Şandeya PSK, serdana Partiya Azadiya
Kurdistanê kir
Þandeya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK serdana nunertiya
Hewlêrê ya Partiya Azadiya Kurdistan a Îranê-PAK kir
Dengê Azad/Hewlêr
Şandeya PSK, ji aliyê Nunerê PAKê a Hewlêrê Rizgar Abbaszade
ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de li ser bûyer û pêşhateyên dawî yên siyasî
li Tirkiyê û Îranê hate nirxandin.
Di hevdîtinê de herwiha êrîşên Tirkiyê û Komara Îslamî
a Îranê ku li ser Herêma Kurdistanê tê kirin, mijarek dî ya
hevdîtinê bû. Aliyan ji bo rawestandina van êrîşan û
parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê girîngiya hevkarî
û yekrêziya hêzên Kurdistanî diyar kirin.
|