PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Civîna Kolnê

Deklarasyona Civina Kolnê

Nameya Kemal Burkay

Adres ji bo navnivîsandinê

Civîna Kolnê

Piþtî Civîna Stokholmê ku di meha Adarê da çêbû û beyanek derxist ku alîyê 104 rewþenbîr û welatparêzan hatibû îmzakirin, di 18'ê Hezirana çûyî da, vêcar li bajarê kolnê li Almanya, civîneke din çebû li ser rewþa dawî ya pirsa Kurd û di navbera Kurdan da. Bo vê civînê jî disa Sekriterê PSK Kemal Burkay bang kiribû.

Rojeva civînê ev bû:

1- Axaftin li ser rewþa sîyasî;

2- Meriv çi dikare bike ku potansîyela Kurd bike hereketê li nav welat û li der welat?

a) Avakirina partîyeke miþtêrek ya legal li nav welat;

b) Yekitîya rêxistinên demokratîk lž der welat;

c) Di vê qonaxê da ku Tirkîye džxwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa, meriv di warê dîplomasi û kar-xebatên kîtlewî da çi dikare bike?

3-Derxistina beyaneke dawî.

 Ji bo vê civînê, ji Almanya, Fransa, Holanda, Belçîka, Îngilizîstan, Swîsre û Avusturya qasi 200 Kurdên rewþenbir û welatparêz civîyan ku ji rêxistinên cuda cuda yan jî kesên serbixwe bûn. Ji Denmark û welatên džnê, gelek kesên ku mecal ne dîtîbûn bên civînê, bi mesajên xwe piþtgirîya vê civînê kiribûn.

Di civînê da piþtî axaftina Burkay, haziran heqê axaftinê girtin û bîr û rayên xwe gotin. Civînê ji 10.00'ê sibê heya 18.30'ê êvarê ajot. Di dawîyê da daxuyanîyek ku bi destê komisyona hilbijartî hatibû hazirkirin bi yek dengî hat qebûlkirin û haziran li ser pîyan bi çepik û bi coþeke mezin ew qebûlkirin.

 Nameya Burkay û "Deklarasyona Kolnê" li jêrê ye:


Nameya Burkay

1 Heziran, 2000

Hevalê delal,

 Di sala dawî da ji bo pirsa Kurd guhartinên gelek mezin çêbûn. Piþtî ku Ocalan ji Sûrîyê hat derxistin û kete destê Tirkan, Dewleta Tirk ji rewþ û helwesta wî ya teze û ya partîya wî îstîfade dike û hewl dide ku Kurdan bê hêvî û sist bike, tevgera Kurd bi tevayî vemirîne.

Rewþ û kiryarên PKK ta ji destpêkê heya nuha, û dž tevgera Kurdî da rol û tesîra wê çi ye û çi nine, þerê 15 salên dawî çi anîn û çi birin, ev babeteke din e û dibe ku li ser van tiþtan ray û bîr û bawerî cuda bin. Lê tiþtek eþkere ye: Piþtî girtina Ocalan, wî û partîya wî sîyaseta xwe ji bingeh va guhartin, tiþtê ku heya duh digotin dev jê berdan. Ew nuha, bi navê "aþitî û komara demokratîk" sîyaseteke teze dajon, ku sîyaseta Dewleta Tirk ya salan e, bi tevî dewleta ûnîter, yek welat, yek millet û kemalîzmê.. Eva wekî dev jê berdan e ji milletê Kurd, ji welatê Kurd û hemû hêjayî û daxwazên rewa ku gelê Kurd bi salan e di rîya wan da bedêleke mezin dide. Eva înkarîya berxedana netewî ye.

Dewleta Tirk, hîn ji bo naskirina heq û azadîyên Kurdan tu gav ne avêtîye û di sîyaseta xwe ya zulm û zordestîyê da tu guhartin çênekirîye. Ew wek berê hebûna Kurdan nasnake û dixwaze nav û nîþana wan winda bike. Lê her usa jî hewl dide, bi rîya gotinên pûç û sexte li ser aþitîyê û demokratîyê, ku bi destê Ocalan û partîya wî bi kar tîne, tevgera Kurd a netewî bixapîne û di warê îdeolojî û sîyasetê da teslîm bigre.

Ev lîstik û planeke teze ye dijî gelê me. Tevgera netewî ya Kurd di xeterê da ye.

