Siroveya Mehê:
Gulan 2000
Sazûmana Zulm û Tedayê, Dewleta
Rizîyayî
Tirkîye, peymana Ewrûpayê yê ku eza û teda kirinê qedexe
dike, îmza kirîye. Qanûnên Tirkîyê jî ezîyetkirinê wek curm
nîþan didin. Lê dîsa jî li vî welatî eza û teda berdewam e,
karê rojane ye, parçeyek ji jîyanê ye.. Hukumet înkar bike
jî, xelk vê rastîyê dizane. Komîsyona Heqên Mirovî ya parlamena
Tirkîyê bi xwe, di daxuyanîyên xwe yên teze da vê rastîyê
eþkeredike.
Komîsyonê çend roj berê civîneke çapemenîyê çêkir û da xuyakirin
ku di 32 qereqolên Ystembolê de eza û teda bi firehî berdewam
e. Heya jin û zaro jî para xwe ji vê yekê distînin. Di nav
cureyên ezîyetê da lêdan, feleqe, haletê dardakirinê (haletê
Filistînê), dana þoka elatrîkê û ava xurt û sar bi xortiman
li ser laþên tazî û çavtirsandin bi tecawûzê (destavêtina
namûsê) heye. Tu bêje tecawûz bi xwe jî heye!
Ger li Istembolê usan e, da hûn bifikirin li heremên dûr
û bi taybetî li Kurdistanê çi dibin!..
Di salên borî da dema ev bûyerên han dihatin rojewê, berpirsîyarên
hukumeta Tirk digotin evana bûyerên arizî ne, ango kêm çêdibin
û em li ser wan disekinin, herçî kesên berpirsîyar ceza dikin
"
Lê rastî ne usa bû. Di qereqol û mapisxaneyên Tirkîyê da eza
û tedaya her cureyî, heya kuþtin, her tim bi firehî û sîstematîk
hebû û îro jî berdewam e. Kesê ku bên girtin û ji vê miemelê
derbaz ne bin kêm in û belkî mensûbên çete-meteyan in!.. Li
vî welatî, ji bekçîyê qereqol bigre heya serokkomar, herkesek
vê rastîyê baþ dizane. Daxuyanîyên Komîsyona Parlamena Tirkîyê
jî vê yekê eþkere nîþan dide. (Ew jî çawa bû, meriv tê naghê;
vêcar Komîsyonê mêranî nîþan da û rastî eþkere kir
)
Hin gotinên Xanim Sema Pîþkînsûtê (yek ji berpirsîyarên Komîsyonê)
jî gelek balkêþ bûn. Xanim Pîþkînsûtê usa got:
"Beprisîyarên eza û tedayê bi rastî ne polêzen qereqolan,
gardîyanên mapisxanan û amîrên wan in, berpirsîyar li cî û
miqamên herî bilind rûdinin, ew walîyên bajaran û serdozger
bi xwe ne!"
Ev gotin rewþa Tirkîyê, ezîyeta bi sîstîmatîk li vî welatî
radixe ber çavan.
Berpirsîyar walî û serdozger bi xwe ne. Heya, Xanim Pîþkînsûtê
ne xwestîye bêje, Hukumet bi xwe ye. Dema ew nexwezin kî cesaret
dike li xelkê ezîyetê bike. Dema hukumet bixwaze çawa nikare
pêþî li lêdan û ezîyetê bistîne?..
Hîn du meh berê, Walîyê Ystembolê got: "Yekî li qereqolekê
çoyek dîtîye, dibêje haletê ezîyetê ye; lê ne tiþtek e!.."
Bi vî awayî xwest haletê ezîyetê yê ber çavan veþêre. Walîyê
Qeyserîyê jî ji polêzan ra got: "Heqê mirovan ji mirovan ra
tê naskirin, kî esayîþê paymal bike lingê wan biþkînin!.."
Ango walî gelek ji welatîyan ku qisûr û þaþîyekê bikin, wek
heywan nîþan dida. Lê ne dihate bîra walî efendî ku, li welatên
medenî kes lingê heywanan jî naþkîne
Baþ e van walîyan usa gotin lê çi bi wan hat? Tu tiþtek!
