PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Bo Dezgeyên Ragihandin û Çapemeniyê

Di çend rojên borî da, heyetên PWD û PSK civiyan, li ser rewşa welat û navçeyê axaftin, niqaş kirin, biryar dan ku daxuyaniya jêrî peşkeşê birûrayê bikin.

Buroya Ragihandin û Çapemeniyê a PSK

Daxuyanî

Em, herdu heyetên PSK û PWD civiyan, li ser bûyer û rûdavên welat û navçeyê axaftin, bîr û baweriya xwe pêşkeşê hevdu kirin.

Em bawer in ku encama tedaxula Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) li navçeyê, bo xebata netewiya Kurdistanê erênî (posîtîv) ye.

Bi baweriya me piştgirî li Federasyona Kurdistana Başûrê erkekî netewî ye. Em piştgiriya lîstê hevbeş dikin, ji ber mesuliyeta netewî, bona hilbijartinên Meclîsa İraqê, Parlamentoya Kurdistanê û Encumena Bajerî ya Kerkukê hatiye amade kirin û têda rêxistinên Kurdistanî cî girtine.

Di prosesa Yekîtiya Ewropa (YE) da, guhartineka berçav di siyaseta dewleta Tirk derbareyê pirsa Kurdî da pêknehat. Lê em bawer in, pêvajoya giftogo di nava Tirkiyê û YE da,  erkên nu datîne pêşiya xebata azadîxwazî û demokratîk a Kurdistana Bakûrê.

Bo ku encama tedaxuya DYA û proseya giftogoyê bona endametiya YE bo me Kurdan êrênî be, em banga rêxistinên Kurdistana Bakurê dikin, ku li ser bingeha netewî û demokratîk bi hevra kar û xebat bikin.

PWD-Partiya Welatparêzên Demokrat

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 
 
PSK Bulten © 2004