Kurtexeber
Gulan 2000
Heyeta PDA Girtin
Heyeteke Partîya Demokrasî
û A_itîyê, di bin serokatîya Yilmaz Çamlibel, serokê partîyê,
çend roj berê derbazî Kurdistana ba_ûr bû. Çamlibel û hevalên
xwe, li wir çend roj man, hin sazî û _exsîyet zîyaret kirin,
jîyana teze li vî parçeyî bi çavê xwe dîtin û yekê Gulanê
vegerîn. Roja vegerê li li ser sînor, li derîyê Xabûrê Tirkan
ew dan sekinandin, bi alîyê JITEM'ê hatin girtin û pi_tî çend
saet pirs û acîzkirin, hatin berdan.
JiTEM sazîyeke ve_artî ya cendirmeyê
Tirk e. Karê xwe xirabî ye, teda û ku_tin e. Hayê herkesî
jê heye, lê dewlet bi _eklekî resmî wê înkar dike. Mîna Kontrgerîlla
Tu sebep tune bû ku Çamlibel
û hevalên xwe bêne girtin. Ew bi pasport ji sînor derbaz bûbûn
çûbûn Kurdistana Ba_ûr û pi_tî çend rojan vegerîbûn. Ango
çûn û hatina wan ne ti_tekî dizî bû. Lê sînorên Torkîyê gelek
nazik in, dema hin kes biçin bên, dikare ku "sînor biguhurin"
û "welat parçe be!" Derbazbûn ji van sînoran, bi pasê be jî
gelek bi xeter e, kes nizane çi bê serê merivan!..
Derîyê Xabûrê her usa jî li ser
sînorekî han e ku Kurdistan parçe kirîye. Ango ev der welatê
me Kurdan e û bi destê Tirkan û xelkên dinê hatîye parçekirin.
Kurd bi xwe ji van derîyan divê bi pasportê derbaz bin, da
ku bikaribin biçin parçên dinê. Lê ew jî bi xeter e. Bo vê
yekê jî me Kurdan gunekar û sûcdar dikin.
Rojname û kovarên
Kurdan nikarin derbazî Kurdistanê bin..
Dewleta Tirk di roja çapemenîya
dinyayê da, ku çend roj berê hat pîrozkirin, dîsa "rindîyek"
bi çapemenîya Kurdî kir: Rê li ber Roja Teze û Deng girt,
biryar da ku ew nikarin bikevin mintiqa Rew_a Taybetî (OHAL).
Wekî tê zanîn çend bajarên Kurdistanê (Dîyarbekir, Mêrdîn,
_irnaq, Sêrt, Hekkarî û Dêrsim) bi bin rew_a taybetî da ne
ku li wir herti_t ne gor qanûnê, lê gor kêfa walîyê taybetî,
le_ker û polêz bi rêva diçe.
Roja Teze heftê carê û wek rojname
derdikeve, bi Kurdî û Tirkî ye. Deng jî du mehan da carê dertê,
kovareke lêkolîn û lêgerînê ye û bi taybetî li ser pirsa Kurd
disekine. Ev herdu jî li Tirkîyê, li bajarê Ystembolê dertên
û goya we_anên legal in. Lê Kurdistan ji bo wan qedexe ye!
Lê belê, ew berê serbest bûn?
Bi gotin serbest bûn, lê bi rastî ne usa. Ji xwe hejmareke
wan tune ku bi biryara mehkemê dest li ser nehatîya danîn.
Ew biryarên destdanîna ser jî wek fermanên Luîyê 14. ji berê
da hazir in û di destê polêz da ne. Heya ew biryar tunebin
jî ferq nake, polêz dîsa ya xwe dike, çoyê zorê bi kar tîne
dijî wan kesên ku van kovar, rojname, yan jî kitêban diwe_înin,
belav dikin, difro_in û heya dixwînin.
Dewleta Tirk van we_anan bi tevayî
qedexe nake, ji ber ku sîcîlê wê di derheqa heqên mirovî da
gelek xirab e û naxwaze zêdetir xirab be. Lê ew bi vî awayî
pê_î li wan digre, nahêle ew bighijîne destê xwendevanan û
wan bi cezayên mezin, bi astengên cure cure dixeniqîne.