Ne cezayek, ne îkazek, ne tekdîrek
Ew dîsa li ser kursîya
xwe ne..
Hingê can û namûsa xelkê kî biparêze? Xelk bawerîya xwe bi
kê bîne?..
* * *
Rewþa Oktay Çakir (Serdozgerê Mehkema Dewletê ya Paraztinê
li Ystembolê) rezîlîyeke dinê ye. Ev kes çend roj berê li
ser rîya Ystembolê-Enqerê da di tomafîlekê da qeza derbaz
kir. þofêr mir, ew birîndar bû. þofêr xwedîyê tomafîlê bû
û merivekî curmkar bû, ku polêz lê digerîya û digot gelek
bi xeter e!.. Di erebê da du çente hebûn ku yek bi dolaran
tije bû. Lê serdozger ew dane merivên xwe û winda kir
Qezaya Susurlikê ku sê sal berê çebû, pêvendîyên dewlet û
çeteyan eþkere kir. Nîþan da ku çeteyên xaþîþ û eroyînê, yên
perê reþ û qetilkar çawa tewna xwe di nav partîyên sîyasî
da, di nav sazîyên dewletê da danîne û gelek kesê bi nav û
deng di sîyaset û dewletê da çawa bûne þirîkê wan
Çend
tetikkêþ û peya hatin girtin, lê demekî þunda ew jî hatin
berdan. Çend meh derbaz bûn û dewletê ew tiþt veþartin û xelkê
jî hêdî hêdî ji bîra kir. Rewþ ne hate guhartin. Bûyera dawî
nimûneyek e.
Tirkîye wek welatekî usa ye ku tu dibê bi nexweþîya qenserê
ketîye. Sîyaset, sazîyên dewletê, yên dadî jî di nav da, hemû
rizîyane. Bîhn û bex ketîye welat. Zulm û zordestîyê xelk
hêsîr girtîye. Çete, ango rêxistinên curmkar, bi xurtî ketine
nav refên polêz û leþker, ketine herderê. Kî memûrê dewletê
ye, kî mensûbê MYT'ê, JYTEM'ê ye, kî ticarê esrar û eroyînê
û kontrgerîlla ye, ne xuyayî ye. Bi dehan rojnamevan, bi sedan
ronakbîr, bi hezaran welatparêzên Kurd û mirovên demokrat
hatin kuþtin; lê curmkar ne hatine girtin, ceza ne dîtin.
Rêçên wan di dalan û dehlîzên dewletê da winda dibin. Kes
nikare pirsa curmên wan bike, ew xurt in. Pêvendîyên wan diçe
digihîje sermidûrê sazîya polêz, wezîrê hundur, serokên partîyên
sîyasî, heya digihîje serokwezîran û serokkomaran
Dewlet bi xwe di pêvajoya þerê Kurdan û hêzên çep da, ji
qanûn û dadîyê dûrketîye, bûye wek rêxistineke curmkar.
Nuha Tirkîye hazirî dike ku bikeve Yekitîya Ewrûpa. Di vê
pêvajoyê da, gor gotina hin kesan, "bûmbarên xwe paqij dike
"
Lê hertiþtê xwe dîsa durûtî ye. Dîsa derewan dike, raya giþtî
dixapîne.
Midetekî berê rêxistina Hîzbullah -wekî ne li meydanê bû-
derxistin meydanê. Lê bi rastî, Hîzbullaha Tirk ji xwe bi
destê polêz û zabitên Tirk hatibû sazkirin û bi destê wan
dihate îdarekirin. Hîzbullah bi salan welatparêzên kurd qetil
kirin. Mirov di kûçe û kolanên bajaran da gulebaran bûn, bi
satiran hatin parçekirin, hatin revandin û kuþtin. Hayê polêz
û leþkerê tirk bi van tiþtan hebû. Hertiþt gor plan û daxwaza
wan bi rêva diçû. Bona vê yekê jî ji curmkaran kes ne hate
girtin. Ger bi þaþî yek bê girtin jî wê deqqê hat berdan.
