|
|
|
-
Civîn û Beyana Stockholmê:
-
- Sekriterê
Partîya Sosyalist a Kurdistan, Kemal Burkay, di 28'ê meha
Sibatê da ji hin sîyasetmedar û rewþenbirên Kurd ra nameyek
þand ku li Swêdê dijîn û ew gazî civînekê kir ku li ser
rewþa gel û welat, li ser bûyerên dawî qise bikin û bikaribin
bi hev ra hin gavên pratîk bavêjin.
-
- Civîn di
11'ê Adarê da, bi beþdarîya qasî 60 kesan çêbû. Burkay di
destpêka civînê da armanca civînê zelal kir û piþtî wê bo
îdarekirina civînê dîwanek bi sê kesan hat hilbijartin.
Piþtî wê ji beþdaran sîh zêdetir kes heqê axaftinê girtin
û qasî deh deqe li ser rojewê qisekirin. Gelek kesan ji
bo hazirkirina vê civînê ji Burkay û Partiya Sosyalist a
Kurdistan ra spasên xwe kirin.
-
- Di civînê
da bo derxistina beyanekê rayeke miþtêrek çêbû. Beþdaran
li ser babetên dinê ji raya xwe gotin. Li dawîya civînê
komîsyoneke bi heft kesî hat avakirin (Nezîr Akat, Eyub
Alacabey, Azîz Aliþ, Evdirehmanê Gundikî, Hemît Kiliçarslan,
Zinar Soran, Vîldan Tanrikulu û Xalit Xoce) ku gor bîr û
daxwazên miþtêrek beyanekê derîne û ew beyan him ji haziran
ra, him jî yên ku di civînê da ne amade bûn ji wan ra, bo
îmzayê bê pêþkêþkirin.
-
- Komîsyonê
piþtî civînê beyanek hazir kir û ew beyan bi teref 104 kesî
hat îmzakirin.
-
- Beyan li
jêrê ye.
-
-
-
Daxuyaniya Civîna Stockholmê
-
-
- Em hin kurdên ji Bakur
ên ku li Swêdê dijîn, bi banga birêz Kemal Burkay a li ser
rewþa miletê kurd a siyasî û civakî li Bakurê Kurdistanê,
di 11ê Adara 2000î de li Stockholmê civîyan. Me beþdarên
civînê li ser avakirina komîsyonekê li hev kir û biryar
da ku tevî kurdên ku di civînê de amade nebûbûn, dîtinên
xwe bi daxuyanîyekê pêþkêþî raya giþtî bikin.
-
- Miletê kurd li Rojhilata
Navîn, yek ji miletên herî kevin û mezin e; xwedî dîrok,
ziman û çandeke dewlemend e; wek hemû miletan heqê miletê
kurd e jî ku qedera xwe bi destê xwe, bi azadî tayin bike;
li ser axa xwe azad bijî; îdareya welatê xwe bi destê xwe
bi rê ve bibe; ji dewlemendiya welatê xwe, ji zaniyarî û
teknîka hevdem îstîfade bike; ziman û çanda xwe bi serbestî
bi kar bîne û pêþ ve bibe.
- Dewleta Komara Tirkiyeyê
ji destpêkê heta îro hebûna kurdan wek milet înkar kiriye;
dema ku kurdan doza heqên xwe yên neteweyî û demokratîk
kiriye, bi siyaseteke piralî, zilm û jenosîd bûne bersiva
wê. Komara Tirkiyeyê ji bo sed hezar tirkên Qibrisê federasyonê
kêm dibîne, konfederasyonê dixwaze, lê ji bo zêdetirî bîst
milyon kurdên Bakurê Kurdistanê tu heqî nas nake. Siyaseta
Komara Tirkiyeyê îro jî li dijî kurdan înkarkirin, asîmîlasyon
û jenosîd e.
- Komara Tirkiyeyê ji bo berendamiya
Yekîtiya Ewrûpayê soz da ku; "Krîterên Kopenhagê" teva ku
ji bo mafê kêmneteweya ye û Kurd di welatê xwe de milet
e dikarin bi kêmanî rê li ber çareserkirina pirsa kurdî
vekin, bi cih bîne. Lê piþtî vebûna vî dergehî jî ew hîn
siyaseta xwe ya berê didomîne. Ew hebûna kurdan û mafên
wan ên neteweyî qet nas nake, naxwaze riya siyasetê li ber
kurdan vebe û rêxistin û partiyên wan bi riyên demokratîk,
azad û eþkere doza xwe bimeþînin; bi zimanê xwe bixwînin,
weþanên radyo û televizyonên bi zimanê xwe bikin.
