PSK, beþdarîya kongra Çep a Ewrûpa bû
Partiya Çep a Ewrûpa sala par hatibû damezrandin,.İsal
ji li 29-30 çiriya pêşîn li Atîna Kongra xwe ya yekemîn
pêk anî.
Li kongrê da 400 delege ji 20 welatên Ewrûpa beşdar
bûn. Di nav Partiya Çep a Ewrûpa da 26 partî cî digrin. Partiya
Çep mîna gûrûp li nav Parlemena Ewrûpa cî digre. Di kongrê
da serokê Partîya Sosyalîzm a Demokratîk ya Almanya, Lotar
Biski axaftinek dirêj kir. Ji 55 welatan berbirsayarên partî
û komelan beşdar bûn. Li ser navê Yekitiya Ewrûpa heft
parlementer beşdar bûn. Ji Kurdistan jî PSK hatibû dawetkirin.
Berpirsyarê PSK ya Yewnan, Nazim Yamaç di kongrê da PSK temsil
kir. Wek tê zanîn di salên borî da Sekreterê giştî yê
PSK yê berê Kemal Burkay û Serokên Sinaspismos -Partî ya
Çep a Yewnan- sê car hevûdu dîtibûn. Televizyon, radyo û
rajnaman dûr û dirêj li ser kongra yekemîn sekinîn.
Dema Nû-Atina
|