Hevalê delal,

þik tune ku hemû Kurdên welatparêz ji vê yekê diêþin û xemgîn dibin. Lê dîtina rasîtîyê û êþ û xemgînîyeke han bi serê xwe têra çareserîya vê pirsê nake. Nabe ku tevgera Kurd li himber van tiþtan wek sêrkarekî bêdeng bimîne. Heya ku em hêz potansîyela Kurdan a fireh hiþyar û rêz nekin, em nikarin pêþî li van lîstik û planan bigrin. Her rêxistinek, her rewþenbîrek û her welatparêzek di vî warî da berpirsîyar e. Divê em bên ba hev, li ser van pirsan bidin bistînin û tiþtê ku em dikarin bi hevra bikin, ji bo wan gavan bavêjin.

Bona vê yekê ez we gazî civînekê dikim ku roja 18 Heziran, 2000'î û li Almanya/ Koln çêdibe. Bi raya min ev civîn dereng ma. Me dixwast ku civîneke han bi rîya Platforma Rêxistinên Kurdistana Bakûr pêk bê. Lê mixabin Platform di vî karî da dereng ket. Lê bi raya me waxt hêja ye û divê em zêde dereng ne kevin. Bona vê yekê, me ev kar girt ser milê xwe. Em ji bona vê civînê ji Elmanya Federal û welatên dorê gazî gelek kesên sîyasî, rewþenbîr û welatparêz dikin ku endamê partî û rêxistinan in, yan jî kesên bê rêxistin in.

Waxt, cî û rojeva civînê jî tevî vê nameyê ji we ra tê þandin.

Ez hêvî dikim ku hûnê tevî vê civînê bin û bi ray û pêþnîyarên xwe wê dewlemend û serketî bikin.

Bi silav û daxwazên min ên baþ..

Kemal Burkay

Sekriterê Giþtî

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 


DEKLARASYONA KOLNÊ

 Em, welatparêzên Kurd ku li Almanya, Fransa, Swîsra, Hollanda, Belçîka, Îngîlîzîstan û Avusturya dijîn û îmzayên me li jêr in, roja 18 Hezîran 2000´î li bajarê Kolnê hatin ba hev. Di civînê da li ser rewþa tevgera netewî ya gelê Kurd û polîtîkaya rejîma Tirk li hember wê hat axiftin; biryar hat girtin ku ji bîrûraya giþtî ra belavoka jêrîn bê belavkirin:

Miletê Kurd di Rojhilata Navîn da, yek ji miletên herî kevn û mezin e; xwedî dîrok, zman û çandeke dewlemend e. Wek hemû miletan heqê miletê Kurd e jî, ku qedera xwe bi destê xwe, bi azadî tayîn bike; li ser axa xwe azad bijî; îdareya welatê xwe bi destê xwe bi rê ve bibe; ji dewlemendîya welatê xwe, ji zanyarî û teknîka hevdem îstîfade bike; zman û çanda xwe bi serbestî bi kar bîne û pêþ ve bibe.

Mixabin, dewletên heremê yên ku welatê me di nav xwe da parvekirine, ji hebûn û mafên netewê Kurd ra hurmet ne girtin û xwestin ku bi darê zorê Kurdan ji holê rakin. Bersîva wan li hember daxwaza azadîyê ji bo gelê Kurd, her carê zulm, zordarî û jenosîd bû.

Dewleta Tirk ji bo 100 hezar Tirkên Qibrisê, federasyonê kêm dibîne, konfederasyonê dixwaze, lê 20 mîlyon Kurdên ku di nav sînorên Tirkîyê da dijîn, ji wan ra mafên çapemenîyê, perwerdekirinê jî tê da, tu mafan nasnake.

Sebebên serhildan û berxwedanên gelê Kurd, ev teda û zulmên bê hempa û sîyasetên asîmîlasyonê ne.

Rejîma Tirk, piþtî girtina serokê PKK Abdullah Ocalan, hewl dide ku tevgera netewî ya Kurd bi tevayî bitemirîne û teslîm bigre.

Em bala bîrûraya cîhanê dikþînin ser van plan û dezgehên Tirkîyê û dibêjin ku:

Ev rê û metodên þaþ in ku tu car bi sernakevin. Divê dewleta Tirk dest ji wan xeyalên pûç berde. Pirsa Kurd, li ser mafên çarenûsî ya gelê Kurd çareser dibe. Ji bo çareserîyeke li ser bingehê dadi û aþitîyê, divê rojki berê rîya dîyalogê vebe.

