurd çareser
nake, him jî dema derîyê Yekitîya Ewrûpa li pêş venabe
bi hêrs dikeve, Ewrûpîyan gunekar dike. Eva helwesteke komîk
e, sêyr e.
Ger Tirkîyê îro li ber derîyê Yekitîya Ewrûpa sekinîye û
derî jê ra venabe, ne ji ber ku piranîya xelkê xwe misilman
e, yan jî di cografîya Rojhilata Navîn da cî digre, lê sebep
ev rewş û helwest e ku bi demokratîyê ra, bi Ewrûpa ra
li hev nayê. Li vî welatî gelek kes, berî hemûyan jî burokrasî,
bi taybetî leşker, endametîya YE naxwazin. Ji ber ku
ew ji windakirina îmtîyazên xwe yên aborî, sîyasî û civakî
ditirsin, ji windakirina îdeolojîya xwe ya şovîn û nijadperest
ditirsin.
Hilbijartina dawî
Di beyanê da li ser hilbijartina dawî jî tê sekinandin û
tê gotin ku ev hilbijartina giştî ya 3’yê Çirîya Paşîn
jî wek yên berê ne demokratîk bû, bi taybetî ji bo Kurdan,
lê dîsa jî xelkê acizîya xwe ji partî û serokên berê ra nîşan
da, Ecewît û gelek kesên dinê li der parlamenê man.
Konferans ji hukumeta teze dixwaze ku bi cesaret gavan bavêje
ji bo demokratî û guhartinê, berî hemûyan jî qanûna esasî
ya teze çêke. Şertên Kopenhagê bi rastî bi cî bîne, ji
bo çareserkirina pirsa Kurd gavên xurt bavêje. Ger ew tiştên
baş bike, emê alîkarîya wê bikin.
Gavên ji bo yekitîya hêzên welatparêz
Di beyana Konferansê da her usa jî li ser yekitîya hêzên
welatparêz tê sekinandin. Tê gotin ku, piştî ku Ocalan
hat girtin û sîyaseta PKK guharî, Tirkîyê xwest hemû Kurdan
teslîm bigre û tevgera Kurd vemirîne. Di vê qonaxê da Partîya
Sosyalîst a Kurdistan baş ber xwe da, bi weşan,
bi civîn, bi çalakî gel di derheqa lîstik û dafikên dewleta
Tirk da hişyar kir û jê ra rê nîşan da.
Ji bo yekitîya hêzên welatparêz li hundur û der welat karekî
baş hate kirin. Li hundur welat gelek Kurdên welatparêz
ji sîyaset û dorhêlên cure cure hatin ba hev û HAK-PAR avakirin.
Li der welat jî İnîsîyatîfên Kurdên Ewrûpa, yekitîya
komeleyên demokrat li çarçûwa Ewrûpa, DEM-KURD avabûn. Piştra
jî PNK (Platforma Netewî ya Kurdistanê- platforma partîyên
sîyasî), DEM-KURD û İnîsîyatîf hatin ba hev û Platforma
Kurdên Ewrûpa (PLATFORM) avakirin.
Konferans vê yekê wek gaveke girîng, bûyereke pîroz dinirxîne
û dibêje:
”Ev gav çiqas mihîm be jî, hîn destpêk e. Divê yekitî her
bajo û bê xurtkirin. Di warê çalakîyan da, di karên dîplomatîk
da berheman bide û hêvî bide gel, xelkê li dor xwe kom bike.”
Konferans, her usa jî gazî Kurdên der welat dike ku ji bo
avakirina sazîyên çandî li der welat, bi taybetî ji bo têlevîzyoneke
teze mil bidin hev.
28 salê PSK pîroz be!
Li dawîya beyanê usa tê gotin:
”Serê sala pêşîyê (2003) PSK 28 salê xwe temam dike.
Konferansa PSK ya Dervayî Welat ya 4. Hemû heval û hogiran,
dostên partîyê pîroz dike ku para wan di vî karê pîroz da
heye, karê partîyê 28 sal û bê westan bi rêva birine û gihandine
îro.
Bijî Partîya Sosyalîst a Kurdistan!
Bijî berxwedana me ji bo azadî, demokratî û sosyalîzmê!”
9 Çileyê Pêşîn, 2002
|