Şandeya PSK, serdana PDK-Bakur kir
Îro, şandeyek Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
serdana nunertiya Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistana
Bakur-PDK-Bakur kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Di hevdîtinê de bûyer û pêşhateyên dawî yên siyasî li
Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de hewl û xebatên ji bo pêkanîna yekîtiyê gavên
erênî û pîroz hatin wesifkirin û ji bo pêkanîna yekîtiyek
berfireh cext li ser girîngiya hevkarî û tevkariya hêzên Kurdistanî
kirin.
Aliyan herweha diyar kirin ku ji bo berfirehkirin û xûrtkirina
zemînê siyaseta demokratîk û aşitiyane, daxwazên gel
û bangawaziya dam û dezgehên sivîl ji bo aşitiyê divê
liberçav bê girtin û di vê bingehê de xebatek ji bo bidestxistina
mafên rewa yên gel kar bê kirin.
|