Dewleta Tirk, ku bûye berendamê Yekîtiya Ewrûpa, divê rojek berê "Krîterên Kopenhagê" bi cîh bîne. Ji ber vê yekê jî:

1- Divê rewþa taybetî ya li Kurdistanê nemîne; sîstema "parêzgerên gundan", kontrgerîlla, JÎTEM, Tîmên Taybetî û rêxistinên wek wan bên belavkirin;

2- Divê bi mîlyonan Kurdên ku gund û bajarên wan hatiye kavilkirin an jî bi darê zorê koçkirine, bikaribin bi serbestî vegerin ser axa xwe. Divê zerar û zîyanên wan li wan bêne vegerandin;

3- Beþdarên civînê, ew qetlîamên ku li hember însanên sîvîl hatine kirin; her weha tecavûz û tacîzkirina jinan wek curmeke þer û însanetîyê dibînin; daxwaz dikin ku berpirsîyarên wan karên kirêt bên mehkemekirin û cezakirin;

4- Divê ceza dardakirinê bê rakirin; efûyek giþtî bê derxistin, girtîyên sîyasî bêne berdan û sîyasîyên li derveyî welêt bikaribin vegerin welatê xwe;

5- Divê sîstema huqûqî ya Tirkîyê bê demoqratîze kirin; Qanûneke Esasî ya nûh û demokratîk, ku hebûn û nasnameya netewa Kurd tê da cîh bigre, bê amadekirin;

6- Divê azadîya ramanî û rêxistinî pêk bê; partîyên Kurdan jî bikaribin bi nav û bernameyên xwe di warê legal da kar bikin;

7- Divê bi zmanê Kurdî perwerdekirin, weþanên radyo û têlevîzyonê serbest be.

Ev gavên herî acil in, ku aþitî û demokratîyê bînin Tirkiyê; rê bidin ku pirsa Kurd bi temamî çareser bibe.

Em bangî hemû hêzên demokratîk yên Tirkîyê dikin, ku ji bo aþitî û demokrasîyê hewl bidin, da ku astengên pêþîya çareserkirina pirsa Kurd bên rakirin.

Her usa bangî bîrûrayên cîhanê, bi taybetî Yekitîya Ewrûpa dikin, ku hewl bidin, da ku rejîma Tirk berpirsîyarîya xwe bi cîh bîne, raya giþtî ya der û hundur nexapine û krîterên Kopenhagê dejenere neke.

Welatparêzno!

Dîroka miletê Kurd bi astengan va tijî ye; bi zor û zulman va dagirtîye. Lê ew ji wan hemû astengan derbaz bû. Divê rewþa ku miletê Kurd îro tê da ye, nebe sebeba bê hêvîtîyê. Potansîyela tevgera miletê Kurd xurt e, tu hêzek û tu lîstikek nikare dawîya wê bîne.

Ji bo ku em bikaribin maf û azadîyên xwe bi destxinin, divê li welat û derveyî welat hêzên xwe yek bikin; potansîyela xwe ya mezin bi kar bînin. Li hember lîstik û planên rejîmê bi hev ra, bi yek dengî derkevin.

Divê em gor rewþa îroyîn rêxistin û metodên teze bi kar bînin. Li welat, damezirandina partîyeke legal û fireh bi destê welatparêzên Kurd, girîng e û em piþtgirîya vî karî dikin.

Divê rêxistinên Kurd yên sîyasî û demokratîk li derveyî welat hêzên xwe bikin yek; da ku bikaribin daxwazên gelê Kurd ji bîrûraya cîhanê ra baþtir bidin nasandin; her weha çalakîyên aþitîyane pêk bînin.

Avakirina sazîyên xurttir di warê medyayê da , îro li pêþ me ye. Divê ji bo vê yekê karên miþtêrek bên kirin.