- Miletê kurd tu caran nîrê
bindestîyê û siyaseta teslîmbûnê qebûl nekirîye û îro jî
nake. Ji ber vê yekê, divê Komara Tirkiyeyê dev ji vê xewna
pûç berde, vê rastiyê bibîne û rê li ber çareserkirina pirsa
kurd û Kurdistanê veke. Riya çareseriyê qebûlkirina mafên
miletê kurd ên neteweyî û demokratîk e. Loma jî "çareyên"
wek "Komara Demokratîk" û "Hevwelatiya qanûna bingehî" û
siyasetên kedîkirinê yên din ne çareserî ne. Ev stratejî
û helwestên bi vê siyasetê ve girêdayî, kurdan ji hêjayiyên
neteweyî, demokratîk û siyasî bi dûr dixin û rê li ber wan
winda dikin. Divê miletê kurd bi vê siyaseta durû ya bi
pêvajoya Îmraliyê bêtir eþkere bûye, neyê xapandin.
- Em dozê li Komara Tirkiyeyê
dikin ku van daxwazên li jêrê hatine nivîsandin û berî hertiþtî
jî "Pîvanên Kopenhagê" û pêwîstiyên peymanên navneteweyî
yên bi vê pirsê ve girêdayî bi cîh bîne, da ku ji bo çareserkirina
pirsa kurd û Bakurê Kurdistanê, riya aþtiyê vebe û gelê
kurd li ser pêþeroja xwe û welatê xwe bi îradeya xwe ya
azad biryarê bide.
-
- Divê rewþa taybetî ya li
Kurdistanê nemîne. Dezgehên þer û terorê yên wek kontrgerila,
JITEM, tîmên taybetî û sîstema "parêzgerên gundan" bên belavkirin.
- Divê cîh û warên kurdên koçkirî
ku bi darê zorê ji gund û bajarên xwe hatine derxistin û
mal û warên wan hatine wêrankirin û þewitandin, ji mayinan
bên paqijkirin û ew bi serbestî vegerin cih û warên xwe.
Divê zerar û ziyana wan li wan bêne vegerandin.
- Divê Qanûneke Esasî ya nuh
û demokratîk ku hebûn û nasnameya miletê kurd tê de cih
digirin, bê amadekirin.
- Divê xwendegehên kurdî vebin,
radyo û televizyon bi zimanê kurdî dest bi weþanê bikin.
- Divê hemû astengên hiqûqî
û siyasî yên li pêþîya azadî û îfadekirina fikirê û xwebirêxistinê
bêne rakirin da ku partîyên kurdan ên siyasî bikaribin bi
nav û bernameyên xwe bi serbestî bixebitin.
- Divê hemû girtiyên siyasî
û fikrî bê qeyd û þert bêne berdan, siyasiyên li derveyî
welêt bikaribin vegerin welatê xwe.
- Divê qanûn û nîzamnameyên
ku rê li ber navên kurdî digirin bêne rakirin; navên gund
û bajarên Kurdistanê yên berî guherandinê li wan bêne vegerandin.
-
- * * *
-
- Em hêvî dikin ku hewildanên
legal yên ji bo maf û azadîyên kurdan li Kurdistanê û Tirkiyeyê
tên kirin weke; "Demokratên Azad", "Hewildana ji bo Yekîtiyê"
û "Grûpa Hewildana Tevgera Demokrasîyê" divê maf, armanc
û hêjayîyên siyasî yên ku bi salan e gelê kurd bi bedêlên
gelek mezin bi dest xistine, ji bîr nekin û nehêlin ku bi
doz û daxwazên kurdan ên meþrû û rewa bên lîstin. Bawerîya
me ew e ku hewildanên legal yên ku bi navê bidestxistina
maf û azadiyên kurdan tev digerin û hemû aliyên welatparêz
divê di navbera xwe û dewletê û hewildanên ku bi destê dewletê,
bi navê "Projeya Aþtî û Komara Demokratîk" pêþkêþ dibin
de, xetên zelal û vekirî bikiþînin. Ew divê bêyî ku pêþeroja
civat û welatê me têxin bin tu îpotekên siyasî, maf û azadîyên
kurdan li ber çavan bigrin. Divê ku di vê çarçoveyê de,
ji sosyalîst û lîberalan bigre heta bi dîndaran, bikaribin
di partiyeke siyasî ya legal, ya ku bi tenê ji bo armancên
xwe bixebite ku bi disiplîn û organên xwe bê îdarekirin
de bên ba hev.