Lê rojek hat, ku PKK þer sekinand û teslîm bû, êdî tu hewcedarî
bi Hîzbullah jî nema û dor hate belavkirina wê. Ji ber ku
rêxistineke usa çekdar bettal bimîne bi xeter e. Dewletê îþaret
da, niþkava di ser Hîzbullah da girtin û di nav çend rojan
da depoyên wan ên silahan, malên wan ên wek goristan û curmên
wan ên ecêb yek bi yek derxistin meydanê. Lê herçî ku hatine
girtin û gunekarkirin tenê curmkarên tetikkêþ û teþeron bûn.
Dewleta ku ew bi kar anîn jî bi vî awayî rola xwe veþart û
ji nav derket!..
Berpirsîyarên dewlet û hukumeta Tirk bi vî awayî xelk kirin
cîyê ehmeq û bodeleyan, wekî henekê xwe bi wan kirin.. Ev
tiþt îro jî berdewam e.
Di van rojên dawî da dijî qetilkarên rojnamevan U. Mumcî
operasyonekê dest pê kir û dijî Yranê propagandeyeke xurt
tê kirin. þik tune ku ew jî bi vî rengî ye. Ne bi gotinên
berprsîyarên hukumeta Tirk, ne jî bi nûçeyên çapemenîya wan
bawerî dibe.
Sazûmana Tirk dîsa derew û dezgeyekî digerîne û pê xelkê
dixapîne. Ew kesên ku bi navê qetilkarê Mûmcî hatin girtin,
dibe ku dîsa hin kesê teþeron bin. Li vî welatî kesên ku bo
çend quriþ pere, yan jî bo xatirê "welat û millet" merivan
bikujin gelek in. Helbet, sazî û hukumeta îranê jî terorîst
e û dikare merivan bikuje. Wan heya îro, li hundur û der welat,
gelek dijberên sazûmana kevneperest, gelek kesên demokrat
û ronakbîr kuþtin, ku di nav wan da çend serokên Kurd jî hene.
Lê gelo, yên ku ji bo qetlê Mûmcî biryar dan Yranî ne, yan
jî "dewleta Tirk ya kûr" bi xwe ye?
Bi raya me, ew dewleta Tirk bi xwe ye ku Mûmcî da kuþtin.
Ji bo vê yekê gelek þop û delîl hene. Ev yek çend sal berê
bi devê dozgerê DGM ya Enqerê (mehkema dewletê ya parastynê)
hat eþkerekirin. Dozger jina Mûmcî ra usa got: "Dewlet bi
xwe naxwaze ku ev curmkar eþkere bin!.." Li himber van gotinan
êdî çi lazim e?. Nexwestina dewletê, ji malîn û windakirina
þop û delîlan jî xuya dibû.. Ger heya îro curmkarên vê bûyerê
û yê gelekên dinê eþkere ne bûn, sebep ev e. Di piþt wan qetilan
da dewlet bi xwe heye.
Ew kesên dilpak ku vê dewletê baþ nasnakin, dibe ku bêjin:
"Dewleta Tirk çima merivekî wek Mûmcî, kemalîst û piþtgirê
dewletê, bide kuþtin?"
Çawa Apdî Ypekçî bi destê Avdila Çatlî û hevalên wî da kuþtin,
wekî wê
Çawa Keþtîya Marmarê binav kir, çawa Qesra Çand þewitand,
wekî wê
Çawa heft xortên TYP'ê (Partîya Karkerên Tirkîyê) bi destê
Çatlî, Qircî û hevalên wan da kuþtin, wekî wê
Çawa bi destê hinekan bombe avête ser xortên zanîngeha Ystembolê,
wekî wê
Çawa 1 Gulana sala 1977 di nav xwînê da hiþt, wekî wê
Çawa General Eþref Bitlisî, general Bextîyar Aydin û Albay
(kolonel) Ridwan Ozden bi destê xwe kuþt, wekî wê
Heya, çawa Serokkomar Ozal niþkêva windakirin, wekî wê
Deftera vê dewletê bi curm û guneyan tijî ye. Ev dewlet di
vî warî da rûreþ e, Wekî van bi sedan kiryar û curmên wê hene.