Koln, 18 Hezîran 2000

Bîlge Acar, Zîya Acar, þuayîp Adlig, Bîlal Akdenîz, Kemal Akyüz, Alî Alkan, Ramazan Altintaþ, Civan Amedî, Ferhad Amedî, Hidir Aslan, Ruþen Aslan, Mehmet Aþkin, Ümît Aþkin, Necatî Ateþ, Nurettîn Ateþ, Mücahît Aytaç, Azad Ayyildirim, Serkan Ayyildiz, M. Ayyildiz, W. Barak, Alî Baran, Îshak Bayram, Mesut Bayram, Mehabat Bedîrhan, Sîdar Bîngöl, Nazli Bîngöl, Çetîn Bozdag, M. Saît Bozkuþ, Sertaç Bucak, Necdet Buldan, Mustafa Burçak, Serdar Burçak, Kemal Burkay, Alî Metîn Can, Nusret Can, Seydo Can, M. ömer Canbeylî, Ömer Cangöz, Hasan Canpolat, Selma Cîmen, C. Coþkun, G. Çakmak, Ahmet Çamlibel, Macîde Çamlibel, Namdar Çamlibel, Murat Çapar, Nacîye Çelebî, Sabrî Çelebî, Rojda Çelîkkan, Munzur Çem, þ. Çetîn, Aysel Çürükkaya, Selîm Çürükkaya, Murat Dagdelen, Hüseyîn Dagdevîren, A. Demîr, Yusuf Demîr, Kazim demîrbaþ, M. Demîrdîlî, Abdullah Demîrel, Îbrahîm Demîrkaya, H. derwîþ, Alî Dogan, Gül Dogan, M. Alî Dogan, Necdet Dogan, Abdurahman Dürre, F. Ekmen, Çetîn Ekîncî, Mehmet Elbîstan, Hüseyîn Emîn, Ergun Eraslan, þoriþ Erdogan, Serdar Eren, Bedîrhan Epözdemîr, Kemîl Ermîþ, Muhsîn Erkiran, Çîler Firtina, Dr. Muhammed Salîh Gaburî, Ahmet Göçer, Kamîl Görgü, G. Gülbeyaz, Hüseyîn Güler, Erhan Gündüz, H. Güntaþ, H. Görgülü, Mehmet Halîtoglu, Alî Hoca, Alî Kaçar, E. Kamuran, Cahît Kaplan, Düzgün Kaplan, Sabah Kara, þükrü Karaaslan, Sedat Karakaþ, þexo Kartal, Riza Katurman, Alî Kaþikkirmaz, Abdullah Kaya, Alî Kaya, Emîn Kaya, Halîs Kaya, Nîzamettîn Kaya, S. Metîn Kelekvan, A. Kestan, H. Keyasettîn, Hasan Klavuz, Azîz Kiliç, Mahmut Kilinç, K. Kiþin, Mustafa Kisabacak, Mustafa Konyali, Osman Koç, Çetîn Korî, A. Korkmaz, Mahmut Koru, Dervîþ Kutlu, Seyîdxan Kurîj, C. Küçükyildiz, Zîya Laçîn, Cemal Mîran, Caner Mîrkan, Kamuran Oto, V. Ölmaz, Ö. Öner, G. Özcan, Bîlent Özdemîr, Kazim Özdemîr, M. Ahmet Özdemîr, Mustafa Özgür, Îsmaîl Öztürk, B. Paydaþ, S. Pekgül, Abdurahman Polat, Mehmet Reþît, Z. Revþan, K. Rojda, Mazlum Ronî, Alî Saltik, Dogan Saribaþ, Abubekîr Saydam, Hidir Seven, Halît Sezer, Öznur Sezgîn, Firdevs Sînemîlîoglu, A. Sütçü, Çetîn Taþçi, Nuran Taþçi, Fazli Taþkan, M. Tayan, Güner Taze, ibrahîm Tazebektaþ, Nazîf Telek, Mesut Tek, Zerîn Tek, Fetah Tîmar, Tekîn Tîmar, Riza Topal, Alî Toprak, Bekîr Topgîder, ihsan Türkmen, T. Uçar, R. Uçar, Cabar Usta, Bekîr Üçgen, Hasan Yalçin, Yusuf Yalçin, Ünal Yardimci, Celal Yaþik, Mustafa Yenîgül, Nerettîn Yekta, Yücel Yeþîlgöz, Fîkret Yildiz, Hasan Yildiz, Hidir Yildiz, Kemal Yilmaz, Atîlla Zengîn, Aydin zengîn

---------------------------------------------

NOT: Kesên ku dîxwazîn navê wan jî dî bînê vê belavokê da hebe, bî kerema xwe bî rîya têlefon, faks û E-maîl a jêrîn bîgîhînîn me:

Tel: 0049-(0)202-370 25 05

Fax: 0049-(0)202-370 25 60

E-maîl: sertacbucak@web.de

 
PSK Bulten © 2001