-
- Herweha di civînê de, li
ser legalizekirina tevgera kurdî ya neteweyî û demokratîk
û pêwîstiya xebata ji bo partiyeke siyasî ya legal a bi
nav û nasnameya kurdî û bi program û daxwazên wê yên siyasî
bîr û ray hatin diyarkirin. Hat gotin ku heta partiyên siyasî
yên kurdî bi nav û programên xwe neyên avakirin, nikare
bê gotin ku partiyên kurdî yên siyasî bi serbestî dikarin
kar bikin. Ji ber vê yekê jî divê hemû welatparêzên kurd
ji bo bidestxistina vî heqê meþrû û rewa yê bingehîn bi
hevdu re kar û xebateke xurt bikin. Çi li hindur, çi li
derveyî welêt, divê kurd di vî warî de, organîzekirina kampanyayekê
jî tê de, bê rawestan têbikoþin.
-
- Li gora me, garantiya azadî
û mafên me yên neteweyî û demokratîk bi afirandina yekîtî
û îradeya siyasî ya hevbes, tê bidestxistin. Li gora
vê rastiyê; li derveyî welêt, ji bo koordînasyon û yekîtiya
xebatên siyasî, demokratîk û kulturî, em gazî hemû kes û
rêxistinên siyasî, demokratîk û kulturî dikin ku di vî warî
de hewildanên xwe geþtir bikin.
-
- Em bangî rêxistina Neteweyên
Yekbûyî (NY), Rêxistina Ewleyî û Hevkarîya Ewrûpayê (REHE)
û bangî hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku pirsa kurd
û Kurdistanê di rojeva xwe de bi cih bikin û herweha
ji bo çareseriya vê pirsê bixebitin. Em dixwazin dengê xwe
bigihînin Yekîtiya Ewrûpayê ku rê nede Komara Tirkiyeyê
da ku normên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dejenere bike. Heta
ku Komara Tirkiyeyê bi riyên aþtiyê ji bo çareseriya pirsa
kurdî gavan neavêje; divê Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya xwe
ya siyasî, leþkerî û aborî bide sekinandin.
-
- 30.03. 2000
-
- Hawar Ackblad o Nihat
Akar o Nezir Akat o Üzeyir Al o Ata
Ala o Eyüp Alacabey o Hüseyin Aldur
o Aziz Aliþ o Kutbettin Aliþ o Süleyman Aliþ
o M.Ali Alp o Kovan Amedi o Husamettin Aslan
o M. Sýddýk Avci o Mumtaz Aydin o Mustafa
Aydogan o Sait Aydogmuþ o Selim Bakaç
o Þükran Baksi o Dilo Balin o Taner Bayrak
o Abdurahman Gundiki o Belengaz Belge o Sýdýk
Bozarslan o Þermin Bozarslan o Kemal Burkay
o Muzaffer Coþkun o Mustafa Cizirî o Yusuf
Cizirî o Vakas Çelik o Nedim Dagdeviren
o Mehmed Dehsiwar o Salih Demir o Süleyman
Demir o Sofi Demir o Cemil Demircan
o Abidê Diyarbekirî o Seyran Duran o Azad
Y. Erdem o Muxlis Erdem o Lokman Ertas,
o Ali Ertas, o Bawer Eser o Bube Eser
o Yaþar Gelêrî o Aram Gernas o Ahmet Gezici
o Selim Can o Bilal Görgü o A. Selam Güven
o Seyithan Îmrak o Keya Îzol o Atila Kalkan
o Mustafa Kalpak o Mazhar Kaplan o Hurþid
Kaplan o Firat Karagül o Enver Karahan
o Erol Karahan o Îzzet Karaaslan o Mesude
Kaya o Remzi Kerîm o Haci Kiliçaslan
o Hamit Kiliçaslan o Þeyh Mehmet Kulaksiz
o M. Ali Kut o Yüksel Küçükoba o Mahmûd Lewendî
o Mahanî Licok o Malmîsanij o Mamoste o Selim
Murat o M. Emin Narozî o Firat Nemrûd
o Yaþar Oguz o Fahri Ölçer o Reþat Önen
o Zeynelabidin Özalp o Sýdýk Özçiriþ o Hatip
Özer o Orhan Özer o H. Öztürk o Laleþ
Qaso o Çeko Pekgül o Bavê Rewþen o
Riza Polat o Lokman Polat o Serdar Roþan
o Zinar Soran o Nezir Þemikanli o îhsan Þener
o Vildan Tanrikulu o Mehmet Toprak o Þakir Tutal
o Erol Tümen o Hüseyin Uçmaz o Îsmet Uzun
o Halid Xoca o Þükrü Xoca o Burhan Yildiz
o Selahattin Yildiz o Mustafa Yilmaz o Arif
Zêrevan o Þoreþ Zirek.
|
| |
|
|