Komplo, hîle û dubare, fîtne û curmkarî îþ û karê wê ye.
Kîngê hewce bibîne, dikare zarokên xwe jî bixwe.
Dewleta Tirk van tiþtan çima dike? Sebebek ew e ku, bi kiryarên
han çavê xelkê ditirsîne û raya giþtî gor armanc û planên
xwe çêdike. Armanc dibe ku derba eskerî be, dibe þidandina
sazîya zor û zulmê, yan jî tiþtekî din be. Ew kesên ku karê
han dikin, merivên wek Ypekçî û Mûmcî ji xwe ra wek qurban
hildibijêrin, bi kevirekî du çivîkan dikujin. Ji ber ku kesên
han mirovên bi nav û deng bûn û bi mirina xwe dikaribûn dengekî
mezin derînin. Ma kî guh dide mirina yekî reben!. Ya duwemîn
jî ew bû ku, wan herduyan jî di derheqa pêvendîyên dewletê
yên qirêj da, di derheqa têkilîyên dewlet û çeteyan da gelek
tiþt dizanibûn, ku ger bihatana eþkerekirin ji bo dewletê
gelek bi xeter bû
Ypekçî dema ku li ser dosyayên han
kar dikir hate kuþtin. Bo Mûmcî jî hate gotin ku, di derheqa
têkilîyên MYT û Ocalan ya berî sala 1980 gelek tiþt dizanibû
û delîl berhev dikirin, hazirî dikir ku wan biweþîne. Dîsa
hat gotin ku, roja kuþtina Mûmcî, ew xebata wî ya di kompîtûra
wî da jî hat windakirin
Ocalan bi xwe di rojname û têlewîzyonên da gelek caran nivîsand
û got ku, "piþtî avabûna PKK, Dewleta Tirk, sê salan nanê
me da, silahê me da û em parastin." Wî bi vî þiklî pesna xwe
da, ku ew çawa jîrek e, wî polêz û dewleta Tirk çawa xapandîye,
ji wan pere û silah girtîye û pê PKK çêkirîye!.." Ocalan,
27'ê Çirîya Paþîn, sala 1997, bi rîya telefonê di bernameyeke
MED-TV da beþdar bû û usa got:
"Dewleta Tirk xwest me dijî rêxistinên Kurd ên dinê bi kar
bîne. Me jî wan sê salan, wan çi ji me xwest hemû bi kar anî.
Yûzbaþîyê Tirk ku navê xwe Pîlot bû, çend caran ji min ra
got: 'Tu wek çivîkê nav qefesê yî!' Lê min ew xapandin
Mûmcî jî, dibe ku hayê xwe ji van têkilîyan hebû û dikaribû
eþkere bike, bona wê hate kuþtin
"
Lê tiþtê xerîb, sîyasîyên Tirk û çapemenîya Tirk qet guhê
xwe ne dane van gotinên Ocalan, qet oralî ne bûn
Belê,
wan ne dikaribûn li ser van gotinan bisekinin, lê bikolin,
ji ber ku ev tiþt sirrê dewletê bû, ku hayê gelek kesan jê
hebû; lê ew yan ditirsîyan eþkere bikin, yan jî bona ku zirarê
nedine "mafên netewî" ne dixwastin eþkere bikin
Ji ber
ku, dema ev tiþt eþkere bûya perdeyê rûyê dewletê diket, ew
rezîl û kepaze dibû. Hingê xelkê der û hundur ji wan bipirsîya,
bigota:
"Gelo, we digot teror; lê va ye PKK we avakirîye, we piþtgirî
dayê û we ji destê xwe revandîye.. Hûn bi agir lîstine!..
Evqas xwîna ku hat rijandin, ewqas jan û gîrî, ewqas zirar
zîyan hemû marifeta we ye!..."
Belê, Mûmcî yek ji wan kesan bû ku hayê xwe ji van tiþtan
hebû, lê digerîya, þop û delîlên teze berhev dikir û hazirî
dikir ku wan biweþîne. Ger ew tiþt bibûya, di raya giþtî da
tesîra topekê bikira.. Kuþtina Mûmcî bo xilaskirina dewletê
bû!..