Bona vê yekê jî, biryara Walîyê
Rew_a Taybetî, ango "Walîyê Kolonîyan" tu ti_t naguhure. Dibe
ku durutî û xirabîya Dewleta Tirk careke din e_kere dibe,
di van rojen han da, ku Tirkîye namzetê Yekitîya Ewrûpê ye
û divê hin reforman bike.
Di Tirkî da gotinek heye, dibên:
"Heya can heye, xû ew xû ye." Xûyê van merivan jî usa ye.
Eza û Teda Berdewam
e
Li Tirkîyê eza û teda bi
firehî û sîstematîkî berdewam e. Ev yek bi destê Komîsyona
Mafên Mirovî ya Parlamena Tirkîyê hate e_kerekirin.
Komîsyonê çend roj berê civîneke
çapemenîyê çêkir û di derheqa eza û tedaya ku di qereqolan
da tê kirin agahdarî da. Gor vê agahdarîyê li 32 qereqolên
Ystembolê da bi firehî û bi sîstematîkî eza û teda tê kirin.
Komîsyonê di vî warî da guhdarîya jin û zarokan jî kir, ku
di Girtîxana Bakirkoyê da dimînin. Xuya bû ku polêz nabêje
jin û mêr, yan jî kal û zarok, li herkesî dide û ezîyetê bi
wan dike. Ango di vî warî da hemû welatî wek hev in!..
Jinikekê got çawa polêzan elatrîk
dan memikê wê û çawa ew bi tecavuzê tirsandin..
Zarokan behsa feleqê, haletê
ji bo dardakirinê (a Filistînê), _oka elatrîkê, û ava sar
û xurt kirin ku bi xortiman didane ser bedena wan ê tazî..
Lê ti_tê ku parlamenter Sema
Pî_kînsûtê, yek ji mensûbên komîsyona Parlamenê, got, ji hemû
ti_tan mihîmtir bû. Sema Xanimê usa got:
"Berpirsîyarên eza û tedayê yên
esasî ne polêz in, ne jî gardîyan û amirên wan yn; lê walî
û serdozger bi xwe ne!"
Ev gotin rast e, lê kêm e: Lê
hukumet?. Ger ew rê nede, çawa eza û teda ewqas bi firehî
û bi salan dirêj dike?..
Serdozger û
Serokê Mafyayê
Li Tirkîyê qezayên trafîkê
gelek can digrin. Welat hersal gelek telefat dide, wekî ketîye
_erekî mezin. Li tirkîyê rê wek qesabxane ne.
Li vî welatî qeydeyên heq û huqûqê,
yê demokratîyê jî, yê trafîkê jî derbaz nabin.
Lê digel ewqas zirar û xirabî
jî, feydeyê hin qezayan heye!
Wek nimûne, çend sal berê li
Sûsirlikê qamyonekê li mersedesekê xist û pêvendîyên dewletê
û çeteyan e_kere bû.
Dewletê ew ti_t jî ve_art û da
bîrkirinê. Lê pi_tra qezayên din yên usa bixêr çêbûn! Yek
ji wan çend roj berê çêbû: Otoyek welgerî, _ofêr mir û serdozgerê
Mehkema Dewletê ya Parastinê (MDP), Oktay Çakir birîndar bû.
_ofêr merivekî dewlemend, xwedî
markêt bû; lê yekî curmkar, serokekî mafyayê bû, ku polêz
lê digerîya û digot "gelek bi xeter e".. Li erebê du çente
jî hebûn ku yek bi dolar tijî bû; lê serdozger ew dan merivên
xwe û winda kirin
Serdozgerê MDP û serokê mafyayê..
Bi hevra diçûne Enqerê
Li Tirkîyê ti_tê han dibin, ne
xerîb e!
Zora "Mehkemên Dewletê" diçe
çapemenîya Kurdan, diçe nivîskaran û rew_enbîran.
Hingê tecellîya edeletê jî dimîne
ji qezayên trafîkê ra..
|