Bi navê "Dosyeyên Dizî" rêzefîlmeke têlewîzyonê heye ku li
ser kar û barên FBÎ ya Amêrîkanî ye. Ger meriv li ser "Dosyeyên
Qirêj" yê Tirkîyê jî rêzefîlmeke usa çêkira, gelek balkêþ
dibû
Ji hilbijartina nivîskarekî kemalîst wek Mûmcî, sebebek jî
ew e ku, bikaribin îslamîyan pê gunekar bikin û raya giþtî
dijî îslamîyan kiþ bikin. Di wan salan da Partîya Refahê ku
partîya îslamîyan bû, her diçû xurt dibû û þerê wan û kemalîstan
geþ dibû. Piþtî kuþtina Mûmcî, îslamî pê hatin gunekarkirin
û propagandeyeke xurt hate kirin dijî wan bi navê "dijî kevneperestîyê!"
* * *
Gelo, netîca vê operasyonê wê çibe? Rastî wê derkeve meydanê,
li piþt vê kuþtinê kî heye, ew plana kê bû, eþkere be?. Tenê
kesên ji dinê bêhay dikarin tiþtekî usa hêvî bikin..
Dema dijî Hîzbullah dest bi operasyonê kirin, berê merivê
têkilîyê yê herî sereke, Huseyn Welîoglî kuþtin, piþtî wî
tetikkêþ, kujdar û peyayên dinê yek bi yek komkirin. Hin merivên
xwe yên ajan-provokator wek "êtirafçî" xilaskirin. Hîzbullah
bi Yranê va girêdan û ji ber kirinên wê Yran gunekar kirin
þik tune, di vê bûyerê da jî, dîsa usa bikin. Ewê tetikkêþan
bigrin, ajan-provokatorên xwe bi navê êtirafçî xilas bikin;
lê pêvendîyên kujdaran li cîyekî wê qut be, tucar ne gihîje
jorê. Kê ew tiþt plankir, ew dek û dolav gerand wê tucar eþkere
nebe
Vêcar jî bi senaryoyên vir û derew xelk dîsa wê
bê xapandin. Ew "dewleta kûr"e! Çawa Memed Agar, serokê polêz
û wezîrê hundurî yê waxtekî gotibû, wan "xeter jî daye ber
çavan û bi hezaran tiþt kirine." Ev kiryar yek ji wan e. Heya
ku ew xurt bin, bo wan tu xeter jî wê tune be, kes nikare
be wan bigre û mehkeme bike
Bi vê operasyonê dewleta Tirk wê nîþande ku ew êdî perdeya
ser "faîlî meçhûl" (kuþtinên ku kujdarên wan ne xuyayî ne)
radike, wan eþkere dike. Lê rastî ne usa ye. Bi ewqas þemate
ew dîsa xelkê dixapîne. Dibe ku çend peyayên ber destan, hin
kujdar bên girtin; piþtî wê jî ev defter dîsa bêne girtin
Sebebê gunekarkirina Yranê bi van curman jî, bi raya me dudo
ne: Sebebek ew e ku, Dewleta Tirk ewqas qetlîamên ku bi destê
rêxistinên xwe yên eþkere û dizî, bi destê Kontrgerîlla, JYTEM,
Hîzbullah, YBDA-C û yên dinê kir, davêje ser milê beyanîyan
û dixwaze xwe jê paqij bike.
Sebeba duwemîn jî ew e ku, Tirkîye dixwaze çavê Yranê bitirsîne.
Bi raya me, di roja hanê da sebebeke mezin tune ku Tirkîye
"rewþa krîzê" îlan bike dijî Yranê, çawa du sal berê dijî
Sûrîyê kir. PKK ji xwe serî danîye. Herçiqas piçek hêza xwe
hîn li derî sînoran maye jî, dijî Tirkîyê tiþtekî nake. Lê
di navbera Tirkîyê û Yranê da, li ser pirsên Kafkasaîya û
Asya Navîn dijayetîyek xurt heye. Her yek dixwaze li van deweran
tesîra xwe xurt bike. Dibe ku Tirkîye bona vê yekê li maneyan
digere, Yranê gunekar dike û jê ra diranê xwe qîç dike
Dibe ku di vê êrîþgerîya teze da tesîr û rola Amêrîkê û Ysraîl
jî hebe.
Bi kurtahî, li ser vê operasyonê û li ser pirsa gunekarkirina
Yranê gelek tiþt têne bîra merivan. Lê tiþtek gelek eþkere
ye: Dewleta Tirk dîsa derewan dike.
Ji bo dawî anîna eza-cefayê û kuþtinên sîyasî, bo xilaskirina
welat ji herî hezaza terorê, bo avakirina aþîtîyê û demokratîyê
li welat, divê ev dewleta rizîyayî û nexweþ bê hilweþandin
û li ser bingeheke teze sazîyeke teze avabe.
Lê vî tiþtî kî bike? Helbet gel bi xwe. Bi Tirk û Kurd, kesên
bi zman û çandên, ol û mezhebên cuda cuda, xebatkar, rewþenbîr,
ango, piranîya civakê
Lê belê, ev gel û civak têrî xwe rêzbûyî ye, di vî warî da
hiþyar e? Mixabin na!
Piranîya gelê Tirk di vî warî da gelek nezan û sist e, guhfire
ye, wek tiþtekî bimbarek li dewletê dinihêre. Bona vê yekê,
pirsa herî mezin jî li vî welatî ne enflasyon e, ne birçitî
û bettalî ye, heya ne jî pirsa Kurd e; lê belê ev e!
* * *
Yek ji bedbextîya milletê Tirk jî, rewþa medyaya Tirk e.
Ew rojname û têlewîzyon, bila karê hiþyarkirin û nonakkirina
gel li wir bimîne, ew tiþtê han tucar nakin, lê ziddê wê,
gor plan û daxwazên dewletê mêjoyê xelkê diþon. Ew di xizmeta
vê dewleta qirêj da ne, wek polêz û cendirme. Bona vê yekê
jî navê xwe "medyaya memetçîk"e
Ew bi vir û derewan xelkê dixapîne, rastîyê vediþêre.
Medya wek çavê xelkê ye. Dema rastîyê nîþan nede û veþêre,
wekî çavê xelkê kor e.
Tiþtekî ne ecêb e ku, di van rojên dawî da di çapemenîya
Tirk da mineqeþeyek mezin derket. Hinekan gotin di medyayê
da gelek ajanên MYT'ê hene. Medya bi ajanan dikele.
Ev medya ewqas bê þeref û heysîyet e ku heya ji endamên xwe
yên kuþtî ra xwedî dernakeve. Wek nimûne, sernivîskarê Rojnama
Mîllîyet'ê Abdî Ypekçî, hemû dinya jî dizane ku bi destê rêxistina
Kontrgerîlla, ango bi destê ajanên dewletê hat kuþtin. Dewletê
qetilkar parastin û revandin, ji mehkeme û cezayê xilaskirin.
Lê Mîlleyet qet li ser vî tiþtî ne sekinî. Rojnameyeke usa
mezin, dikaribû raya giþtî bihejîne. Lê bêdeng ma.
Her usa jî Rojnama Cumhurîyetê, ne xwast rola dewletê di
kuþtina Uxur Mûmcî da eþkere bike, lê îslamî gunekar kirin.
Yekî wek Ylhan Selçûk, sernivîskarê Cumhurîyetê, tim pesna
dewleta mîlîtarîst da û heya ji cenosîda dijî Kurdan ra çepik
kutan..
Bi kurtahî, dîdema Tirkîyê gelek reþ e. Dînamîkên vî welatî,
di dema hanê da têr nakin ku vê tarîyê biçirînin. Lê dîsa
jî divê em bê hêvî ne bin.. Ev sazûmana zordest û kevneperest,
herçiqas ji derva wek dareke mezin û pîr, xurt xuya dike,
lê ji hundur va rizîyaye, pûç bûye. Ger dînamîkên guhartinê
û tezebûnê piçek xurt bin, bi alîkarîya ba û bahozên derva,
dikarin rojekî wê li erdêxin, dawîya wê bênin.
|